HPG’ê, îftirayên dezgehên weşanê yên PDK’ê şermezar kir

Hêzên Parastina Gel (HPG), ragihand ku ti têkiliya wan bi kuştina kesên bi navê Faris Newaf Mihemed û Xidir Ezîz Hesen ên li Sinoneyê re nîne.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya HPG’ê ya eniya Şengalê hate dayîn, nûçeyên derew ên çapemeniya PDK’ê şermezar kir, ragihand ku ti têkiliya wan bi kuştina kesên bi navê Faris Newaf Mihemed û Xidir Ezîz Hesen ên li Sinoneyê re nîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev nûçe, planên ku xizmetê ji dijmin re dike ji bo wan li hember hev bidin rakirin pêk tên û bibîr xist ku li xeta Xanesor, Sinoneyê û Til Mişrefa hêzên YPG’ê û YJA Star nîne.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bê ku bûyer bê lêkolînkirin û bi birîndarên şahidên bûyerê re bên axaftin, bûyer xistina stûyê PKK’ê, ev dide nîşandan ku hinek beşên ku ji bo xwe ji polîtîkayên xiyanetê rizgar bikin derdixin pêş. Wê ev beş bi van planên qirêj negihêjin armacên xwe. Ev agahî derew in û ti rastiya wê nîne. Nûçeyên bi vî awayî û parvekirina di weşanan de, ti fêdeyê nade armancên hevpar ên gelê Kurd.

Weke HPG’ê şifaya xêrê ji mirovên xwe yên birîndar re dixwazin, sersaxiyên ji mirovên xwe yên jiyana xwe ji dest dayîn û gelê Zûmarê re dixwazin.”