HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyên me Mesken, Herekol û Azadî wezîfeyên girîng ji me re hiştin ku divê teqez em bi ser bixînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kir:

“Li Herêmên Parastinê yên Medyayê yek ji berxwedanên herî bi rûmet a dîrokê lê tê raberkirin. Her roj derbeyên bandortir li artêşa Tirk a dagirker tê xistin û pêşî li dagirkeran tê girtin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi fedekariyek mezin, xwestek, biryardarî û îradeya Apoyî vê berxwedanê dimeşîne û ev yek ji hemû gelên berxwedêr re dibe çavkaniya îlhamê. Ev berxwedana ku şehîdên me yên pîroz bi fedakariyên bê hempa û tarzê şer ê fedayî derxistî holê, bê guman hîn mezintir dibe.

Hevrêyên me Mesken, Herekol û Azadî di têkoşîna dîrokî ya li hemberî dagirkeran hatî raberkirin de, her yek ji wan mîlîtanek Apoyî yên pêşeng bûn. Hevrêyên me di dem û cihên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja ku nûnerên ruhê berxwedana PKK û PAJK’ê ne, li hemû qadên têkoşînê bi jiyan, seknên xwe yên mîlîtanî û zelaliyên di îdeolojiya Apoyî de ji hevrêyên xwe re bûn mînak. Hevrêyên me Mesken, Herekol û Azadî bêyî teredut li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger û qirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer kirin û wezîfeyên me girîng ji me re hiştin ku divê teqez em bi ser bixînin.

Ez soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya ku şehîdên me yên pêşeng hevrê Mesken, Herekol û Azadî dewrî me kirî, bi ser bixînin. Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Mesken Nisêbîn

Nav û Paşnav: Zeynep Kaya

Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Naîle – Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Herekol Botan

Nav û Paşnav: Hesen Batmaz

Cihê ji dayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Medîne – Îbrahîm

Cih û dîroka şehadetê: Hezîrana 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Azadî Stêrk

Nav û Paşnav: Sîham Bozan

Cihê ji dayikbûnê: Girê Spî

Navê Dayik – Bav: Îlham - Mislim

Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeha 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

MESKEN NISÊBÎN

Hevrêya me Mesken li Nisêbînê ku bi welatparêzî û serhildanên xwe bûye sembol, ji dayik bûye. Hevrêya me di nava malbateke welaparêz a dilsozê kokê xwe û dirûst de mezin bûye û bûye xwediyê kesayeteke xurt û bi cewher. Xizmên nêz û xwişk/birayên hevrêya me Mesken tevlî têkoşîna azadiyê bûne. Birayê wê yê mezin Tevfîk Kaya dema milîstî dikir di salên 90’an de dijmin bi ser mala ku lê dima de girt û di êrîşa dijmin de şehîd bû. Di heman demê de ji malbata berfireh jî gelek tevlîbûn çêbûne. Ev yek dibe sedem ku hevrêya me Mesken hîna ji zarokatiya xwe ve li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê sempatî hîs bike. Hevrêya me Mesken bi eleqe û heskirinek mezin girêdayî gerîlayên ku lehengên mezin ên serdema me ne û li Kurdistanê xeta wêrekiyê zindî kirin, bû. Qasî 8 salan li dibistanên dewletê xwend, xwendevanek serkeftî jî bû. Lê nexwest bibe parçeyek ê vê sîtema ku dixwaze Kurdan asîmîle û qir bike. Keça meta wê hevrêya me Zîlan Întîkam (Kesîre Kayran) 14’ê Gulana 2015’an li gundê Eşra yê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şehîd dibe û ev şehadet hevrêya me Mesken pir bandor dike. Hevrêya me Mesken ji xwe re kir xeyala mezin ku di têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê xwe de cih bigire, bigihije çiyayên Kurdistanê û bigihije jiyana azad. Ji xwe re kir armanca bingehîn ku cil û bergên Gabardîn ê gerîla li xwe bike, bi mekapan li ser xakê gav bavêje û li ser vê rêyê bimeşe. Hevrêya me Mesken li ser bingehê hestên xurt, zanebûnek kûr û armancên mezin sala 2015’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêy me Mesken li Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû, ji jiyana xwe de gerîlayên destpêkê li wir dît. Hevrêya me Mesken piştre ji bo perwerdeya gerîla bibîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî perwerdeyên xwe yên destpêkê qedand, derbasî Avaşînê bû. Bi meş û pêngava li araziya zehmet a Avaşînê, rêyên wê yên di zinaran re derbas dibin, lûtkeyên wê û avên wê yên şîn, gav bi gav geriya û fêrî gerîlatiyê bû. Hevrêya me Mesken ku gerîla bi xwe jiyana azad dibîne, bi hezkirineke mezin tevlî vê jiyanê bû. Dît ku hevrêtiya PKK’ê ji hemû têkiliyên civakî zêdetir fedakariyek esas digire, bêyî berjewendî tê jiyîn. Hevrêya me Mesken ku ji van hemûyan bandor dibe, hem hewl da ku bibe hevrêya hevrêyan, hem jî bi tevlîbûna bi baweriyeke mezin jiyana azad ji xwe re esas girt. Wê li aliyekî gerîlatî, li aliyekî îdeolojî û paradîgmaya Apoyî, li aliyê din nasnameya xwe ya resen, îdeolojiya azadiya jinê û xwe nas kir. Hevrê Mesken bi xwendin, lêkolîn, nîqaş û lêpirsînê her gav ber bi pêş ve diçû û asteke girîng bi dest xist.

Piştî pratîka Avaşînê derbasî akademiya leşkerî bû û kir armanc ku bibe pispor. Di taktîka çekên giran de perwerde dît û di qada xwe de bû pispor. Bi hezkirinek mezin berê xwe da qadên pratîkê. Hevrêya me Mesken li qadên têkoşînê yên cuda, araziyên zehmet û şert û mercên giran de pratîk meşand. Hevrêya me Mesken bû şervanek a YJA Starê ya bi biryar, bi bawer, bi xwestek û îrade. Di pratîkên dijwar de derbas bû û bû mîlîtanek ku li qada têkoşîna dijwar şêwe girt. Ji şervantî heta xebatên biryargehê, ji parastina cewherî heta xebatên gel, ji muhaberetiyê û xebatên îstihkamê bû xwedî tevlîbûneke bê hempa. Hevrêya me Mesken bi tecrubeyên ku qezenc kirî bû fermandar. Li qadên ku lê ye hem zanî weke hevrêyekê pêşengiyê bike, hem jî bi berpirsyarî wezîfeya xwe ya fermandariyê bi cih anî. Hevrêya me Mesken bû milîtanekî hêja ya PAJK’ê ku bi îdeolojiya jina azad kesayeta xwe ya pak û sax ji nû ve ava kir û hêvî dida mirov. Zanî ku bi sekna xwe ya prensîb a di jiyan û têkoşînê de, bi tevlîbûna xwe ya di xetê de û bi tedbîrên tûj ên qebûlkirin-redkirinê piştgirî bide hemû hevrêyên xwe yên jin û mêr. Hevrêya me Mesken bi tevlîbûna xwe ya bi mînak a di pêşengtî û fermandariyê de, hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêya me Mesken ku berê wê her tim li têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bû, bi israr çû Bakur û li dijî dewleta Tirk a qirker a dagirker şer kir. Ji bo vê jî di her warî de hewl da xwe perwerde bike û amade bike. Ji bo bigihije gerîlatiya serkeftinê û pîvanên fermandariya YJA Starê yên serdema nû, li Akademiya Şehîd Bêrîtan beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû. Li ser bingehê pîvanên jina azad, ji bo ku gerîlaya YJA Starê ya mînak û fermandariya serkeftinê di kesayeta xwe de bi cih bike, hewldaneke cidî da. Tevlîbûna dilsoz a fedaî ya hevrêya me Mesken, hezkirina azadiyê û îdîaya serketinê ew kir fermandarek a serdema nû.

Hevrêya me Mesken di asta fermandariya herêmê de wezîfe girt û perwerdeya qedand. Bi kêfxweşiyek mezin derbasî qada pratîkê bû. Bêyî ku bibêje mezin yan biçûk hemû wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi eleqe û xwestekek mezin girt ser xwe. Bi fedakarî, samîmiyet, taybetmendiyên xwe yên hevrêtiyê, afirêneriya pratîkê û cesareta xwe ya mezin berpirsyarî girt ser xwe û bi layiqî bi cih anî. Hevrêya me Mesken dema ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser wezîfeya we bû, di meha Tebaxê de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me Mesken hemû jiyana xwe fedayê azadiya gelê xwe kir û di dilê malbat û gelê xwe de cihekî mezin girt. Bû fermandarek jin a Kurd ku em ê her tim pê serbilind bin. Domandina têkoşîna hevrêya me Mesken, rakirina çeka wê, tola wê hildan û pêkanîna xeyalên wê, dê bibe soz û pratîka me ya herî mezin. Di heman demê de têkoşîna bê navber a hevrêya me Mesken, wê ji bo ciwanên Mêrdînê, hemû jinên ciwan ên Kurd bibe mînak û rê nîşa bike.

HEREKOL BOTAN

Botan di têkoşîna me ya azadiyê de xwedî cihekî girîng e. Şerê me yê gerîla yê ku di pêşengiya fermandarê me yê mezin ê nemir hevrêyê me Egîd (Mahsum Korkmaz) de bi ked û berdêlên mezin dest pê kir, her sal mezin bûye û gihiştiye asta heyî. Dema tê gotin Botan gerîla û dema tê gotin gerîla Botan tê bîra mirovan. Gelek şehîdên me yên pêşeng bi kedeke mezin karîbûn gelê herêmê li ser esasê rast bi rêxistin bikin û cewherê PKK’ê rast bidin jiyîn. Gelê me yê welatparêz ê Botanê bi îdeolojiya Rêber Apo û nasnameya PKK’ê ji nû ve zindî bû, derket ser dika dîrokê û herikî nava refên gerîla. Herêma Besta ya ku yekemîn xebatên rêxistinî lê dest pê kir jî di destpêkê de îdeolojiya Partiya me naskiriye û pejirand. Gundê Xirbikê Bestê yê Bestayê bi tevlîbûn û şehadetên xwe yek ji van gundan bû. Ji ber vê welatparêziya xwe, herêm bêhejmar rastî komkujî û zordariya artêşa Tirk a dagirker hatiye. Gelê me yê welatparêz a Botanê serî li ber dagirkeran netewand û di jiyana bi rûmet de israr kir. Rejîmên Tirk ên faşîst, taybetmendiyên dagirkerî, qirkirin û talanê yên ku ji dewleta Osmanî weke mîrate wergirtine, careke din xistin meriyetê; bi hezaran gund hatin şewitandin, gelê me koçber û sirgûn kirin. Endamên birûmet ên gundê Xirbikê Bestê ku yek ji van gundan e, li her cihê ku çûne dev ji doza azadî û jiyana bi rûmet bernedane.

Malbata hevrêyê me Herekol ku bi eslê xwe ji warê Egîdan gundê Xirbikê Bestê ye, ji ber ku gundê wan hate şewitandin, destpêkê li Şirnexê û piştre li Wanê bi cih bûne. Hevrêyê me Herekol ku ji çand û mîrateyek berxwedanê ya dîrokî tê, li gorî ziman û çanda xwe di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bûye. Hevrêyê me Herekol ji ber tevlîbûn û şehadeta xizmên xwe bi awayekî serbilind jiya û ji zarokatiya xwe ve Tevgera me nas kiriye û pê re eleqedar bûye. Zarokên Kurd ên ku di şert û mercên şer ên Kurdistanê de di nava qirkirinê de bûn, zû kamilbûn e. Hevrêyê me Herekol ku bi berxwedana destanî ya gerîlayan mezin bû, her tim xeyala tevlîbûna gerîla dikir. Hevrêyê me Herekol ku di sala 2007'an de ji bo pêkanîna xeyala xwe gav avêt, ji ber ku temenê wî biçûk bû, tevgera me ew şandine malê. Hevrêyê me Herekol ku kêliyekê jî dev ji xeyala xwe berneda, her ku mezin bû hişyartir bû û xwe bi rêxistin kir û tevlî xebatên ciwanan bû. Hevrêyê me Herekol, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên rejîmên faşîst ên Tirk ku hewl tê dayîn ciwanên Kurd ji tevgera me dûr bên xistin têkoşiyaye û ciwanan weke xwe bi rêxistin kiriye. Di sala 2012'an de careke din xwestiy tevlî nava refên gerîla bibe, lê vê carê piştî perwerdeyeke kin tevgera me ew şand karê bajêr. Hê aktîftir û bi bandortir beşdarî nava xebatên ciwanên taxa Xaçortê bû, ku mêtîngeran newêrîbûn gavekê jî biavêjin. Êrîşa faşîzma DAÎŞ’ê ya li ser gelê me, ku bi desteka dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê di çerçoveya polîtîkayên qirkirinê de xistiye dewrê û bû belayê serê mirovahiyê, bû sedem ku hevrêyê me Herekol careke din berê xwe bide çiyayan.

Hevrêyê me Herekol ê ku vê carê karî hevrêyên xwe qanih bike, di destpêka sala 2015’an de hat çiya û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Herekol li Xakurkê warê Bêrîtanan dest bi gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Herekol ê ku perwerdeya xwe ya bingehîn li vir dît, bi fedakariyeke mezin beşdarî perwerde û jiyanê bû. Hevrêyê me Herekol ku xwedî hişmendiyeke pratîk, jêhatî û zîrek bû, jiyana gerîla ya ku xeyal dikir, bi hezkirin hembêz kir û dest pê kir. Hevrêyê me Herekol ku ferq kir ku teşebûna yekemîn girîng e, bi desteka hevrêyên xwe ji bo bibe xwedî jiyanek watedar û pratîkeke mezin kedên mezin daye. Hevrê Herekol ku di her warî de xwe dide perwerdehiyê, di pratîkê de bi îdeolojiya Rêber Apo re bûye yek. Bi cewherê xwe yê fedakar, kedkar û bi coş ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate hezkirin û rêzgirtin. Ji bo ku bibe layiqî Rêber Apo û şehîdên me, bi hemû enerjiya xwe, xwe da jiyan û têkoşînê. Hevrêyê me Herekol ê ku xwe fedayê têkoşîna Rêber Apo û gelê me kiriye, bi îrade û baweriya xwe ya bi serkeftinê, bawerî daye derdora xwe jî.

Hevrêyê me Herekol bi şêwazê têkiliya ku bi hevrêyên xwe re çêkiriye, bi têkoşîna xwe, bi şerê xwe û bi tevlîbûna xwe ya komînal û kolektîf a di nava jiyanê de bûye xwedî seknek xurt. Her tim di têkoşîna me ya hebûn û azadiyê de pêşengtiyê kiriye armanc û bi pratîka xwe ya bêhempa erkên xwe yên pêşengtiyê bi cih anî. Hevrêyê me Herekol ku girîngiya parvekirinê baş dizane, hîn bû ku mirov bi parvekirinê pêş dikeve û zanîn watedar dibe. Her wiha li ser vê esasê tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kiriye û kêfxweşiyeke mezin jiyaye. Girîngiyeke mezin da hevrêtiya ku bi cewhera PKK’ê avabûye û bi yekkirina ruh re karî bi ser bikeve û bibe hevrêya hevrêyên xwe. Fêm kir ku bi îradeya Apoyî çi dikare were bidestxistin. Bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên li dijî operasyona dagirkeriya artêşa Tirk a li Xakurkê bû. Di dehan çalakiyên li dijî dagirkeran de cih girt û erka xwe bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me Herekol ku di jiyanê de xwe perwerde kir, piştî ezmûneke dirêj a pratîkî çû akademiyên bîrdozî. Bi lêhûrbûnên xwe yên li akademiyê re li ser bingeha paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xwe kûr kiriye. Hewl dida ku Rêber Apo zêdetir fêm bike û bi jiyanî bike. Bi perwerdehiya ku dît re di mijarên bîrdozî-rêxistinî-leşkerî de dibe kadro-milîtanekî jêhatîtir. Li hember pirsgirêka azadiyê ya gelê me, ji bo bibe hêza çareseriyê, hewldanên xwe berdewam kir. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo perwerdeya xwe ya serkeftî bi lez bixe pratîkê, cihê xwe di eniya pêş de girt. Hevrêyê me Herekol ku milîtanekî profesyonel ê gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e, ji bo avakirin û pêşvebirina şêwaz û taktîkên nû kedeke mezin daye. Hevrêyê me Herekol ku di nava tîmên gerîla yên bi tevger de fermandarê yekîneyê bû, li gorî ruhê serdemê li qadên Avaşîn, Zap, rojavayê Zap û Metîna erk girt û tevkariyên erênî li pratîka şer kir. Hem di plansazkirin û hem jî pêkanîna gelek çalakiyên ku di van qadan de pêş ketine pêşengî kiriye. Bi serweriya xwe ya di branşên leşkerî de bû yek ji fermandarên pêşeng ên serdemê.

Hevrêyê me Herekol di şopa fermandarên me yên mezin Adil, Çîçek, Kerîm, Zelal, Rojhat, Mehmet, Reşîd, Şoreş û Delîl ên ku ji aliyê gelê me yê welatparêzên Botanê ve hatine mezinkirin meşiya û bi rêbaza fermandar Egîd têkoşîn û pratîkeke serkeftî nîşan da. Hevrêyê me Herekol bi dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo û şehîdên me, bi taybetmendiyên xwe yên bi disîplîn, jidil, fedekar û her erkî bi coşek mezin hembêzkirin, ji aliyê hevrêyên di yekîneyên xwe de dihate hezkirin û rêzgirtin. Şehadeta hevrêyê me Herekol ku di pêvajoyeke wiha dîrokî de ku bi erk girtinê re serkeftinê esas digirt, me hevrêyan gelek bandor kir, hêrsa me li dijî dagirkeriyê mezin kir û baweriya me ya serkeftinê xurtir kiriye. Di şexsê hevrêyê xwe Herekol de em soza xwe ya ji bo hemû şehîdên xwe yên şoreşê dubare dikin û bîranîn û têkoşîna wan a di vê rêya pîroz a serkeftinê de wê bibe meşaleya ku rêya me ronî bike.

AZADÎ STÊRK

Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi hezaran şehîdên ku hêviya jiyaneke bi wate, bi rûmet û azad bûn, careke din diyarî mirovahiyê kir. Gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku mozaîka gelan û baweriyan e, li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin û bi pêşengiya jinan DAÎŞ û pêkhateyên wê têk birin; Îspat kir ku jiyana bi hev re ya azad, adil û biratî pêkan e. Di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ku tê de berxwedanên dîrokî hatin jiyîn û destan hatin nivîsandin, têkoşîna gelê Kurd bû wesîle ku hemû beşên din ên civakê bi taybetî jin ji xwe bawer bike û biherike nava refên şoreşê. Hevrêya me Azadî ku di malbateke ji Kobanê de ji dayik bû, di vê warê herî watedar a dîroka mirovahiyê de şoreşê nas kir. Nifşê nû yê ku di vê şoreşê de bi pêşengiya jinê mezin bû jî bi vê bandora bi hêz mezin bû. Li dijî kevneşopiyên pergalê ku jin mîna mal li bazaran tê firotin, Rêber Apo xeta jina azad bi kedeke mezin afirandiye û îro ev hêza jin pêşengiya têkoşîna azadiyê dike, xwedî roleke dîrokî ye û bûye xwedî karakterekî navneteweyî.

Hevrêya me Azadî ku di malbateke welatparêz de mezin bûye, bi derbasbûna salan re hê bêhtir, hişyartir bûye. Tevlîbûn û şehadeta di nava malbata wê de bandor li hevrêya me Azadî jî kir. Hevrêya me Azadî ku endamê civakeke hişmend û rêxistinkirî ye, di nava xebatên ciwanan de cih girt. Di xebatan de xwe baştir nas kir û hêza xwe fam kir. Hevrêya me Azadî ku fersend dît ku îdeolojiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike, esareta Rêber Apo qebûl nekir. Bi nirxên komînal û kolektîf ên civaka exlaqî-polîtîk xwe pêşxistiye. Di vê pêvajoyê de tevgera me jî ji nêz ve nas kir û xwend. Derxistibû zanabûnê ku şoreşa ku pêk hatiye di esasê de cewhera xwe ji têkoşîna li çiyayên Kurdistanê girtiye. Di hevrêya me Azadî de li ser mijarên mîna têkoşîn, jiyan û azadiyê nekokî jiya û lêgerîn destpêkirin. Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û qirker ve û şehadetên ku di vê demê de hatin jiyîn, di biryara hevrêya me Azadî de bi bandor û diyarker bûn. Hevrêya me Azadî fêm kir ku çareseriya mayînde ya li Rojhilata Navîn ancax bi tevlîbûna nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û mezinkirina têkoşîna gerîla pêkan e. Hevrêya me Azadî di sala 2019’an berê xwe dide çiyayên serhildêr û dijwar ên Kurdistanê û tevlî nava refên azadiyê dibe.

Hevrêya me Azadî ku ji jiyana çiyayî biyanî bû, bi perwerdeya ku dîtiye û bi desteka hevrêyên xwe re zû adapte bû. Nêzîkatiya hevrêyên wê, hewldanên pêşxistina wê û keda ji bo bi îradeya xwe li ser piyan bisekine hatiye dayîn, bandorek mezin li hevrêya me Azadî kir. Bi hestên evînî, zelal û dilnizm ve bi PKK’ê ve girêdayî bû. Di her qonaxên jiyana gerîlatiyê de bûye xwedî hêza ku xwe biguherîne û veguherîne. Hevrêya me Azadî bi enerjiya ciwaniyê û bi meraqa xwe ya hînbûnê xwe bi lez pêş xistiye. Di demeke kin de xwe gihandiye wê astê ku karibe karê kuryetiyê bimeşîne ku baldarî, hesasiyet û hostatiya detayan dixwaze. Hevrêya me Azadî ku xwedî kesayetek kedkar û afrîner e, jiyana me bi rengê xwe dewlemend kiriye.

Hevrêya me Azadî ku pê dihese ku tenê bi afirandina nirxan jiyan bi wate û bedew dibe, kedên mezin daye û nirx li nirxan zêde kiriye. Jiyanê bi her awayî hembêz kir û bawer kir ku heya ku di jiyanê de bi ser bikeve wê li her qadê û di her qonaxa têkoşînê de serkeftin pêk bîne û ev yek bi pratîka xwe nîşan da. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û bi moral, li derdorên ku lê bû ji bo hevrêyên xwe bû hêz. Hevrêya me Azadi ji bo hişmendiya rizgariya jinê bi dest bixe, di îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo de hîn bêhtir xwe perwerde kir û kedeke bê hempa daye. Di xeta Zîlan de ji bo bûyîna milîtaneke fedaî ya Rêber Apo gavên xurt davêje. Ji bo di şopa Bêrîtanan de bibe milîtaneke jêhatî ya YJA Starê dest ji têkoşîna fedakar bernedaye. Bi van pêşketinan re hevrêya me Azadî bû xwedî nasname û sekin.

Hevrêya me Azadî ku bi tiştên heyî ne razî ye, bi tempo û meşa xwe ya bi istîkrar di nava pêşketineke berdewam de ye. Di xeta PKK-PAJK’ê de bi partîbûyînê re pîvanên mîlîtan-kadro pêk aniye û têkoşîna wê nîşan daye. Hevrêyê me Azadî derfet dît ku bi têkoşîna zayendî re xwe baştir nas bike. Bi tevlîbûna xwe ya bi dîsîplîn, hişmendî û dilsozî ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Azadî ji bo ku fikir, ruh û hestên xwe bi Tevgera me re bike yek, bi kurtasî yekkirina giyanê bi hev re esas girtiye. Her çendî salên dirêj di nava têkoşînê de cih negirtibe jî, bi helwest û jiyana xwe, cewhera Partiya me jiya. Hevrêya me Azadî li hemberî hemû paşverûtiya sîstemê şer kiriye û ji rewşa lawaz ber bi lehengiyê ve meşa xwe berdewam kiriye. Ji bo bibe milîtanekî pispor ê Gerîlaya Modernîteya Demokratîk perwerdeya branşa leşkerî dît û bû milîtaneke profesyonel a YJA Starê. Li gorî peywira pêşengiya jinê beşdar bû û zanîbû bi awayekî têrker bersivê bide erkên serdemê. Li hemberî operasyona dagirkeriyê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji roja destpêkê ya operasyonê heta kêliya şehîd ket, li her qadê bûye xwedî kedeke mezin. Di gelek çalakiyên pêşketî de cihê xwe girtiye û xwestiye bibe bersiv ji pêvajoyê re. Derxistibû zanebûnê ku gelên Rojhilata Navîn heta ku faşîzma Tirk têk nebin û neşkînin, nikarin bigihêjin jiyana demokratîk û azad û ji bo vê jî kedeke mezin da. Şehadeta hevrêya me Azadî, lehenga gelê me yê welatparêz a Kobanê, hêrsa me ya li dijî dijmin mezintir kiriye. Di şexsê hevrê Azadî de em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên hemû şehîdên xwe li welatekî azad ku em ê di çarçoveya neteweya demokratîk de bi wekhevî bijîn, bidin jiyîn.”