HPG'ê li Geverê derba giran li artêşa Tirk xist: 20 leşker mirin

HPG'ê diyar kir ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî konvoyeke leşkerî ya artêşa Tirk çalakiyeke berfireh hatiye kirin û herî kêm 20 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, 2'ê Tîrmehê saet 00:10'an li herêma Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, li dijî konvoyek artêşa Tirk a  ber bi navenda navçeya Geverê ve diçû, li qada Geliyê Doskî çalakiyek hatiye kirin.

LI GEVERÊ DERBA GIRAN: 20 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gule li hemû wesayitên di konvoyê de hatin xistin û di encamê de 2 wesayitên bi tîpa kîrpî bi temamî rûxiyan, yekê jî derbên giran xwar.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi qasî ku hate zelalkirin, di çalakiyê de 20 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand."

BOMBERDÛMANA LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Navendê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 1 û 2'ê Tîrmehê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine û li ser mijarê ev agahî da:

1'ê Tîrmehê saet 02:00, balafirên şer bombe li qada Cîlo yê biçûk ê li herêma Zapê barandin.

2'ê Tîrmehê saet 02:00, balafirên şer Dola Şive ya li herêma Avaşînê û saet 13:00 jî girê Heqarî yê li herêma Metîna bomberdûman kirin.

Heman rojê saet 12:00, balafirên şer bombe li mintiqeya Gundikremo ya herêma Cûdî ya Şirnexê barandin."