HPG'ê ji du baskan li girekî leşkerî yê li Çelê da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla ji du baskan ve li girekî navçeya Çelê ya Colemêrgê dan, ku leşker lê bûn. Navendê ragihand, di çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîla di 17'ê Gulanê roja Çarşemê de çalakiyek pêk anîn û li ser vê çalakiyê ev agahî da:

"17'ê Gulanê saet di 15:30 de, li girê havan ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, hêzên me ji du baskan çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi çeka sekvaniyê 4 leşker hatin kuştin. Hêzên me her wiha bi çekên giran li çepereke li ser gir dan; ev çepera ji çeka giran a A-4 hate rûxandin û leşkerek hate kuştin. Helîkoptera bi tîpa Skorsky saet di 18:00 de mirî û birîndarên xwe rakir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên di dema dawî de li Colemêrgê şehîd bûn hatiye lidarxistin."

Navendê ragihand, heman rojê li Tepê Çeta ya li herêma Gerdiya ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakî hatiye lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 16'ê Gulanê saet di navbera 20:00-21:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora gundê Salê yê li herêma Sumbul a Colemêrgê barandin."