HPG'ê gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em careke din soz didin ku bêhesab li ser rêya azadiyê ya şehîdên xwe yên qehreman bimeşin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 5 gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da:

"Di sala 2017'an de ku berxwedana destanî hate kirin û bi berdêlên giran tawîz ji nirxên azadiyê nehate dayin, hevrêyên me Bişeng, Çiya, Serhed, Rêber û Amed di dem û cihên cuda de şehîd bûn û bûn xelekên herî hêja yên vê berxwedana destanî. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ku di şexsê hêzên me yên gerîla de dixwaze gelê me qir bike, van hevrêyên me yên hêja li çeperên xwe mîna fedaiyan heta nefesa xwe ya dawî şer kirin. Wê her tim ruh û hêzê bidin têkoşîna me.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Bişeng, Çiya, Serhed, Rêber û Amed bila serê gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be û em careke din soz didin ku li ser xeta azadiyê ya şehîdên me yên qehreman bêhesab bimeşin.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Bişeng Rojdem Giravî
Nav paşnav: Nazli Yalçin
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Kiymet-Îdrîs
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Çiya Roza
Nav paşnav: Yûsûf Aydin
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Guvercîn-Dîno
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Serhed Silopî
Nav paşnav: Îbrahîm Avci
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Zehra-Neşet
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rêber Cûdî
Nav paşnav: Necmettîn Çapan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Yasîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Amed Dersîm
Nav paşnav: Fûat Ahmed Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Emîne-Ahmed
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

BIŞENG ROJDEM GIRAVÎ

Xelkê me yê Botanê yê welatparêz pêşengî ji gelek serhildanan re kir. Xelkê me yê Botanê nasname û çanda xwe hezaran sal in li hemberî her cûre zor û zehmetiyê gihandiye vê serdemê û bi ti awayî serî li ber dijmin netewandiye. Ji ber ku dilê xelkê me yê Botanê her tim bi welatparêzî û lehengiyê lê dide. Eşîra me ya Giravî jî ji eşîrên me yên qedîm ên Botanê heta roja me ya îro ti carî dest ji welatê me Kurdistanê, xak û nasnameya xwe bernedaye. Her tim li ber xwe daye. Dema ku Tevgera Apoyî destpê kir jî bi dilsoziyeke mezin bi Apoyiyan ve hate girêdan. Ewladên xwe yên herî hêja û leheng tevlî nava tevgera me ya azadiyê kir û wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih anî. Ev lehengên hêja li çiyayên Kurdistanê bûn qehreman û pêşengî ji gelê me re kirin. Yek ji van lehengên me jî hevrêya me Bişeng bû. Malbata wê ku berê li Elkê dima, ji ber komkujiyên ku dijmin kir û bi dehan mirovên me yên bêguneh hatin qetilkirin, neçar ma koçî Wanê bike. Van komkujiyên ku dijmin kir di dilê hevrêya me Bişeng de bû hêrseke mezin û bû sedem ku hestên wê yên welatparêziyê hîn xurtir bibin. Hevrêya me Bişeng bi van hestan mezin bû û li benda wê rojê ma ku tolê ji dewleta Tirk a qirker bipirse. Li ser vê bingehê dest ji dibistana dijmin berda ku 12 salan lê xwend û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2015'an de beşdarî nava refên gerîla bû ku têkoşîna me ji bo xwe weke serdemeke girîng pênase kir.

Hevrêya me Bişeng li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir, destpêkê li vê derê îdeolojiya azadiyê hîn bû. Her ku îdeolojî û fikrên Rêberê me fêhm kir xwe û dîroka gelê me hîn bû. Hevrêya me Bişeng li çiyayên Kurdistanê weke jineke azad xwe jinûve afirand û êdî bû milîtaneke pêşeng a gelê me. Hevrêya me Bişeng ku kesayetiyeke xwe ya çiyayî hebû, ji ber vê sedemê di demeke kurt de hînî çiyê bû, ti tişt li pêşiya xwe nekir asteng. Bi saya ruhê xwe yê azad, kenê xwe yê bi coş û kesayetiya xwe ya wêrek di demeke kurt de bi pêş ket û bi van taybetmendiyên xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Di salên 2016 û 2017'an de tevlî pratîka şer a giran bû, di nava gelek çalakiyan de weke milîtaneke YJA Starê bi erka pêşengiyê rabû. Bi sekna xwe ya li qada şer, hêz da hevrêyên xwe û baweriya bi xwe xurt kir. Tevî ku ciwan bû, bi tecrûbeyên wergirtî bû milîtanek mînak ji hevrêyên xwe re. Ji ber ku hevrêya me Bişeng hem taybetmendiyên herî bedew ên eşîra Giravî ya welatparêz, kevneşopiya berxwedêr a qedîm a jinên Kurd hem jî pîvanên jin a azad di kesayetiya xwe de bi rengekî hêja temsîl kir. Her çend şehadeta hevrêya me Bişeng ji bo me zû û bêdem jî bû bi sekna xwe ya milîtanî û têkoşîna xwe mîrateyeke berxwedanê ya hêja ji me re hişt. Meşa azadiyê ya hevrêya me Bişeng wê her tim ji me re bibe mînak.

ÇIYA ROZA

Hevrêyê me Çiya li navçeya Bêgirî ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Heta dibistana navîn xwend, piştre dest ji dibistanê berda û ji bo debara jiyana xwe bike weke karkerekî li înşaetê xebitî. Dewleta Tirk ku li ser bingeha polîtîkayên şerê taybet nêzî ciwanên Kurd dibe û bi fûhûş û narkotîkê dixwaz ciwanên Kurd têk bibe, bi heman rengî nêzî hevrêyê me Çiya jî bû. Hevrêyê me Çiya ku ciwanekî Kurd ê saf bû, di encama van polîtîkayên dijmin de hînî narkotîkê hate kirin û 6 salan narkotîk bi kar anî. Bi vî rengî hewl dan ku hevrêyê me ji cewher, nsaname û rastiya xwe ya civakî qut bikin. Dewleta Tirk piştre jî ev lawaziya wî bi kar anî û kir sîxur. Dewleta Tirk a bêwijdan û bêexlaq piştî ku hevrêyê me Çiya xist û kir sîxur, ew li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê wî bi kar anî û ji bo Kurdan bi destê Kurdan bide qirkirin ew wezîfedar kir û berê wî da nava refên gerîla. Di mehên dawî yên sala 2014'an de hevrêyê me Çiya li Botanê hate nava gerîla û ji wir jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me Çiya li herêma Avaşînê tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû, li gel derewên ku dijmin têkildarî tevgera azadiyê hînî wî kiribû, gelekî kete bin bandora vê perwerdeyê. Her ku îdeolojiya Apoyî, dîroka Kurdistanê, rastiya gel û rastiya dijmin nas kir, hîn bêhtir li xwe pirsî. Di heman demê de jiyana hevrêtiyê ya kolektîf a PKK'ê, taybetmendiya parvekirinê, fedakariya bêdawî, dilsoziya xurt û hezkirina mezin a PKK'ê kir ku hevrêyê me Çiya ji aliyê manewî û wijdanî ve li xwe bipirse. Piştî ku rastiya Rêber Apo û PKK'ê dît û nas kir, bi çavên xwe dît ku hemû kiryarên şerê taybet ên dewleta Tirk a qirker û mêtinger ên hînî wî kirine derew in. Taybetmendiya îdeolojiya Apoyî bi xwe dît ku mirovan ji lawaziyê rizgar dike, xurt û zane dike, bi îrade, bawerî, armanc dike. Di heman demê de bi saya piştgiriya hevrêyên xwe ji belayê narkotîkê rizgar bû û li nava hewa paqij a çiyê ji aliyê tenduristiyê ve baş bû. Hevrêyê me Çiya ku ev hemû dît û fêhm kir ji aliyê exlaqî, wijdanî û dîrokî ve biryarek da û ji hevalên xwe re mikur hat bê dijmin ew çawa xistiye, perwerde kiriye, li nava refên partiyê wezîfedar kiriye. Bi saya van mikurhatinan rastiya xwe fêhm kir, di jiyana xwe de gaveke nû avêt, pêngaveke bi rûmet pêk anî û ji bo şaştiyên xwe sererast bike diyar kir ku dixwaze ji dil tevlî nava PKK'ê bibe. Bi saya şens û piştgiriya ku hevrêyên wî pêşkêşî wî kirin, jinûve tevlî pratîkê bû. Piştî ku kesayetiya dijmin dabû wî ji ser xwe avêt, ji aliyekî ve ji kiryarên xwe yên berê şerm dikir, li aliyê din jî dilê wî bi coşeke mezin a jiyanê tijî bû. Bi vê coş û kêfxweşiyê tevlî pêvajoya pratîkê bû, dest bi hesabpirsîna ji dewleta Tirk a mêtinger û qirker kir. Li ser vê bingehê di sala 2016'an de derbasî eyaleta Cîlo ya Avaşînê bû, li nava şert û mercên Bakurê Kurdistanê ked da, fedakarî kir û karê pratîkî meşand. Beşdarî çalakiyan bû, tol ji dijmin hilanî û kîn û hêrsa li hemberî dijmin bi vî rengî nîşan da.

Hevrêyê me Çiya li qada Çarçella ya Cîlo bi tevlîbûna xwe ya bêhesab, durust, hevaltî û şermbûyîna xwe li nava hevalên xwe bû cihê hurmetê. Bi baweriya hevrêyên xwe ji dil jiyana azad hembêz kir, xwest ku hevrêyetiya PKK'ê mezin bike û têkoşînê bi ser bixîne. Çîroka hevrêyê me Çiya çîroka ciwanekî Kurd e ku ji zarokatiyê ve çawa ketiye xefika şerê taybet a dewleta Tirk, piştre li hemberî gelê Kurd weke çekekê hate bikaranîn, lê belê piştî ku îdeolojiya Apoyî û PKK nas kir ji kesayetiya ketî xwe rizgar kir û ber bi lehengiyê ve meşiya. Ev pêngava bi rûmet a ku hevrêyê me Çiya bi îdeolojiya Apoyî kir, hêza rastî û tevgera Apoyî careke din ispat kir, rastiyeke welê afirand ku ciwanên Kurd hemû dikarin ji xwe re bikin mînak. Hevrêyê me Çiya wê di têkoşîna me ya bi rûmet de timî bê bîranîn.

SERHED SILOPÎ

Yek ji hevrêyên me yên leheng ku xelkê me yê Botanê tevlî nava Tevgera Apoyî kir hevrêyê me Serhed weke endamekî malbateke ji eşîra Teyî ya Şirnexê ji dayik bû. Hevrêyê me ku li nava derdoreke welatparêz a Şirnexê mezin bû, tevî ku li dibistanên Tirk dixwend, ti carî zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekir, çanda xwe parast û asîmîlasyon qebûl nekir. Weke kedkarekî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike xebitî, bi vî rengî hîn biçûkanî hîn bû ku li ser lingê xwe bisekine. Ji ber ku li nava derdoreke welatparêz mezin bû, rastiya bexwedanê ya gelê me hîn bû, şahidî ji êrîşên dijmin ên li ser gelê me re kir. Lewma di dema ciwantiya xwe de tevlî nava karên ciwanan bû. Dema ku karên ciwanan dikir gelek xebatên girîng pêk anî. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî destketiyên gelê me kirin û bi hezaran kes ji xelkê me qetil kirin, hevrêyê me Serhed hîn bêhtir li hemberî dijmin bû xwedî hêrs. Her wiha bi bandora şehadetan ji bo dilsoziya bi bîranîna şehîdan re biryar da ku li ser şopa wan bimeşe. Ji bo tola şehadetan hemûyan hilîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû destpêkê derbasî herêma Heftanînê bû. Li vir perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand û derbasî pratîkê bû. Bi coş û enerjiya ciwantiyê di demeke kurt de hînî karên pratîkî bû û tecrûbeyên mezin bi dest xist. Hevrêyê me Serhed bi kesayaetiya xwe ya kedkar, dilnizm, fedakar û karker xwe bi pêş ve bir. Piştî pratîka serketî ya 2 salan a li Heftanînê tevlî karên Biryargeha Navendî bû. Bi kesayetiya xwe ya cihê baweriyê, pîvan û sekna milîtaniya Apoyî temsîl kir û di temenê ciwantiyê de gelek wezîfeyên girîng bi cih anî. Li gel fermandarê me yê mezin Bedran Gundikremo xebitî û hînî dîroka lehengiyê ya partiya me PKK'ê bû. Di şexsê hevrêyê me Bedran de taybetmendiyên herî hêja yên Apoyiyan dît û hewl da xwe bigihîne van pîvan û taybetmendiyan. Hevrêyê me Serhed di pêvajoyeke girîng de wezîfeyên girîng bi cih anî û her tim hewl da berpirsyariyên dîrokî pêk bîne. Di demeke bi vî rengî de şehîd bû. Hevrêyê me Serhed ku sekneke milîtaniya Apoyî ya mînak li pey xwe hişt wê her tim ji bo me bibe mînak. Em bicihanîna armanca 'Rêbertiya azad, Kurdistana azad' a hevrêyê xwe Serhed weke wezîfeya xwe ya bingehîn dibînin û careke din soz didin ku heta tola şehîdan hilînin di têkoşînê de israr bikin.

RÊBER CÛDÎ

Di dîroka me ya têkoşîna çekdarî ya 40 salî de gelek hevrêyên me yên jin û mêr ên ji Botanê cihê xwe di nava refên tevgera azadiyê de girtin. Gelek ji wan bûne fermandar û lehengên mezin. Bedran Gundikremo, Adil Bilikî, Rojhat Bilûzerî, Azad Xirbikêbestê, Ehmed Rapo, Hemze, Ozgur û gelek lehengên din... Îro bi hezaran ciwanên Botanê li ser şopa van hevrêyên leheng dimeşin; Li zindan, kolan û çiyayan weke gerîla berxwedana xwe didomînin. Yek ji van hevrêyan jî hevrêyê me Rêber e. Ji ber ku dijmin bi awayekî hovane gundên wan şewitandine, hevrêyê me Rêber li Silopiyayê hatiye dinê. Hevrêyê me Rêber li Silopiyaya ku çanda berxwedan û welatparêziyê lê serdest e, di malbateke xwedî nirxên azadiyê de mezin bû. Ji ber vê yekê ji zarokatiya xwe ve bi têkoşîna me ya azadiyê ve girêdayî bû. Dema ku mezin bû têkoşîna azadiya gelê me ji nêz ve nas kir. Di heman demê de rastiya dijmin jî derxist zanabûnê. Digel ku demeke dirêj li dibistanên tirkî xwendiye jî, çanda xwe parastiye û asîmîlasyon qebûl nekiriye. Ji bo debara malbata xwe bike di gelek karên cuda de xebitî û bi ked û kesayetiya xwe ya kedkar ji bo her kesê li derdora xwe bû mînak. Dema ku dijmin ji Tîrmeha 2015’an û vir ve li dijî gelê me û Tevgera me dest bi êrîşên tinekirinê kir, hevrê Rêber difikire ku divê weke bi hezaran ciwanên Kurd ên bi rûmet tevlî nava refên têkoşînê bibe û di 15’ê Tebaxa 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû. 

Hevrê Rêber ji axa ku lê ji dayîk bûye tevlî nava refên gerîla bû û piştre berê xwe da herêma Metîna. Ji ber ku berê di nava xebatên ciwanan de cih girtibû, zû adapteye jiyana gerîla bû. Piştî perwerdeya ewil a ku dît, yekser dest bi xebatên pratîkî kir. Li herêma Metîna di pratîkê de hînê gelek tiştên nû bû û îmkana wî çêbû ku xwe pêşde bibe. Bi kesayeta xwe ya hestyarî, kedkar, fedekar û dilnizm karîbû hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe yên ku pê re xebitî bi dest bixe. Hevrêyê me Rêber bi saya helwesta xwe ya mîlîtanî ya Apoyî li hemberî kêmasî û xeletiyan li ber xwe daye û her tim hewl daye têkoşînê hîn zêdetir berfireh bike. Ji ber sekna xwe ya bawerî dide, di nava xebatên navendî yên rêxistina me de cih girt. Di gelek xebatên girîng de cih girt, û ji bo ku van xebatan bi ser keve, gelek hewl da. Hevrêyê me Rêber ku yek ji armanca wî ya herî mezin jî xwedîderketina li lehengiya Botanê ye, bi tevlîbûna xwe gihiştiye vê armancê. Mîna hevrêyê me Serhed Silopî, hevrêyê me Rêber jî li kêleka fermandarê me yê nemir hevrê Bedran Gundikremo bû û di perwerdehiya wî re derbas bûye. Hevrêyê me Rêber para xwe ji hevrêtiya bêhempa a hevrê Bedran girtiye û zaniye ku bi hevrêyên xwe re bibe hevrêyekî rast. Hevrêyê me Rêber ku bi sekna xwe ya jiyanê û taybetmendiyên xwe yên milîtantiyê karîbû bibe yek ji şoreşgerên mînak ên Botanê, wê her tim bi mîrateya têkoşînê ya ku ji me re hiştiye bijî.

AMED DERSÎM

Hevrêyê me Amed di malbateke welatparêz de li Til Eran a Heleb’ê hat dinê, ku gelê me bi dehan salan bi ked û berdêlên mezin jiyana azad ava kiriye. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz e û bi partiya me PKK'ê ve girêdayî ye, ji temenê xwe yê biçûk ve têkoşîna me ya azadiyê nas kiriye. Lê bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re fersend çêbû ku Partiya me baştir nas bike û fam bike. Bi taybet ruhê azadiyê yê ku Partiya me di nava gelê me de afirandiye, bal û eleqeya hevrêyê me Amed kişandiye. Dîsa hevrêyê me Amed li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û şikandina êrîşan ji aliyê berxwedanvanên fedaî ya bi hezaran milîtanên ku bi îdeolojiya Apoyî hatine çekdarkirin, bi bandor bû. Hevrêyê me Amed ku weke ciwanekî gelê Kurd bi berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me hay bû, gihişt wê baweriyê ku divê cihê xwe di nava refên têkoşînê de jî bigire. Difikirî ku wê têkoşîna xwe bi awayekî herî baş û bi bandor li çiyayên Kurdistanê bimeşîne û li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Piştî tevlîbûnê tiştê ku balê hevrêyê me Amed kişand, jiyana PKK’ê ku di esasê xwe de têkiliya hevparî û hevrêtiyê ye. Difikirî ku jiyanek wisa tenê jiyanek azad dibe û bê dudilî beşdar bû. Hevrêyê me yê ku di perwerdê de xwe di felsefeya Apoyî de xwe pêşxist, bi afirandina veguhertinên girîng di kesayeta xwe de zêdetir bi jiyana azad re hat girêdan. Hevrêyê me yê ku bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar derdikeve pêş, ji dil û can bi taktîka gerîla ya serdema nû bawer kir û ji bo vê jî hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Amed ku di çêkirina tunelên şer de xwedî kedên mezin û giranbuha bû, di dawiya van tunelên şer de serkeftin dît û bi vê baweriyê tevlîbûneke bênavber pêk anî. Hevrêyê me ku ji bilî perwerdeyên bîrdozî yên wergirtî xwe ji aliyê leşkerî ve jî pêşxistin esas girt, li dijî êrîşên dijmin ên pêşdikevin xwest weke milîtanekî Apoyî cihê xwe di çeperên berxwedanê de bigire. Lê di tunelên şer ên ku di çêkirinê de cih girt de di qezayekê de şehîd bû û têkoşîna xwe di lûtkeyê de temam kir. Bi heman bawerî û biryardariyê di şexsê hevrêyê me Amed de em ê armancên hemû şehîdên xwe yên şoreşê pêk bînin û teqez bi ser bikevin.”