HPG’ê li Colemêrg, Amed û Şirnexê çalakî kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Colemêrg, Şirnex û Amedê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê li Çelê gireke leşkerî hatiye hedefkirin, li Farqînê jî çeperek a leşkeran hatiye rûxandin û li Pîranê jî li derdorî qereqolê hatiye xistin. HPG’ê ragihan ku li Şirnexê jî li yekîneyek ya leşkerî hatiye xistin.

HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 18’ê Cotmehê saet 17:00’an li dijî leşkên artêşa Tirk TC’ê ya li Girê Koordîne ya girêdayî nevçeya Çelê ya Colemêgrê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin.

17’ê Cotmehê saet 19:00’an hêzên em leşkerên ku ewlekariya Bendava Farqîn a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê digirtin kirin hedef. Di vê çalakiyê de çeperek a leşkeran hate rûxandin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin.

18’ê Cotmehê saet 08:30’an hêzên me li dijî Qereqola Berik a girêdayî navçeya Pîran a Amedê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de kozik û çeperên derdorî qereqolê bi xurtî hatin lêdan, di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin.

17’ê Cotmehê saet derdorî 21’an li devera gundê Îkîzce yê Şirnexê di navber hêzên me û artêşa TC’ê de şer qewimî. Di vî şerê de ku bi xurtî li dijmin hate xistin, 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Hevrêyeke me yê bi lehengî bi dijmin re şer kir şehîd bû. Artêşa TC’ê ya  piştî çalakiyê dever bi ketober bombe kir, bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Hêzên dagirker 18’ê Cotmehê di danê nîvroyê de ji qadê vekişiyane. Piştre em ê nasnameya hevrêyê xwe yê şehîd bûye bi raya giştî re parve bikin.”