HPG'ê li Amedê du gerîlayên ku şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û  Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya du gerîlayên ku 3'yê Hezîranê li çoltera Amedê di şer de şehîd bûbûn ragihand û bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, ''2'yê Hezîranê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Şehîd Serxwebûn a Amedê operasyonek da destpêkirin. Di vê operasyonê de ku bi desteka amûra hewayî ya bêmirov hate destpêkirin, 3'yê Hezîranê derdora saet 05.00'an bi helîkoptêrên êrîşê derdora gundê Medreseyê gelekî hate bombekirin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Piştî bombebaranê dagirkerên ku bi helîkptêrên Skorskyê leşker li qadê danîn, di navbeyna hêzên me û wan de şer derket. Artêşa TC'ê ya dagirker ku nekarî bi ser hêzên me yên bejahiyê de were bi balafirên şer qad dane ber bombeyan. Di şer de hevrêyên me Zinar û Rizgar ku derbên giran li dijmin dan û heta bi guleya xwe dawî şer kirin, şehîd bûn.''

Agahiyên nasnameyê yên du gerîlayên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rizgar Tolhildan
Nav û Paşnav: Felat Kocakaya
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Emîne – Necmettîn
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Hezîran 2019 / Amed

Nasnav: Zinar Akro
Nav û Paşnav: Yusuf Kayran
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Melîha – Vahap
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Hezîran 2019 / Amed

HPG'ê têkilî jiyana têkoşînê ya gerilyan agahî da, soz da ku têkoşînê serfiraz bikin.

''Hevrêyê me Rizgar  Tolhildan 2010'an ji Amedê tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrê Rizgar ku li dijî asîmîlasyonê û polîtîkayên dagirkeriya dewleta faşîst a TC'ê ya li ser gel, ciwan û jinan tevlî nav refên gerîla bûyî, di demeke kurt de hînî şertên çiya bûye û bûye gerîlayekî pratîk. Hevrê Rizgar ku di nav hevalan de bi devlikenî, jidilî û dilpakî hatî naskirin, her devera ku çûyê bi moral û motîvasyona xwe  bûye mînak. Hevrê Rizgar ku di ti şertî de ji azadiya gel nehatî xwarê, li dijî operasyona dewlet faşîst a TC'ê ya li Amedê bi lehengî şer kir û tevlî nav karwanê şehîdan bû.

Hevrêyên me Zinar AKo 2011'an li dijî zexta dewleta TC'ê ya faşîst a li ser gelê Kurdistane, 2011'an tevlî nav têkoşîna azadiyê dibe. Heval Zinar ku li çiyayên Kurditanê li dijî dagirkeran têkoşiyayî, bi perwerdehiya ku standî bû gerîlayekî zîrek. Hevrêyê me Zinar ku li dijî dijmin xwe bi felsefeya azadiyê têr û tije kirî, hemû peywir û berpirsyariyên ku girtî ser xwe bêkêmasî bi cih aniye. Hevrêyê me Zinar ku di têkoşîna dijî dijmin de ji ya xwe nehatî xwarê, li dijî operasyonên dijmin ên îmhayê yên li her everê bi lehengî şer kiriye. Hevrê Zinar ku li Eyaleta Amedê bi peywirên girîng û zor rabûyî, bi kedkarî û fedekariya xwe di nav hevalan de bûye xwedî cihekî girîng. Heta gava ku şehîd bûyî ji helwesta şoreşgerî nehatiye xwarê, heta bi guleya dawî li dijî dijmin şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

Di serî malbatên hevrêyên me yên ku şehîd bûne Zinar û Rizgar, bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em dibêjin, heta ku em têkoşîna xwe bigihînin serfiraziyê li dijî dagirkeran şer bikin.''