HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Ew wekî qehremanên herî wêrek ên têkoşîna destanî di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de piştî berxwedaneke fedaî şehîd bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:

“Erdnîgariya Kurdistanê ku li ser her bihosteka axa wê, berxwedan pêş dikeve, bi van berxwedanan her roj gavekê nêzî azadiyê dibe. Bi xwîn û xwêdana bi deh hezaran şehîdan ku li ser hatiye rijandin, ji qirêjiya dagirkeran tê paqijkirin û vediguhere welatê bihuştê. Şehîdên me yên qehreman ku afirînerên vê veguhertinê ne, dizanîn ku ji bo afirandina welatekî wiha divê berdêlên mezin were dayîn. Rêhevalên me Stêra, Milîtan, Têkoşer, Rêber û Cemal li dijî dagirkerî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker tevlî refên têkoşînê bûn, wekî lehengên herî qehreman ên vê berxwedanê di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên van hevalên bi nirx ên ku qada Zapê kirin qada berxwedanê re dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan teqez bi cih bînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştine şehadetê wiha ne:

  Nasnav: Stêra Ararat

  Nav û paşnav: Esma Ozkan

 Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

  Navê dê û bav: Îcla-Cesîm

 Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Hezîrana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Milîtan Cûdî

  Nav û paşnav: Hamûdê Omer

  Cihê jidayikbûnê: Efrîn

  Navê dê û bav: Firyal - Xelîl

  Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Hezîrana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Têkoşer Botan

  Nav û paşnav: Mehmet Taş

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Bîbî - Ramazan

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Rêber Varto

  Nav û paşnav: Mûstafa Çelîk

  Cihê jidayikbûnê: Meletî

  Navê dê û bav: Rahîme - Necat

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Cemal Amûdê

  Nav û paşnav: Mihemed Hemê

  Cihê jidayikbûnê: Amûdê

  Navê dê û bav: Bozikê - Qedrî

  Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 

STÊRA ARARAT

Bedlîsa ku bi berxwedaniya ku pêş xistiye û gelên jîr û şoreşger ku mezin kiriye, her tim di dîrok û civaka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e, îro jî vê taybetmendiyê diparêze û şoreşgerên leheng derdixe holê. Hevrê Stêra ku yek ji nûnerên herî kurt ên kevneşopiya berxwedanê ya gelê Bedlîsê ye, yek ji milîtanên pêşeng ê ku mohra xwe li dîroka berxwedanê ya gelê me xistiye. Hevrêya me Stêra ku li navçeya Norşîn a Bedlîsê di malbateke welatparêz de ji dayik bû, partiya me PKK’ê ji biçûkatiya xwe ve nas kir. Ji gerîlayên ku li seranserê Kurdistanê destanên berxwedanê nivîsandine bandor bûye û bi taybetî jî gerîlayên jin gelek meraq kiriye. Hevrêya me Stêra zilm û zordariya dijmin a li ser gelê me dîtiye û ev yek bûye sedem ku hêrseke wê ya mezin çêbibe. Ji ciwaniya xwe ve bi hişmendiya ku li hemberî gelê me hem weke jin hem jî weke ciwan xwedî erk û berpirsyariyên xwe ye, tevlî xebatên ciwanan dibe. Di vê pêvajoyê de dîtin û fêmkirina rastiya dijmin, aliyên jiyanê yên pergala kapitalîst ku li dijî cewhera mirovan e û ev jiyan ji bilî koletiya li ser jinê ti mîsyonekê diyar nake, di jiyana têkoşînê ya hevrêya me Stêra de diyarker bûye. Hevrêya me Stêra ku ji bo felsefeya jiyana azad a Rêber Apo li dijî vê rêbaza şaş a jiyanê kûrtir fêhm bike û bide jiyîn berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2012'an de li Tetwanê tevlî nava refên gerîla bû.

Tecrubeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê li qada Xerzanê bi dest xist, bi hevrêyên xwe yên xwedî tecrûbe li wir zanyariyên bingehîn ên gerîlatiyê bi dest xist û bi cewherê xwe yê meraqdar û vekirî di demeke kurt de xwe pêş xist. Hevrêya me Stêra piştî demekê li herêma Xerzanê ma, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştî demeke kurt berê xwe da herêma Heftanînê. Hevrêya me Stêra ku di perwerdeya leşkerî ya li vir de serketî bû, bi dilnizmiya xwe, helwesta xwe ya kedkar û nîqaşên watedar ên bi hevrêyên xwe re, hemû hevrêyên xwe bandor kir. Hevrêya me Stêra ku di vê pêvajoyê de lêhûrbûnên wê li ser fedaîbûnê dest pê kir, yek ji fermandarên me yên dildar hevrê Arîn Mîrkan nas kir û bi hev re şansê parvekirina heman jiyanê bi dest xist. Hevrê Stêra ku piştî pêvajoya perwerdeyê li qada Heftanînê di gelek çalakiyên girîng de cih girt, bi keda xwe û tevlîbûna rast a van çalakiyan bawerî da hemû hevrêyên xwe. Her tim dixwest di warê leşkerî de jêhatî be û bi vî awayî weke milîtaneke jin a Apoyî bersivê bide pêvajoya şerê dijwar û li ser vê yekê israr kir. Li ser vê bingehê perwerdeya çekên giran dît û bi jêhatîbûna xwe gihaşt asta ku hevrêyên xwe perwerde bike. Demeke dirêj bi xebatên perwerdehiyê yên hevrêyê xwe re eleqedar bû û binesaziya pêşxistina şerê me yê hîn bi bandor ava kir. Di vê pêvajoyê de, lêhûrbûna wê li ser fedaîbûnê hê zelaltir bibe. Çawa ku hevrêyên xwe perwerde dikir, xwe jî perwerde dikir, her roja ku derbas dibû kûrtir dibû. Hevrêya me Stêra ku piştre li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan perwerdeya bîrdozî dît, xwest ku xeta jina azad zêdetir fêm bike û vê xetê bike taybetmendiyeke kesayetî. Li ser vê bingehê lêhûrbûna xwe wiha tîne ziman, ‘Armanca min a herî mezin ew e ku bibim jinek azad û xwe bi felsefeya Rêbertiyê perwerde bikim. Her ku ez felsefe û rastiya Rêbertiyê nas dikim, baweriya min a azadiyê pêş dikeve. Ez weke jin dixwazim bi çalakiyeke xweş, jiyaneke xweş azad bibim.’ Hevrêya me Stêra ku piştî perwerdeya ku dît bi hêz û moralek berê xwe da xebatên pratîk, demekê beşdarî xebatên çapemeniyê bû. Di van xebatan de, serkeftin wekî pîvana sereke hate girtin. Demên herî bi qîmet ên hevrêyên xwe yên ku bi ked û fedekariyeke mezin ji bo azadiya gelê me têkoşiyan tomar kir û xist dîrokê. Şehadeta hevrêyên me li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, girankirina tecrîdê û êşkenceya li ser Rêberê me, lez da ku hevrê Stêra biryar bide tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe.

Hevrêya me Stêra di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ji bo xwe bigihîne bedewiya heqîqetê û bi pêş ve birina heqîqetê bênavber şer kir û ked da. Di meşa xwe ya dijwar a ji Xerzanê heta Zagrosê de her tim xwest bê astengî têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêya me Stêra ku her kêliya xwe bi têkoşîn û şer derbas dikir, bi têkoşînê re zêdetir bedewî û rastiya jiyanê fêm kir. Destnîşan kiriye ku armanc û xeyala wê ya herî mezin bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye û li gorî vê armanc û xeyala xwe, bi temamî xwe ji bo têkoşînê feda kiriye. Fedaîbûna xwe tenê bi çalakiyekê sînordar nekiriye, tevahiya jiyana xwe li ser beşdariyeke fedaî ava kiriye. Hevrê Stêra ku di sala 2021’an de li dijî êrîşên dijmin ên di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih girt, firsend dît ku çalakiya mezin a ku xeyal dikir pêk bîne.

Hevrêya me Stêra, da zanîn ku dijmin wê ti carî li ser xaka me nemîne û wê timî li hemberî berxwedana milîtanên Apoyî têk biçe. Hevrêya me Stêra bi baweriya xwe ya serkeftinê ji bo hemû hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêz û moralê. Rêbertiya vê berxwedanê weke fermandara YJA Starê ji bo xwe şanseke mezin nirxand û destnîşan kir ku di dawiya vê têkoşînê de wê jin bi ser bikevin. Hevrêya me Stêra ku bi tevlêbûna xwe ya durust, sade û mutewazî ya li her qada ku di têkoşîna xwe ya 10 salan de nîşan dayî di her qadê de bîranînên ku nayên jibîrkirin hiştî, her demê bi şehadeta xwe û hem jî bi jiyana xwe, wê ji me hevrêyan re pêşengiyê bike.

MİLÎTAN CÛDÎ

Hevrêyê me yê têkoşer li bajarê Efrînê ku yek ji navendên berxwedana welatparêziya Rojavayê Kurdistanê ye ji dayik bû. Di malbateke ku têkoşîna azadiyê ya Apoyî ji nêz ve nas kir de mezin bû, bi tevgera Apoyî re xwedî li nasnameya xwe bû û li ser vê bingehê têkoşîn kir. Bi nirxên gelê Kurd ên demokratîk û welatparêzî mezin bû û bi keda xwe debara xwe kir, tevlî têkoşîna azadiyê bû. Di nava tevgera ciwanên welatparêz de erk girtibû ser milê xwe û bi hezkirina azadiyê û bi hezkirina gel xebat kir. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir û dagir kir, hevrêyê me Milîtan tevî malbata xwe neçar ma koçî Şehbayê bike. Hevrêyê me Milîtan ku careke din rûyê dewleta Tirk a qirker û dijminê Kurdan nas kir û êş û azarên gelê xwe dît, anî ziman ku heta gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a qirker û mêtînger şer neke, wê her tim di nava xeteriyê de be. Bi vê hişmendiyê tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû û tola êş û azarên ku li tevahiya gelê Kurd û bi taybet gelê Efrînê hatiye kişandin hilîne. Hevrêyê me Milîtan ku bi hestên neteweya demokratîk tevlî nava refên gerîla bû, soza têkoşînê ya bê navber ji bo çar parçeyên Kurdistanê da û li ser vê bingehê dest bi meşa şoreşê kir.

Hevrêyê me yê ku bi eşqeke mezin bi çiyayan re bû yek, li Garê gavekê ber bi gerîlatiyê ve avêt. Pratîka xwe ya yekem li Garê kir, ezmûn girt û piştre berê xwe da herêma Zapê. Hevrêyê me Milîtan ê ku li Zapê fêrî pratîkê bûyî, di destpêkê de bû gerîlayekî jîr, kedkar û leheng ê çiyayên Zagrosê. Hevrêyê me Milîtan ku her tim ji bo tevlîbûneke bêkêmasî ya di xeta Rêbertî û şehîdan de têdikoşe, ji bo vê kedeke mezin daye. Xwe ji nîşandana her cure fedekariyê dûr nexist û bi ruhê fedaî yê Apoyî beşdarî pêvajoya şer bû. Hevrêyê me Milîtan ku di amadekirina tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn de kedek mezin daye û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistiye, bi van gotinan tevlîbûna xwe anî ziman: ‘Li girê ku ez lê me, rojeva herî sereke xebatên çeperan e. Li vir ez hewl didim vê yekê bi wate bikim. Bi saya vê xebatê em ê rê li ber dijmin bigirin ku gavekê bi pêş ve neçe. Ez dixwazim vê xebatê wiha bi wate bikim.’

Hevrêyê me ku weke navê xwe milîtanekî bêşik û bê eman e, bi sekn û tevlîbûna xwe re hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kiriye. Li dijî êrîşên topyekûn ên dagirkeriyê ku artêşa TC a dagirker salên 2021 û 2022'an li dijî Zapê pêş xist, di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi ruhekî fedaî tevlî  gelek çalakiyan bû, derbên giran li dijminê dagirker xist û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Weke milîtanekî leheng bi rola xwe ya dîrokî rabû. Hevrê Milîtan kurê leheng ê gelê Efrînê heta nefesa xwe ya dawî bû şopdarekî têkoşer ê doza azadiyê û mîrateyeke têkoşînê ya ku wê her tim ji hemû hevrêyên xwe û ciwanên Kurd re mînak bê girtin hişt.

TÊKOŞER BOTAN

Hevrêyê me Têkoşer li navçeya welatparêz a Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû. Di nava malbateke ji eşîra Pinyaniş de ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cih girtiye û di nava derdoreke welatparêz de mezin bûye. Hevrêyê me Têkoşer ku li cihên li quntara çiyayên Zagrosê mezin bû, bi çîrokên lehengiya destanî ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê mezin bû. Hevrêyê me Têkoşer terora dewleta Tirk a mêtinger, çewsandin, zordarî û komkujiyên ku li herêma Colemêrgê pêk tanî, dît. Hevrêyê me Têkoşer di nava hestên welatparêziyê de 11 salan xwend, tevî ku bi ser ket jî dît ku dibistanên dewleta Tirk hebûna gelê me înkar dike û berda. Ji bo tevkariyê li têkoşîna azadiya gelê xwe bike, beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû. Bi meşandina xebatên ciwanên şoreşger di bilindkirina hişmendî û rêxistinbûyina ciwanên Kurdistanê de rol leyîst û di heman demê de bi lêkolînkirin û fêrbûnê pêşketinek mezin bi dest xist. Hevrêyê me Têkoşer ku sala 2014 'an berê xwe da çiyayên azadiyê yên Kurdistanê, li Zagrosê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Têkoşer ku yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li herêma Xakurkê dît û li vir dest bi pratîka xwe kir, 4 sal in bênavber pratik kir. Li herêma Xakurkê li gelek herêman beşdarî xebatan bû û her xebatên xwe bi serkeftinek mezin qedand. Hevrêyê me Têkoşer ku di hunera leşkerî de eleqeyek mezin û meraqa wî heye, ji bo ezmûna gerîlatiyê bi dest bixe, di sala 2016’an de li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît. Hevrêyê me Têkoşer ku xwedî kesayeteke bi dîsîplîn, zîrektiya agahiyê û ruhekî îdîaker bû, piştî wextekê çû Bakûrê Kurdistanê û li wir tevlî pratîkê bû. Di êrîşa dijmin de birîndar bû, lê zû rehet bû û vegeriya ser peywira xwe. Ji bo bi awayekî jêhatî pratîk bike û pêşengiyê ji gerîlatiya serdema nû re bike, li akademiya leşkerî perwerde dît û giranî da ser Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Ji ber ku hate zanîn ku di nava tevgera Apoyî de pratîkeke xurt û saxlem tenê bi helwesteke îdeolojîk a qayîm pêkan e, pîvana milîtanî û sekna wê ji bo xurtbûna domdar esas girtiye. Piştre hevrêyê me Têkoşer derbasî akademiya pisporiya leşkerî bû, li wir giranî da taktîkên sabotajê û bi pisporiya perwerdeya ku dîtî bû profesyonel. Bi her awayî xwe ji bo bicihanîna erk û rola xwe ya dîrokî amade kir û di sala 2021’an de derbasî Zapê bû. Hevrê Têkoşer ku ji kûr ve girêdayî îdeolojiya Apoyî û doza azadiya gelê xwe ye, ti carî tevlîbûna asayî ya pêvajoyê ji bo xwe esas negirtiye û di asta fermandariya yekîneyê de berpirsyarî girt ser xwe.

Hevrê Têkoşer ji ber berpirsyariya dîrokî ya ku girtiye ser milê xwe bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû. Li dijî dijminê dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîn û derbe li dû hev li dijmin xistin. Bi azmûn û zîrekiya xwe ya taktîkî gelek çalakî plan kirine û bi serkeftî pêk aniye. Bi taybetî di çalakiyên ku li herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê hatin pêşxistin de roleke pêşeng lîst. Hevrêyê me Têkoşer weke yek ji fermandarên me ku bi kesayetiya xwe ya jidil, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, fedakarî, wêrekiya di şer de, zîrektiya taktîkî, hêrsa li dijî dijmin, hevrêtiya xurt û fermandariya pêşeng mohra xwe li pêvajoyê xist. Pratîka hevrêya me Têkoşer ku şerên tunelê û şêwaza şerê tîmê pispor a li qada bejahiyê bi serkeftî bi cih anî, kesayeta wî ya çalakger û fermandariya wî ya pêşeng wê ji bo me hevrêyan her tim bibe mînak. Bîranîna hevrêyê me Têkoşer wê her tim zindî bimîne û armancên pîroz ên ji bo wê ewçend fedakarî têkoşiya, wê teqez bi ser bikevin.

RÊBER VARTO

Hevreyê me Rêber li Meletî di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Hevreyê me Rêber ku piştî demekê çû derveyî welat, hem xwend û hem jî xebitî. Her çiqas ji welatê xwe Kurdistan dûr be jî, ti car xwe ji rastî û nasnameya xwe ya civakî dûr nexistiye û dilê wî her tim bi hezkirina welat lê da. Hevreyê me Rêber ku têkoşîna hebûn û azadiya gelê xwe ji nêz ve dişopîne, di vê doza axadiyê de ketiye ferqa berpirsiyariyên xwe. Bi vê hişmendiyê re destpêkê beşdarî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger bû. Îdeolojî û paradîgmaya Apoyî ji nêz ve nas kir û ji bo mezinkirina têkoşîna xwe ber xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevreyê me Rêber di rojekî pir watedar de, 14’ê Tîrmeha 2018’an ku ji aliyê gelê me ve weke Roja Rûmetê ya Neteweyî tê pîrozkirin, beşdarî refên gerîla bû. Di rojekî welê de beşdarbûna gerîla nîşan da ku hevreyê me Rêber bibe şopdarê Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan. Bi hezkirinekî mezin welat, çiyayên Kurdistanê û jiyana PKK’ê ditiye û ev yek di dilê wî de bûye kelecan û kêfxweşiyekî bêterîf. Bi awayekî xurt beşdarî jiyana gerîla bû bi hemû tiştê xwe re yekbûnê ji xwe re esas girtiye. Li aliyekî ji bo ku di îdeolojiya Apoyî de kûr bibe, xwe pêş xistiye û li aliyê din jî yek bi yek tecrûbeyên jiyana gerîla girtiye. Hevreyê me Rêber ku li qada Zapê dest bi gerîlatiyê kir, bi awayek zû di çiyayên Zagrosê de bû gerîlayekî jêhatî.

Li herêma Zapê ji xebatên binesaziyê heta ketina mewziyan, ji amadekariyên şerê tunelan heta amadekariyê çalakiyê di her curê xebatê de bû xwediyê pratîkeke serketî. Hevreyê me Rêber ku bi kesayeta xwe ya kedkar, bi beşdarbûna xwe ya dilnizm û bi rûkeniya xwe reng da her qadê ku lê bû, bû hevreyekî ku ji aliyê hemû hevreyên xwe ve hat hezkirin. Têkoşîna li hemberî dijminê dagirker ku gelê Kurd ji axa wan veqetand, Kurdistanê di statuya mêtîngeh de hişt, mîna ayineke dest girt û bi awayekî xurt beşdar bû. Di çalakiyên ku derbên herî bi bandor li dijminê dagirker xistin de cih girt û di van serketinan de bû xwedî rol. Hevrê Rêber ku bû xwediyê beşdarbûna bi biryar, bi îstîkrar û bi israr, mîna navê xwe her tim di jiyan û şer de rola pêşeng lîst. Li ser vê bingehê 4 sal li qada Zapê bênavber têkoşiya. Di awayek xurt beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû ku di sala 2021 û 2022’an de li hemberî dijmina dagirker pêş ket û bû yek jî mîlîtanên fedaî ya Apoyî ku rola xwe bi serketî bi cih anî. Hevreyê me Rêber ku dilê wî bi evîna mezin a azadî û welat lê dide, bi lehengî şer kir û tevlî karwanên şehîdan bû. Hevreyê me Rêber bi meşa xwe ya welatê me Kurdistan, bû heqîqeta lehengbûnê, ji hemû ciwanên Kurd ên li derveyî welat re bû mînak û cihê xwe di nava lehengên nemir a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de girt.”

CEMAL AMÛDÊ

Hevreyê me Cemal li bajarê Amûdê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, ji dayîk bû. Hevreyê me li Til Temîrê di nava malbat û derdorek welatparêz de dayîk dibe û di temenekî biçûk de bi nasnamaya xwe ya civakî serwext bû. Hevreyê me Cemal ku zarokatiya xwe di nêvenga Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbas kir, bi şoreşa azadiyê re mezin bû. Hevreyê me ku di nêvenga têkoşîneke giran û di bin êrîşên dewleta Tirk a qirker û çeteyan de mezin bû, bê ku xeyalên xwe yên zarokatiyê bijî, bi êşên ku şahidiya van kir zû gihaşt. Hevreyê me Cemal ku mîna her Kurdekî bi rûmet xwest beşdarî doza azadiya gelê xwe bibe, di vê têkoşînê de rêya herî zehmet û bi rûmet ango milîtaniya fedaî hilbijart.

Hevreyê me Cemal ê ku di sala 2018’an de bi xwestek û vîneke mezin dest bi jiyana li çiyayan kir, bê sekn û bêhndanê beşdarî gelek xebatan bû. Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedaî hemû erkên xwe bi heman hezkirinê bi cih anî û her tim pîvana serketinê bingeh girt. Hevreyê me Cemal ku zû fêr dibe, dixe pratîkê û ji xwe re dike tecrûbe, bi awayek zû pêş ket. Hevreyê me Cemal ku li qada Zapê bi sekn, fedakarî, rûkeniya xwe û bi beşdarbûna xwe ya bi moral dihat naskirin, li ser her hevreyên xwe ku pê re maye, şopên xwe hişt. Bi baweriya mezin a taktîkên gerîla û tarzê serdemê beşdarî erkên serdemê bû. Ji bo ku Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi xurtî bi kar bîne kedek mezin daye û ji bo ku di îdeolojiya Apoyî de kûr bibe û pêş bikeve her tim xwe perwerde kiriye û şareza bûye. Hevreyê me Cemal ku giringiyek mezin dide pêşketin û pisporbûna hunera leşkerî, ji bo bibe gerîlayekî profesyonel di hemû taktîkan de pispor bû. Di taktîkên sabotajê de serwext bû û bi fedekariyeke mezin binesaziya sabotajên ku encamên bi bandor biafirîne, amade kir. Hevreyê me Cemal ku bi ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî beşdarî erkên serdemê bû, di heman demê de pêşengiyê jî ji xwe re kir erk û di şerê tîmên pispor de bû fermandarek pêşeng. Şerê tîma pispor bi awayek ser ketî bi cih anî û di yekîneyên gerok de rolekî girîng lîst. Hevreyê me Cemal ku yek jî kedkarên mezin û fermandarê pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ye, di amadekariyên tunelên şer de û li her kedeke mezin daye. Hevreyê me Cemal ê heta nefesa xwe ya dawî bû mîlîtanê fedaî ya Apoyî û fermandarê pêşeng, wê her tim ji bo hevreyên xwe û gelê Kurd weke yek ji lehengên gelê xwe ku navê xwe li dîroka azadiyê nivîsandiye, bibe mînak.”