HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, agahiyên li ser nasnameya 4 gerîlayên li Colemêrg, Dersim û Sêrtê şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin, gerîla Mahsûm Devran û Tekîn Cîlo 22'ê Hezîranê li Sêrtê, Leheng Biryar 2'ê Tîrmehê li Dersimê û Rûken Kato jî 7'ê Tîrmehê li Colemêrgê di şer de şehîd bûne.

Daxuyanî li malpera HPG'ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

Roja 22'ê Hezîranê, artêşa TC a dagirker, li herêma Kato Heşet a navçeya Berwarî ya Sêrtê derket operasyonê. Di operasyonê de, di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Hevrêyên me Mahsûm û Tekîn ê di vî şerî de bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya herdu gerîlayên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Mahsûm Devran
Nav paşnav: Halîl Atabey
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Alaaddîn
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Hezîrana 2017 / Sêrt

 

Nasnav: Tekîn Cîlo
Nav paşnav: Mûhemmed Reşo
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Cemale-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Hezîrana 2017 / Sêrt

Di daxuyaniya xwe de ya 10'ê Tîrmehê, me ragihandibû ku li herêma Şehîd Hasan a navçeya Pilemûrî ya Dersimê, roja 2'ê Tîrmehê di şer de hevalekî me bi lehengî şer kir û şehîd bû. Nasnameya vî gerîlayê me yê şehîd bû wiha ye:

Nasnav: Leheng Biryar
Nav paşnav: Hadî Emînî
Cihê jidayikbûnê: Selmas
Dayik-Bav: Xorşît-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tîrmeha 2017 / Dersim

Di daxuyaniya xwe de ya roja 10'ê Tîrmehê, me eşkere kiribû ku artêşa TC a dagirker roja 7'ê Tîrmehê li dora qereqola Xirvatê ya ser bi navçeya Gever a Colemêrgê derketiye operasyonê û di vî şerî de gerîlayeke me şehîd bûye. Nasnameya gerîlaya me ya şehîd wiha ye:

Nasnav: Rûken Kato
Nav paşnav: Gulsîn Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Emîne-Abûzît
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2017 / Colemêrg