HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya çar gerîlayên li Gîresûn û Dersimê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: "27'ê Gulana 2018'an, li navçeya Guce ya Gîresûnê komek ji hevalên me û hêzên TC ên dagirker li hev rast hatin û şer derket. Di vî şerî de hevalên me Şoreş û Berxwedan ku bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.

Me beriya niha ji raya giştî re eşkere kiribûn ku 2'ê Hezîrana 2018'an li qada Kirmizi Dag a li navenda Dersimê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên TC a dagirker 4 hevalên me şehîd bûne. Di heman êrîşê de têkilî bi hevalên me Baran û Fîraz re qut bûbû. Piştre lêkolîn hate kirin û di encamê de eşkere bû ku her du hevalên me jî şehîd bûne."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan:

Nasnav: Şoreş Ciwan
Nav paşnav: Bariş Coşkûn
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Rûkiye-Mîrze
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Gulana 2018 / Gîresûn

Nasnav: Berxwedan Metîna
Nav paşnav: Nevzat Demîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Dîlber-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Gulana 2018 / Gîresûn

Nasnav: Baran Cûdî
Nav paşnav: Yaşar Kaya
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Sûltan-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2018 / Dersim

Nasnav: Fîraz Paramaz
Nav paşnav: Mahsûm Aslan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hanîfe-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2018 / Dersim

Hevalê me Şoreş Ciwan li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji dayik bû. Di emrekî ciwan de bala wî çû ser Tevgera Azadiyê ya Kurd û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta TC a dagirker ên li ser gelê Kurd, ji bo tevlî nava refên têkoşînê bibe ji sala 2005'an û pê ve tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Şoreş ji roja hat nava refên gerîla û pê ve bû gerîlayekî serketî û li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Dersim, Derya Reş û Şaholarê gerîlatî kir. Bi vî rengî ji bo azadiya gelê me têkoşiya. Ji Şahoyan heta Derya Reş bi pratîka xwe ya gerîlatiyê re li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bi rengekî çalak şer kir û bû gerîlayekî şareza. Di nava gerîla de sekn lê nedibû û her tim derbên giran li dijmin dixist. Bi taybetî li Derya Reş bû yek ji rêveberên serketî yê rêbaza gerîlatiyê ku hevalê me Celal Başkale afirand û bû tirsa dilê dijmin. Li Derya Reş di pratîka gerîla de tevlî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist.

Hevalên me Berxwedan Metîna, Baran Cûdî û Fîraz Paramaz li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û di heman demê de tevlî nava refên gerîla bûn. Bi gerîlatiya xwe ya li Derya Reş û Dersimê re di demeke kin de tevlî şerê giran bûn û li dijî dijmin bi rengekî bê eman li ber xwe dan. Li dijî polîtîkayên teslîmiyetê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MP'ê li ser gelê Kurd ferz dike, li ber xwe dan û ji bo azadiya gelê me kevneşopiyeke mezin a berxwedanê li dû xwe hiştin.

Ji ber şehadeta her çar hevalên me, em ji malbatên xwe yên hêja yên şehîdan û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û careke din sozê didin ku li ser bingeha kevneşopiya bexwedanê ya şehîdan, têkoşîna me wê heta azadiya gelê me bidome."