HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku 1'ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da:

"Di daxuyaniya xwe ya 4'ê Tîrmehê de me ragihandibû, li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada Ermûşê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de derbên giran li dagirkeran hatibû xistin û hevrêyên me Masîro û Şaho şehîd bûbûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne Masîro û Şaho wiha ye:

Nasnav: Masîro Botan

Nav paşnav: Yûnûs Sert

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Fatma-Fadil

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2020'an / Xakurkê

 

Nasnav: Şaho Caf

Nav paşnav: Ako Şahmûradî

Cihê jidayikbûnê: Ciwanro

Dayik-Bav: Xayil-Star

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2020'an / Xakurkê

Kurdistanê malovanî ji dîrokeke kevnar re kir û şaristaniya demokratîk di avaniya xwe ya civakî de afirî. Ji aliyê avanî û bingeha xwe ya dîrokî ve her tim bû hedefa sîstema kapîtalîst û hewl dan wê tine bikin. Ev zîhniyeta faşîst ku dixwaze Kurdistanê û gelê Kurd tine bike, ne tenê qirkirina fîzîkî her wiha dixwaze dîroka şaristaniya demokratîk jî ji holê rake ku bi hebûna civakî ya gelê Kurd afiriye. Felsefeya Rêber Apo ev nirxên demokratîk ji nû ve formule kir û têkoşîna azadiyê li dora vê yekê xist nava têkoşîneke dîrokî. Têkoşîna azadiyê her serdema têkoşînê bi destaneke lehengiyê tacîdar kir û xelekek serdemeke nû ya têkoşînê ava kir. Ruhê fedayî yê ku di vê demên têkoşînê de derketin holê gelê Kurd hîn bêhtir nêzî azadiyê kir. Hevrêyên me Masîro û Şaho yên li nava civata Kurd mezin bûn, bûn ew lehengên fedayî yên gelê xwe ku meşaleya azadiyê hildan.

Li dijî êriş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê, hevrêyên me Masîro û Şaho bi ruhê fedayî yê serketinê bi ser dijmin ve çûn û li ser rêya heqîqetê li dijî zilm û mêtingeriya dewleta TC a dagirker şer kirin. Hevrêyên me Masîro û Şaho bi vê hişmendiyê li dijî dewleta TC a dagirker bi berxwedaneke lehengî heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin. Li dijî êrişa dagirkeriyê ya li Xakurkê ji roja destpêkê heta şehadetê bi îradeyek emezin û ruhê fedayî yê Apoyî li dijî dijmin tevlî berxwedana dîrokî bûn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Masîro û Şaho em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê meşaleya azadiyê ya şehîdan bi rengekî hêjayî şehîdên leheng be bigihînin serketinê."