HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku tola hevrêyên me yên fedaî Cûmalî, Tolhildan û Hawar û hemû şehîdên şoreşê hilînin û armancên wan pêk bînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Li qada berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Zapê, ku êrişên dijmin ên dagirkeriyê li vê qadê giran e, hevrêyên me Cûmalî, Tolhildan û Hawar ên di nava tîmên bi tevger de bûn, hîn di kêliya destpêkê ya êrişê de derbên giran li dijmin xistin. Mîna li qadên din ên berxwedanê yên herêma Zapê, li qada berxwedanê ya Girê Cûdî jî van hevrêyên me nîşan dan ku berxwedan wê bi rengê fedaî be û Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş dan destpêkirin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe Cûmalî, Tolhildan û Hawar bi biryardarî bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Cûmalî Devran
Nav paşnav: Îbrahîm Dînçer
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Kamîle-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Gulana 2022 / Zap

Nasnav: Tolhildan Karker
Nav paşnav: Mehmet Aylû
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Milkiye-Salih
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2022 / Zap

Nasnav: Hawar Qamişlo
Nav paşnav: Menaf Alî Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Mîhat-Alî
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2022 / Zap

 

CÛMALÎ DEVRAN

Hevrêyê me Cûmalî ji malbateke Pirsûsê li Edeneyê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe, hîn ji zarokatiyê ve Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me Cûmalî bi çîrokên jiyana bi berxwedanê ya kadroyên pêşeng ên PKK'ê mezin bû û timî xwest bibe xwedî jiyaneke bi vî rengî ya bi rûmet. Berxwedana van şehîdên me yên leheng a bi rengê fedaî li dijî dijmin, bandoreke mezin li hevrêyê me Cûmalî kir. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku şert û mercên koletiyê yên li gelê Kurdistanê hatine ferzkirin tenê bi têkoşîneke radîkal dikare bê qedandin û ji bo vê jî divê têkoşîna gerîla hîn mezintir bibe. Hevrêyê me Cûmalî şêweyê jiyanê yê ku dijmin li wî û gelê me ferz dikir ti carî qebûl nekir, mîna her ciwanekî Kurd wê bi rûmet, biryar da ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê ku çavkaniya jiyana mirovî, hevpar, wekhev û azad e. Sala 2015'an ku li welatê me Kurdsitanê şer giran bû, tevlî nava refên gerîla bû û bi saya jêhatîbûna xwe bi lez hînî jiyana gerîla bû. Ji bo karibe tevkariyeke xurtir li pêvajoya şer bike, xwe ji aliyê leşkerî ve hîn bêhtir bi pêş ve bir. Piştî ku xwe gihand nava refên gerîla, di serî de jiyana fermandara me ya fedaî Zîlan dest bi lêkolînkirina jiyan û têkoşîna hevrêyên me yên fedaî kir û di her kêliyê de hewl da bibe xwedî sekneke bi heman rengî ya fedaî. Di encama lêkolînan de jî jiyan û têkoşîna hevrê Sara-Sakîne Cansiz bandoreke giran lê kir. Di şexsê hevrê Sara de sekn û têkoşîna jinên Kurd a li dijî dagirkeriyê baştir fêhm kir, lewma ji bo bibe hevrêyekî baş ê hevrêyên jin kete nava hewldanên mezin. Piştî şerekî demdirêj ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê derbasî herêma Metînayê bû û li vê derê bi erka fermandariya tîm rabû, hewl da vê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih bîne. Bi bandora berxwedana destanî ya fermandarê me yê fedaî hevrê Cûmalî Çorûm ku sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, hevrêyê me Cûmalî jî derbasî nava Hêzên Taybet bû û navê Cûmalî li xwe kir. Milîtanê Apoyî yê bi ruhê fedaî hevrêyê me Cûmalî di demekê de ku êrişên dagirkeriyê giran bû, 26'ê Gulana 2022'an li qada berxwedanê ya Girê Cûdî êriş bir ser dijmin. Tevlî gelek çalakiyan bû ku tê de bi dehan dagirker hatin cezakirin. Bi ruhê êrişê bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Cûmalî, rastiya nava PKK'ê ya şehîdan ku Cûmaliyek dibe bi hezaran Cûmalî di kesayetiya xwe de nîşan da. Weke hevrêyên wî em ê têkoşîna hevrêyê xwe Cûmalî mezintir bikin û dersa herî mezin bidin dagirkeran.

TOLHILDAN KARKER

Hevrêyê me Tolhildan li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Lê belê ji ber ku malbata wî koçî Amedê kir, li Amedê mezin bû. Li Amedê rastiya dijmin dît û ev yek bû sedem ku bi hevrêyê me Tolhildan re hêrsa li dijî dijmin mezin bibe. Heta demekê li dibistanên sîstemê xwend û piştre ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike çû metropolên Tirkiyeyê, li vê derê jiyana ku dijmin li gelê me ferz dike, baştir fêhm kir. Li dijî rastiya vî dijminî ku ji bilî koletiyê statuyeke din ji bo gelê me qebûl nake, biryar da ku têbikoşe û tevlî nava karên ciwanan bû. Piştî ku dest bi kar kir, firsend dît ku rastiya xwe baştir nas bike û polîtîkayên qirkirinê û asîmîlasyonê yên dijmin bêhtir fêhm kir. Bi bandora şehadeta hevrê Cûma Ewênî ku fermandarê me yê eyaleta Mêrdînê bû û di heman demê de xalê wî, hevrêyê me Tolhildan sala 2019'an di Newroza Amedê de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Tolhildan ê ku qîmeteke mezin dida rêhevaltiyê, bi tevlêbûna xwe ya saf, paqij û dirust, bûye yek ji milîtanekî ku mînak. Hevrê Tolhildan di felsefeya Apoyî de xwe kûr kiriye û roj bi roj cîhana xwe ya wateyê mezintir kiriye. Hevrê Tolhildan dizanî ku PKK wê di bin her şertan de tolê ji dijmin bistîne û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherandiye têkoşîneke xurt. Hevrê Tolhildan xwe di îdeolojiya Apoyî de her roj kûrtir kiriye û fedaîbûna ku cewherê PKK’ê ye, kiriye tarzeke jiyanê. Li hemberî zilma dijmin a ku li Kurdistanê li ser gelê me tê kirin, ji bo ku li ser vê rêyê bibe peyrewên Egîd, Zîlan, Doga û Zinaran tevlî Hêzên Taybet bûye. Bi perwerdehiyên ku stendiye, di fedaîbûnê xwe de xurttir kiriye û di 25’ê Nîsanê de dema ku dijmin êrişî Girê Cûdî kiriye, ew jî di nav tîma gerîla de bû ya ku derbên giran li dijmin dan.  Heval Tolhildan bi tarzeke fedaî çûye ser dijmin û heta nefesa xwe ya dawîn şer kiriye û bûye yek ji mînakên xurt ên milîtaniya Apoyî. 

HAWAR QAMIŞLO

Hevrê Hawar li Qamişloyê ya ku navenda Şoreşa Azadiya Rojava ye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrê Hawar ciwaniya xwe di nav Şoreşa Azadiya Rojava de jiyaye û destkeftiyên bi Şoreşa Azadiya ya Rojava ya ku bi felsefeya Rêber Apo derketiye holê, bandoreke mezin li ser wî kiriye. Wî jî bawerî pê aniye ku divê ew wekî ciwanekî Kurd di vê şoreşê de cih bigire û tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Di xebatên xwe de wî dest pê kiriye ku felsefeya Rêber Apo baştir fêm bike. Hevrê Hawar di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di jiyana çiyê de di warê fîzîkî de zehmetî kişandibe jî van zehmetiyan ew nedaye sekinandin û ketiye nav şerekî bi kesayetiya Apoyî ya ku çûye ser zehmetiyan. Piştî ku tevlî nav refên azadiyê bû di nava demeke kurt de xwe pêş xistiye û bûye fermandarê tîmê. Ev peywira xwe jî bi serketî pêk aniye. Ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel wî perwerdehiyeke pispor dîtiye û ev tişt bi serkeftineke mezin encam kiriye. Hevrê Hawar di jiyan û şer de her dem girêdayî hevaltiyê bû û xwedî ruhekî kedkar, bi cesaret û şervantiyê bû. Wî tevlêbûn û helwesteke fedaî li her qada ku lê bû û di her xebatê de rola xwe bi cih aniye. Wî tecrîda li ser Rêbertî qebûl nekiriye, li dora Rêbertî bûye xeleq û li ser vî esasî tevlî jiyana têkoşînê bûye. Hevrê Hawar tevlî nav Hêzên Taybet bûye û tevlêbûneke xurt û fedaî daye nîşandan. Dema ku dijmin êrişî Zap, Avaşîn û Metînayê kiriye, ew jî tevlî nav Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş bûye. Li ser vî esasî bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê tola hevrêyên xwe yên fedaî Cûmalî, Tolhildan, Hawar û ya hemû şehîdên şoreşê bistînin û xeyalên wan pêk bînin. Malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”