Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî detayên çalakiyên di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş’ de ku li Zagrosan dewam dike, agahî parvekir.
Di daxuyaniya HPG’ê de, detayên çalakiya îro li ser rêya Colemêrg-Çelê lidar xistî jî cih girt.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me di nav çarçoweya Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Colemêrgê, li Şemzînan û Çelê bi ser artêşa dagirker a TC’ê de çalakî lidar xistine.
16 LEŞKER HATIN KUŞTIN
13’ê Tîrmehê saet 01.40’î hêzên me konwoyeke artêşa dagirker a TC’ê ku ji navenda Colemêrgê ber bi Çelê ve diçû, li gundê Nîvoka kirine hedef. Ji nêz ve li wesayiteke ku cebilxane têde bû û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kirpî xistine û hatin rûxandin. Bi teqîna wesayita ku cebilxane têde bû şewat derketiye û bi vê şewatê re wesayitên din jî şewitîne. Her wiha dîsa li wesayiteke din a zirxî ya bi tîpa kirpî xistine û vê jî derb xwariye. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 16 leşkerên dijmin hatin kuştin û 14 leşker jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêrên kobra yên êrîşê, bi obus û hawanan li herêmê xistiye. Hêzên dagirker ji bo ku wesayitên xwe yên ku hatine rûxandin û leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji qadê rakin rêya Colemêrg- Çelê demek dirêj li trafîkê girtiye.
LI ŞEMZÎNAN Û ÇELÊ ÇALAKÎ
13’ê Tîrmehê saet 17.30’an hêzên li Çelê bi ser Girê Şehîd Mezlûm de ku çalakiyek pêk aniye û leşkerên dijmin kiriye hedef. Di vê çalakiyê de derbeke serkeftî li leşkerên dijmin hatiye xistin û 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li herêmê xistiye.
13’ê Tîrmehê saet 08.20’an hêzên me li Şemzînanê, li Girê Çeta kulubeyeke hêzên dagirker kiriye hedef. Di vê çalakiyê de çend leşkerên dijmin hatine kuştin û çend birîndar bûne tam diyar nebûye."