HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Ev hevalên me yên hêja peywirên xwe yên serdemê bi awayekî serkeftî bi cih anîn û êrîşên qirkirinê yên dijmin pûç kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev agahî da

“Hevrêyên me Berfîn, Elîşêr, Nûman û Karker ên ku bi pêşengiya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi erka xwe ya dîrokî re cih girtin, beşdarî gelek çalakiyan bûn û di demên cihê de şehîd bûn. Van hevalên hêja ku her yek ji wan bi tevlêbûna fedaî, bi ked û sekna xwe ya fedakar fermandarên mînak in, erka xwe ya serdemê bi awayekî serketî bi cih anîn û êrîşên qirkirinê yên dijmin pûç kirin. Van hevrêyên leheng ên ku ji Çiyareş heta Saca û Kokerê her dever veguherandine qada berxwedanê û hîmên serketina îradeya Apoyî danîne, talîmat dane me ku em têkoşînê mezintir bikin. Weke rêhevalên wan em careke din soz didin ku bi xwedîderketina li bîranînên van hevrêyên hêja, em ê xeyalên wan pêk bînin.

Agahiyên nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Berfîn Botan

  Nav û paşnav: Rihan Xelef

  Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê

  Navê dê û bav: Emşa - Mahsûm

 Dîrok û cihê şehadetê:  11’ê Hezîrana 2022’an  / Zap

 

  Nasnav: Elîşêr Zagros

  Nav û paşnav: Ugûr Bektaş

  Cihê jidayikbûnê:Çewlig

  Navê dê û bav: Gul - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Nûman Amed

 Nav û paşnav: Keyûmers Sadiqî  

  Cihê jidayikbûnê: Merîvan

  Navê dê û bav: Gelawêj – Îbrahîm

  Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Karker Îsyan

  Nav û paşnav: Orhan Kûnûr

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Zelîha - Osman

  Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2022’an / Zap

 

BERFÎN BOTAN

Hevrêya me Berfîn li bajarê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Malbata hevrêya me Berfîn ji destpêka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve di nava refên têkoşînê de cih girtiye û bi ked û fedakariya xwe bûye malbateke mînak a welatparêz. Malbata hevala me piştî destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, di nava xebatên şoreşgerî de cih girtin, ji bo ku fikrên Rêber Apo bidin jiyîn kedeke mezin dane û didin.Hevrêya me Berfîn bi avantaja ku di malbateke bi vî rengî ya bi qîmet de mezin bûye, PKK’ê ji biçûkatiya xwe de nas kiriye. Bi taybetî di destpêka salên 2000’an de dema ku hevrêyên me li Rojava bûn û xebat dikirin, firsenda naskirina gelek hevrêyên me çêbû û ji sekna jiyana van hevalan gelekî bandor bû. Jiyana çiya û gerîla ya ku van hevalan vegotin bala hevrêya me Berfîn kişand. Ji ber vê yekê, tevî ku hê zarok bû jî, xeyal dikir ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hevrêya me Berfîn bi berpirsyariya jina Kurd a welatparêz tevlî nava refên şoreşê bû û di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ku rengê jinê li pêş bû xwedî kedeke mezin bû. Bi taybet di navbera salên 2011-2016’an de ku êrîşên çeteyan dijwar bûn, beşdarî gelek tevger û şeran bû. Li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên gelê me, li her derê û her çi dibe bila bibe, li hemberî êrîşên ku li dijî destkeftiyên gelê me tên pêşxistin, bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Berfîn ku bi serkeftina xwe ya di şer de di demeke kin de bû fermandar, roj bi roj têkoşîna xwe geş kir û bû fermandara jin a pêşeng. Hevrêya me Berfîn ku derfeta dîtina rastiya ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava di heman demê de şoreşa jinê ye, bi dest xist, her tim hewl da ku layiqî Rêber Apo be. Bi van hewldanan xwest di kesayeta xwe de nasnameya jina azad biafirîne. Di vî warî de giran lêkolînê. Di sala 2016’an de dema ku êrîşên çeteyan bi giranî hatin şikandin, hevrêya me Berfîn a ku tevlîbûna nava refên gerîla da pêş xwe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Berfîn a ku di Akademiya Jina Azad a Şehîd Berîtan de di dema tevlî nava refên gerîla bû wê xwest layiqî helwesteke milîtanî ya têkoşîna azadiya jinan a Rêbertiya me be. Ji bo bidestxistina van armancan, bi hevrêyên xwe yên jin ên ku pê re perwerde dibû re nîqaşên kûr dikir û hewl da gelek xalên windabûyî temam bike.Hevrêya me Berfîn ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, piştre tevlî nava xebatên şervanên nû bû. Ji bo perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû tevlî nava refên gerîla bûne û ji bo ku wan bigihîne asta gerîlayên azadiyê xebateke bêhempa da meşandin. Di wê pêvajoyê de hevrêya me Berfîn jî bal kişand ser taktîk û şêwaza leşkerî ya serdema nû. Hevrêya me Berfîn ku berê xwedî ezmûna şer bû, ji bo ku di şêwazê şerê gerîla de kûr bibe, ji ezmûnên hevalên xwe sûd wergirt. Hevrêya me Berfîn a ku ji bo polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me bi dawî bibe, di sala 2018’an de weke fermandara yekîneyê derbasî herêma Zapê bû. Li gel pratîka şerê dijwar a li herêma Zapê; felsefeya Rêbertî û xeta azadiya jinê ji xwe re kiriye rêbaza jiyanê û bûye fermandareke li gorî wê dijî. Li gel helwesta xwe ya kedkar, nefsbiçûk, hemû hevrêyên xwe yên jiyanê hembêz dikir, bi sekna xwe ya di têkoşîna rêxistinî de ku rê nade paşverûtiyê û her tim dixwaze li derdora xwe bedewiyê biafirîne, karîbû di dilê hemû hevalên xwe de cih bigire. Dema ku di bin her şert û mercî de hewl dida nasnameya jina şoreşger temsîl bike, xwest li cihê ku karekî zehmet lê hebe li wir cih bigire û li gorî wê bi cih bû.

Di her pêngava êrîşên dijmin ên di 14’ê Nîsana 2022’an de dest pê kir de, li gelek deverên Zapê roleke girîng lîst û li dijî êrîşên herî xiyanetkar û hovane yên serdemê yên li herêma Çiyareşê berxwedaneke bê hempa nîşan da. Ligel ku birîndar bû jî nexwest ji qadê derkeve, dixwest heta kêlîka dawîn bi hevalên xwe re be û heta dawiyê li hemberî şert û mercan li ber xwe de.

birîndarbûna xwe jî nexwest qadan biterikîne, xwest heta kêliya dawî li cem hevalên xwe be û heta dawiyê li hemberî hemû şert û mercên neyînî li ber xwe bide. Hevrê Berfîn a ku bi cesaret, hezkirina jiyan û hevrêtiyê, bi kedkarî û fedakariya xwe nasnameya jina azad baş temsîl dikir, tevlî berxwedana li Çiyareş bû û derbeke giran li dijmin da. Hevrê Berfîn pîvanên fermandariya YJA Starê ya gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de ava kir. Ew ê bi xeyal, hêvî, lêgerîna xwe ya azadiyê têkoşîna me ronî bike.

ELÎŞÊR ZAGROS

Hevrêyê me Elîşêr di nava malbateke welatparêz û Elewî ya bi eslê xwe ji Çewlîgê, li Stenbolê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku hawirdora ku lê dijî, cihekî kedkar û welatparêz e, hevrêyê me Elîşêr ji ciwaniya xwe ve nakokiyên çînî û polîtîkaya qirkirinê ya ku dijmin dixwaze li ser gelê me bimeşîne, dîtiye. Ji malbateke Elewî û Kurdistanî bû sedem ku hevrêyê me Elîşêr zêdetir rastî zextên dijmin were. Lê belê hevrêyê me Elîşêr weke kesayetek Kurdistanî û Elewî her tim jiyaneke layiqî nasname û baweriya xwe jiyaye û di vê de israr kiriye. Hevrêyê me Elîşêr li dijî siyaseta bê nasnamekirinê, asîmilasyonê û zextê ketiye nava lêgerîna têkoşînê. Li ser vê bingehê felsefeya Rêbertiyê ya ku qet jê dûr nebû xwest fêm bike û li ser vê bingehê têkoşîn kir. Pêşî di nava xebatên ciwanan de cih girt û bi serkeftina xwe ya di van xebatan de di destpêka jiyana xwe ya têkoşînê de bû mînak. Êrîşên dijwar ên dijmin, şehadeta bi dehan hevrêyên me yên di nava refên gerîla de, tecrîd û zextên li ser Rêbertiya me bûne sedem ku lêgerîna hevrêyê me Elîşêr hîn bêhtir berfirehtir bibe. Li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe ku weke qada têkoşînê ya herî berhemdar dîtiye û di sala 2011'an de di salvegera Pêngava birûmet a 15'ê Tebaxê de tevlî nava refên gerîla dibe.

Piştî perwerdeya şervanên nû, zû hînê jiyana çiya û gerîlatiyê bûye û ji ber azweriya xwe ya azadiyê, di nava xwe de guhertinên girîng afirand, pêşketineke mezin çêkir. Hevrêyê me Elîşêr ê ku dixwaze xwe di hunera leşkerî û şêwaza gerîlatiyê de bi pêş ve bibe û di vî warî de jî xwedî pêşniyazan e, di qada sabotajê de jî bûye gerîlayekî profesyonel. Piştî pratîka nêzî 3 salan berê xwe da eniyên şer da ku li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê, bi gelê me re be. Û weke milîtanekî pêşeng ê gelê me vê erka xwe bi cih anî. Di eniyên şer de bi biryardarî û bi tempoyeke bilind beşdarî xebatan bû û di gelek çalakiyên li dijî çeteyan hatin pêşxistin de cih girt. Di heman demê de ji ber ku di qada sabotajê de pispor bû rê li ber gelek komkujiyên ku çeteyan dixwestin pêk bînin, peywireke girîng bi cih anî.

Di şerê dijwar de bi şehadeta hevrêyên xwe gelekî bandor bû û ji bo tolhildana wan têkoşînek mezin da. Her çendî xwediyê têkoşîneke bi fedaî bû jî, lê dît ku têkoşîna wî têra azadiya gelê me û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me nake. Bi baweriya ku divê ji bo vê yekê têkoşîneke bi bandortir bimeşîne, di sala 2017'an de tevlî Hêzên Taybet bû. Di pêvajoya perwerdeyê de hewl da ku kesayetek layiqî gelê me û Partiya me ava bike û xwest bi vî awayî xwedî li nirxên ku hevrêyên me yên şehîd avakirine, derkeve. Mîna hevrêyê me Şehîd Zîlan ku bi lêhurbûnên xwe yên kûr bû sembola xeta me ya fedaîbûnê, hevrêyê me Elîşêr jî diyar kir ku ew ê di sekn, jiyan û çalakiya xwe de li ser xeta Zîlan bimeşe. Ji bo vê jî fedaîbûnê wiha pênase kir: ‘Heta nefesa xwe ya dawî nirxên ku şehîdên me yên leheng avakirine, di dilê xwe de hilgirtine’. Hevrêyê me Elîşêr ku li gorî vê biryardariyê bûye xwediyê kesayetek wisa, di serî de bi dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî û xeta şehîdan, bi baweriya xwe ya bi azadiya gelê me re û bi hezkirina xwe ya ji bo hevrêyên xwe, hema van nirxan di kesayeta xwe de xemilandiye.

Hevrêyê me Elîşêr ku bi lêhûrbûna xwe ya kûr a li ser xeta fedaîbûnê, hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist, di pêkanîna van lêhurbûnên xwe de israr kir û xwest derbasî qadên pratîkî bibe. Li ser vê bingehê li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêma Zapê, xwest bi hevrêyên xwe re li çeperên berxwedanê cih bigire. Hevrêyê me Elîşêr ê ku bi helwesta xwe ya li herêma Zapê ya ku weke fermandarekî pêşeng çûbû, bandor li hemû hevrêyên xwe kir û bi tevlêbûna xwe ya fedaî ev peywira pêşeng a di şer de bi cih anî. Beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêma Zapê bû, derbên giran li dijmin xist. Di meha Hezîranê de ku şer dijwar bû, bi ruhekî fedaî xwest berxwedanê geş bike û di vî warî de xebatên girîng dan meşandin. Hevrêyê me Elîşêr ku di êrîşa dijmin a 19’ê Hezîranê de şehîd bû, wê her tim weke fermandarekî pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ji aliyê hevrêyên xwe ve bê bîranîn.

NÛMAN AMED

Hevrêyê me Nûman li Merîwanê ku yek ji qadên girîng ên berxwedanê yên Rojhilatê Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Nûman jî mîna hemû gelê me yê Rojhilat xwedî li çand, kevneşopî û nirxên neteweyî yên Kurdî ye; dilê wan bi gerîlayên Kurdistanê yên ji bo azadiya gelê me têdikoşe bû. Di wê baweriyê de bû ku têkoşîna azadiyê ya ku partiya me daye meşandin wê teqez gelê me azad bike û welatê me Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bike. Wî ev yek ji şêwazê şerê fedaî yê ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bêyî berjewendiyên xwe pêş dixist û di vê çarçoveyê de ji helwesta wan ya bê tawîz a li hemberî dagirkeran fêm kir. Ji bo vê jî vê malbata hêja têkoşîna me ya azadiyê ya ku di pêşengiya Rêber Apo de pêş ketiye her tim bi hişmendiyeke mezin hembêz kiriye. Vê malbata hêja hevrêyê me Nûman bi exlaq û çanda civakî û zarokên xwe yên din mezin kir û hişt ku bibe xwedî taybetmendiyên welatparêziyê. Ji ber vê yekê hevrêyê me Nûman ji biçûkatiya xwe ve ji gerîlayan hez dikir û tevlîbûna xwe ya gerîla weke xeyaleke zarokatiyê mezin kir.

Hevrêyê me Nûman bi berxwedana destanî ya gelê me û şervanên me ya li Rojava bi taybet li Kobanê pêş ket, gelek bandor bû. Rastiya ku ji Rojhilat heta Başûr, ji Bakûr heta Kurdên li derveyî welat û dostên gelê me bi hezaran ciwan xwe spartin çeperên berxwedanê û li dijî çeteyan şer kirin, hişt ku hevrêyê me Nûman jî berê xwe bide nava refên têkoşînê. Li ser vê bingehê hevrêyê me Nûman berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên serhildêr û azad û tevlî nava refên gerîla bû ku xeyala wî ya zarokatiyê bû. Di nava refên gerîla de bi kesayeta xwe ya gihîştî, kedkar û dilnizim bala hevrêyên xwe dikişand û ji roja destpêkê ve bawerî dida hevrêyên xwe. Hevrêyê me Nûman ku beriya ku tev li gerîla bibe, zêdetir sempatîzan bû, ji bo bibe milîtanekî Apoyî yê pêşeng û gerîlayekî jêhatî, kete nava hewldaneke bêhempa. Li ser vê bingehê di nava şert û mercên dijwar ên şer de xwestiye xwe amade bike, ji bo vê jî li akademiyên gerîla li ser taktîkên şer xwe perwerde kiriye. Di pêvajoya perwerdehiyê de tevahî lêhûrbûnên xwe daye ser perwerdê û bi awayekî serkeftî qedandiye û xwe ji qadên şer re amade kiriye. Di vê pêvajoyê de hêj bêhtir firsenda naskirina bîrdoziya Rêbertî, exlaq û çanda partiya me bi dest xistiye. Lê belê tu carî xwe têr nedîtiye û lêgerînên xwe dewam kiriye. Hevrêyê me Nûman ku herî zêde li qada Qendîl û Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand, bi tevlîbûna xwe yê fedekar bû mînak. Roj bi roj xwe pêş xistiye û ji hevrêyên xwe hînî gelek tiştan bûye. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecanî ji bo tevahî hevrêyên xwe bûye çavkaniya kêfxweşiyê û di vî warî de bûye milîtanek pêşeng. Hevrêyê me Nûman ku her tim pêşniyar dikir derbasî herêmên ku şer lê dijwar dibe bibe, di vê daxwaza xwe de israr kiriye û bi ser ketiye.

Hevrêyê me Nûman ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên 14’ê Nîsanê derbasî qada Zapê bû, bi kelecaneke mezin bi hevrêyên xwe re mil bi mil li dijî dijmin şer dike. Hevrêyê me Nûman ku di dawiyê de tevlî şerê azadiyê yê ku bi salan xwe jê re amade kiribû, bi çalakiyên xwe xwest ku kîna xwe ya li hemberî dijmin nîşan bide. Li ser vê bingehê beşdarî çalakiyên li gelek herêmên Zapê bû û di lêdana derbên mezin li dijmin de rol lîst. Hevrêyê me Nûman ku di hevrêtiya xwe de bi dilsozî, nêzîkatiyên xwe yên durist, sade û kesayeta xwe ya kedkar re hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kiriye, bi şehadeta xwe û têkoşîna xwe re wê her tim rê nîşanî me hevrêyan bide.

KARKER ÎSYAN

Hevreyê me Karker Îsyan li bajarê Botanê Silopyayê ku warê berxwedan û serhildane ye ji dayik bû û di nava malbatekî welatparêz de mezin bû. Mîna her malbateke welatparêz a Botanê, malbata hêja ya hevreyê me Karker jî zarokên xwe li gorî çand û kevneşopiyên welatparêziyê mezin kiriye. Malbata me ya hêja ku baş dizanin li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hebûna xwe tenê dikarin bi israra çand, ziman û nasnameya biparêzin, di vî warî de bûye mînaka malbatek welatparêz. Tevî zext û gefên dijmin di têkoşînê de bi israr bûn û serê xwe ji dijmin re netewandin. Malbata me ya hêja ku kevneşopiya berxwedanê derbasî zarokên xwe ji kirin, her tim di berxwedana mafdar a gelê me de berdêl daye. Hevreyê me Îsyan Karker- Xezal Kunur di sala 2013’an de cara yekem ji vê malbata hêja ku çanda berxwedanê ya Botanê kir taybetmendiyên kesayetiya xwe, tevlî nava refên gerîla bû û weke xwediyê jiyan û têkoşîneke destanî di Berxwedana Xwerêveberiyê de gihişt asta şehadetê. Piştre di sala 2014’an de hevreyê me Karker Îsyan ji tevlîbûna birayê xwe hevrê Îsyan bandor dibe, berê xwe dide çiyayên pîroz ên Cûdî û tevlî nava refên gerîla dibe.

Hevreyê me Karker ku perwedeya yekem a gerîlatiyê di herêma Cûdiyê de dibîne, bi tecrubeyên xwe yên Cûdiyê di demeke kurt de bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Karker ê ku piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir perwerdeya xwe domand û di şerê gerîla de bû pispor. Di nava refên gerîla de yekem car dibe heyranê xwezaya bi heybet a çiyayên Kurdistanê. Her wiha ji samimiyet û durustiya têkiliyên hevaltiyê ku yek ji esasên herî bingehîn ên partiya me ye bandor dibe û ji bo ku bibe hevrêyek baş kedeke mezin dide. Di vî warî de ji bo rakirina bandorên sîsteme yên li ser xwe jî kedeke mezin da û hewl da ku zêdetir taybetmendiyên xwezayî ya Botanê di kesayeta xwe de bi cih bike.  Her ku ji bandorên pergalê rizgar bû, ewqasî xwe nas dikir, lewma jî azad dibû. Ji bo îdeolojiya Rêbertiyê fêm bike û jiyana xwe li ser esasê vê îdeolojiyê bi rê ve bibe, kedeke mezin da. Ji bo ku di vê hewldanê xwe de serketî be her tim lêhûrbûn dike û vê yekê ji xwe re dike şêweyê jiyanê. Hevreyê me çawa ku di şerê li dijî çeteyan de bi cesaret û xwînsariya xwe ji hemû hevreyên xwe re dibe mînak, bi rihê êrîşkar a Apoyî jî pêşengiyê dike. Bi saya taybetmendiyên xwe yên fedakar û kedkar bû çavkaniya hêza hevreyên xwe. Hevreyê me Karker ku di gelek pengavên li dijî çeteyan de cih girt, di van pengavan de du car birîndar bû û tevî vê yekê jî ti car dest ji têkoşîn û biryardariya xwe berneda û bû layiqê hevreyên xwe yên şehîd. Hevreyê me Karker piştî serketinên di şerê li dijî çeteyan de, bi serbilindiya mafdar ku erka xwe ya li hemberî gelê me bi serketî temam kiriye, cardin berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevreyê me Karker li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê, xwest biçe herêmên şer û weke fermandarê yekîneyê derbasî herêma Zapê bû.

Hevreyê me Karker ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku 14’ê Nîsanê dest pê kirin, bi moral û kelecaneke mezin cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de erka xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih anî. Hevreyê me Karker ku tecrûbeyên xwe yên şer bi hevreyên xwe re parve dike, bi taybetî ji bo pratîka taktîkên gerîla yên serdema nû dewlemendtir bibe kedeke mezin da. Hevreyê me Karker bi baweriya xwe ya taktîkên gerîla yên serdema nû xwest li hemberî dijmin çalakiyên ji nişka ve pêş bixe û ji bo vê her tim di nava lêgerînê de bû. Hevreyê me ku derfet dît van xwestek û lêgerînên xwe bixe pratîkê, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hat xistin de cih girt û bi rengekî rast xwedî li bîranînên hevreyên me yên şehîd derket. Hevreyê me Karker ku bi kesayeta xwe ya fedekar û bi coş derbasî qada şer bû û bû yek jî  fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Hevreyê me Karker di 19’ê Tîrmeha 2022’an de di êrîşên dijmin de şehîd bû. Mîna têkoşîna xwe wê bi şehadetê xwe re jî pêşengiya me bike. Em soz didin ku em ê di şexsê hevrêyê xwe Karker Îsyan de ala şoreşê bi layîqa hemû şehîdên xwe hilgirin.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên hêja ên fermandar Berfîn, Elîşêr, Nûman û Karker re dixwazin ku bi tevlîbûnên xwe yên fedaî di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de derbên giran li dijmin dan û bû sembol. Em ê teqez xeyalên şehîdên xwe yên 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' pêk bînin.”