HPG'ê li Gever û Wanê lê da: 13 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, li navçeya Gever a Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Wanê jî di çalakiya YJA Starê de leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Wan, Dersim-Erzînganê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 28 û 30'ê Hezîranê li gelek herêmên navçeya Gever a Colemêrgê çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

LI GEVERÊ 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

28'ê Hezîranê saet 19:40'î, li dijî bendeke kontrolê ya dagirkeran a li gundê Şirvanê û girekî ku ewlekariya benda kontrolê bû, çalakiyek hate kirin. Derbên giran li benda kontrolê û çeperên li ser gir ên dijmin hatin xistin û di encamê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Derbên giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra ya li ser gir hate xistin. Hêzên TC ên dagirker piştî çalakiyê roja 29'ê Hezîranê li herêmê dest bi operasyonekê kirin. Operasyon heman rojê bi rengekî bê encam qediya.

Hêzên me 30'ê Hezîranê saet navbera 08:30 û 13:00 li dijî dagirkerên li ser girê Bayê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encama çalakiyan de 2 leşkerên dijmin mirin.

29'ê Hezîranê hêzên me li leşkerên li ser girê Deriyê Cefer xistin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li qada Deriyê Xizê dest bi operasyonê kir. Roja 30'ê Hezîranê saet 15:00 li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiya sabotajê hate kirin. Bi qasî hate zelalkirin, di çalakiyê de 5 leşker mirin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi gelek helîkopterên bi tîpa Skorksy leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI WANÊ LÊ DAN: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de hêzên me yên YJA Starê roja 29'ê Hezîranê saet 15:40'î, li dijî leşkerên li ser girê li ber qereqola Gulizerkê ya navçeya Ebex a Wanê çalakiya sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerekî dijmin mir.

LI SER RÊYA DERSIM-ERZÎNGANÊ KONTROLA RÊ

Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de roja 30'ê Hezîranê saet 11:00 li ser rêya Dersim-Erzînganê kontrola rê kirin. Hêzên me di vê çalakiyê de gelek wesayit sekinandin û li ser hevrê Zîlan a 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedayî kir û li ser pêvajoyê agahî dan."