HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Bradostê û Amedê di çalakiyan de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me yên gerîla, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de ku li qada Bradost û Zagrosê dest pê kirine, roja 27'ê Nîsanê li dijî hêzên dijmin ên dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin operasyoneke berfireh a şoreşgerî li girê Lêlîkanê kiribûn. Di operasyonê de ku ji 8 baskan ve hate kirin, 34 leşkerê dijmin hatibûn kuştin. Di operasyona şoreşgerî de ku bi ruhê êrîşê yê serdemê de hevalê me Serdem Pîr bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Serdem Pîr
Nav paşnav: Adem Aytiş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sîmonperî-Yakûp
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Nîsana 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

SERDEM PÎR

Hevalê me Serdem Pîr li navçeya Erdîş a Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Li cihê lê mezin bû, şerê li Kurdistanê ji nêz ve dît û rastiya dijmin baş nas kir. Li dijî asîmîlasyonê û hewldanên sîstemê yên ji bo şikandina îradeya gelê Kurd, di emrê xwe yê ciwantî de tevlî nava refên gerîla bû û biryar da ku ji bo azadiya gelê me têbikoşe. Ji dema ku xwe gihand herêmên gerîla û pê ve xwe timî perwerde kir û hewl da bibe gerîlayekî xurt û têgihiştî. Tevî emrê xwe yê ciwan hay ji mîsyona xwe hebû û li ser vê bingehê di eniya herî pêş de tevlî pêngava li dijî dijmin bû û bi erka xwe rabû. Li dijî artêşa TC a dagirker li Lêlîkanê bi ruhê êrîşê yê serdemê tevlî pêngavê bû, şer kir û derbên giran li dijmin xist. Heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Ji ber şehadeta hevalê xwe Serdem Pîr em sersaxiyê ji malbata xwe ya welatparêz, ji malbata Aytiş û ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Û em soza xwe dubare dikin ku ji bo armanca xwe ya Rêbertiyê azad û Kurdistana azad em ê di asta pêngavî de têkoşîna xwe geş bikin.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ YÊN LI AMEDÊ ŞEHÎD BÛN

19'ê Nîsanê artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Remzî ya navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Operasyon bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra dest pê kir û artêşa TC a dagirker bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Piştî bomberdûmanê leşkerên xwe li herêmê danî. Di navber hêzên me û leşkerên dagirker de şer derket. Artêşa TC a dagirker ku ji bejahî ve nikare li dijî hêzên me şer bike, bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Hevrêyên me Sema û Asmîn ku bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, ji ber bomberdûmanê şehîd bûn. Operasyon 20'ê Nîsanê qediya.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Sema Întîkam
Nav paşnav: Zuhre Yarici
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Dîlber-Abdulbahrî
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Nîsana 2018 / Amed

Nasnav: Asmîn Gelawêj
Nav paşnav: Leyla Çapin
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Salîha-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Nîsana 2018 / Amed

 

SEMA ÎNTÎKAM

Hevala me Sema Întîkam sala 1980'î li navçeya Bazîd a Agiriyê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û di emrê xwe yê zarokatiyê de faşîzma 12'ê Îlonê ya dijmin dît. Li herêmeke Kurdistanê mezin bû ku dewleta TC polîtîkaya asîmîlasyon û tinekirinê li ser ferz dikir. Lewma rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Ji bo paşeroja azad a gelê Kurd, ji bo karibe li dijî dijmin bi rengekî çalak têbikoşe sala 1998'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevala me Sema ku xwedî hişmendiyeke xurt a neteweyî bû, piştî ku xwe gihand qadên gerîla ji dil tevlî bû. Li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo ya jinên azad xwe perwerde kir, xwe gihand cewhera xwe û li çiyayên Kurdistanê bû gerîlayek û fermandareke gerîla ya têgihiştî. Li her herêma lê dima bi erk û berpirsyariya xwe rabû, xwedî li hevrêyên xwe derket, ew perwerde kir û bi xurtî tevlî bû. Hevala me Sema piştî ku li gelek cihên Herêmên Parastinê yên Medyayê ma berê xwe da Bakurê Kurdistanê û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku dijmin li ser gelê me ferz dike, li refên herî pêş şer kir. Li eyaletên Garzan û Amedê ma û bi kedeke mezin hewl da. Heta ku şehîd bikeve bû milîtaneke xurt a Rêber Apo û têkşîna me. Ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya.

ASMÎN GELAWÊJ

Hevala me Asmîn Gelawêj li Mûşê ji dayik bû û di emrê ciwantî de têkoşîna azadiyê ya Kurd şopand. Dema ku zanîngeh dixwend, bi rengekî çalak cihê xwe di nava karê ciwanan de girt û piştre li dijî polîtîkayên zordar ên dijmin tevlî nava refên gerîla bû. Hevala me Asmîn ji kêliya xwe gihand qadên gerîla û pê ve hewl da bibe gerîlayeke têgihiştî û xurt. Sekn lê nebû û timî di nava lêgerînê de bû. Hevala me Asmîn xwe bi îdeolojiya jinên azad bi rêxistan kir û nîşan da ku weke jinekê dikare gelek tiştan bi ser bixîne. Hevaleke ji dil bû ku di şerê gerîla yê serdema nû de ji aliyê tecrûbeya teknîkî ve xwe bi pêş xist û perwerdeya xwe bi gelek hevrêyên xwe re parve kir. Beriya ku biçe qada Bakur li Akademiyên Şehîd Mahîr weke hîndekarekê alîkarî da perwerdekirina gelek hevalan. Hevala me Asmîn li dijî polîtîkayên qirkirinê û zextên dewleta TC a faşîst ji bo karibe hê bi xurtî têdikoşe berê xwe da qadên bakur û di şerê dijwar de bi sekna xwe bû fermandareke mînak a gerîla.

Ji ber van şehadetan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, ji gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Em soz didin ku heta xewn û xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin em ê bi rengekî bê eman têbikoşin."