HPG'ê li Şemzînanê çalakî kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand hêzên gerîla li Şemzînanê ya Colemêrgê li wesayita artêşa dagirker a Tirk dane.

HPG'ê got, "Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 1'ê Tebaxê saet 08.20'an li Şemzînanê ya Colemêrgê di navbeyna qereqola Bezelê û gundê Bezeno de li dijî wesayiteke bi tîpa amarog a artêşa TC'ê dagirker çalakiyeke sabotajê kirine."

HPG'ê diyar kir, "Di vê çalakiyê de derb li wesayita dijmin hatiye xistin, leşkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne hijmara wan tespît nebûye."

HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk herêma Çiyayê Cûdî bombe kiriye, operasyonê dest pê kiriye û wiha got:

"Di navbeyna 25 û 30'ê Tîrmehê de artêşa TC'ê ya dagirker li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê qadên Girê Çolya, Hesena û Navsera Cûdî bi obûs, hawan û helîkoptêrên êrîşê bombe kirine. 30'ê Tîrmehê hêzên dagirker li qada Navsera Cûdî bi helîkoptêrên Skorskyê leşker danîne. Ev operasyon 1'ê Tebaxê bêyî ku encamek jê were standin bi dawî bûye.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 28'ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Qewala a navçeya Elkê ya Şirnexê êrîşa hewayî anîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê bombebaranê de ti zirar negihaye ser hêzên me."