HPG'ê li ser karên 'sîxuriyê' daxuyanî da

Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Serhedê li ser karên 'sîxuriyê' yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi taybetî jî li herêma Serhedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Serhedê li ser karên sîxurkirinê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna zêdeyî 40 salî ya Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rastiya gelê Kurd a ku nema dikare bê înkarkirin derxistiye holê û Kurd aniye ber azadiyê.

Fermandariyê diyar kir ku tevgera azadiyê polîtîkaya Qirkirina Kurdan a dewleta Tirk tevizandiye û dewleta Tirk jî bi rê û rêbazen ku cihê xwe di feraseta hiqûqê, qanûna şer û exlaqa mirovahiyê de nîne, ji bo tinekirinê êrîş biriye ser tevgera azadiyê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji qirkirina fîzîkî heta qirkirina çandî bi her awayî polîtîkayên qirêj li ser gelê Kurd hatine meşandin, lê gelê Kurd ti carî ji doza xwe ya azadiyê venegeriya ye.

MIROVÊN JI ALIYÊ MADÎ VE TENGAV IN, DIKIN AJAN

FermanDariya Eyaleta Serhedê ragihand ku dewleta Tirk a ku nikare li hemberî doza mafdar a gel bi ser bikeve, niha jî bi serkêşiya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi rengekî bê perwa êrîşê dibe ser gelê Kurd û destketiyên wê yên li her qadê, bi girtin, destgîrkirin û êşkenceyê hewl dide serî lê bide tewandin.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi kiryarên faşîzan ên li derveyî mirovahiyê hate kirin û hate gotin, "Di çarçoveya şerê taybet de zor û zehmetiyên madî û pirsgirêkên jiyanî yên mirovên Kurd li dij wan bi kar tîne û dike ku wan li dijî gelê xwe bidin bikaranîn. Vê yekê jî bi gef û şantajê dike û bi her rêbazî hewl dide mirovan bike sîxur. Bi taybetî mirovên me yên ku ji aliyê madî ve tengav in û haya wan ji rastiya dijmin nîne, dibin hedefa dijmin.

TEVNA SÎXURIYÊ ÇAWA TÊ DANÎN?

Ji mirovên me yên welatparêz re dibêjin ku li gorî qanûnên qirkirinê yên TC sûc kirine û wê bên girtin, lê belê eger ajantiyê qebûl bike wê bên berdan. Bi vî rengî sîxurtiyê li ser wan ferz dikin. Hin kesên ku dibin qurbanê vê polîtîkaya dijmin, ya jî mirovên dilsoziya wan a bi nirxên exlaqî yên civakê re qels e, dikevin vê xefika dijmin. Dijmin van kesan demeke din digre, ya jî li cem xwe dihêle û ji bo sîxuriyê wan perwerde dike. Di berdêla her îxbar û karekî sîxuriyê yê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê de bi dest pere ji van kesan re tê dayin. Ji bo rojane bi MÎT'ê re têkiliyê deynin, telefoneke taybet ji wan re tê dayin. Ev kesên bûne sîxur, bi navê şivan an jî gundî li qadên gerîla digerin û cihên gerîla yên dibînin ji dijmin re radigihînin. Ne tenê îxbara gerîlayan dikin, her wiha îxbara gel jî dikin. Gundiyên ku dikevin qadên gerîla ji dijmin re radigihînin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên cidî derdikevin pêşiya mirovên me yên ji rêzê. Kesên sîxur dema ku vê dikin, haya malbata wan jî jê nîne. Ji ber ku gelê Kurd, xiyanetê weke nêzîkatiya herî bi nebaş dibîne û dizanin ku exlaqa civakî wê van kesan qebûl neke."

BÛYERA MEVLUZ BENGÎ

Fermandariya Eyaleta Serhedê bi bîr xist ku gelê Serhedê xwedî welatparêziyeke xurt a li ser bingeha berxwedana dîrokî ye û got, "Dewleta TC dixwaze li dijî gelê Serhedê polîtîkaya 'kuştina Kurdan bi destê Kurdan' bi xurtî bimeşîne. Dixwaze li herêma Serhedê bi taybetî karî sîxurkirinê bimeşîne. Mînakeke vê polîtîkaya dijmin, kontrayê bi navê Mevlut Bengî ye. Kontrayê bi navê Mevlut Bengî ku ji sala 2015'an û vir ve karê sîxuriyê dike, ji ber îxbarên wî gelek mirovên me yên welatparêz hatin girtin, 2 hevrêyên me jî şehîd bûn. Kontrayê bi navê Mevlut Bengî ku dest ji karê kontra berneda, dijminatî li gel dikir û destê wî di xwîna şehîdên Kurdistanê de hebû, roja 26'ê Hezîranê li gundê Turkmena yê Bazîdê ji aliyê tîmeke me ya gerîlayên HPG'ê ve hate cezakirin."

BANGA LI GEL

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Medya û endamên hikumeta AKP-MHP a faşîst cezakirina vî kontrayî manîpule kirin û hewl dan bi rengekî cuda nîşan bidin. Derdê dijmin ne xwedîderketina li vî kontrayî ye. Derdê dijmin ew e ku pêşî li tevna wê ya sîxuriyê ya li herêma Serhedê bê girtin û dixwaze tirsa xwe ya ji ber cezakirina xiyanetê veşêre."

Di dawiya daxuyaniya Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Serhedê de hate gotin, "Em bang li gelê xwe dikin ku hay ji van polîtîkayên zexel ên dijmin hebe, nekeve nava xefikan. Û em her kesên ku bi zanebûn an jî bi nezanî ketine nava karê sîxuriyê yê dijmin hişyar dikin; tavilê dest ji wî karî berdin."