HPG'ê li Îdirê li komeke kontra xist

Di çarçoveya "Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî" de ku Eyaleta Serhedê ya HPG'ê daye destpêkirin, li dijî komeke kontra çalakiyek hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Îdir û Colemêrgê ev agahî da:

AGIRÎ

"Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li gelemperiya Eyaleta Serhedê bi rê ve diçe, hêzên me roja 8'ê Adarê saet 16:30'î li nêzî deriyê sînor ê Dilucu yê navçeya Başan a Îdirê, li komeke kontra xistin ku rêya ewlekariyê çêdikirin. Ji cihekî nêz derb li yekîneya kontra hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin kontrayek hate kuştin.

COLEMÊRG

7'ê Adarê saet 12'an, hêzên me li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de li çeper û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate zelalkirin."