HPG'ê gerîlayê li Wanê şehîd bû bi bîr anî

HPG'ê diyar kir ku gerîlayê wan Nasir Mecîtpûr (Simko Agirî) li Wanê şehîd bûye û destnîşan kir, "Bû milîtanekî girêdayî îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo. Heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya û bi rengekî bê eman li ber xwe da."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên der barê gerîlayê di 10'ê Îlonê de li Wanê şehîd bû ji raya giştî re eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 24'ê Îlonê de me ragihandibûn, ku di 10'ê Îlonê de li qada gundê Axula yê navçeya Elbakê ya Wanê di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî bû. Dİ şer de hevrêyê me Simko Rojhilat bi lehengî li dijî dijmin şer kir û gihîşt şehadetê. Şexsê bi navê Dijwar (Hatîp Dîdîn) jî xwe teslîmî hêzên dijmin kir.

Hevalê me yê şehîd bûye:

Nasnav: Simko Agirî
Nav paşnav: Nasir Mecîtpûr
Cihê jidayikbûnê: Bane
Dê-Bav: Gewher – Hasan
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Îlona 2019'an / Wan

 

Hevrê Simko di sala 1989'an de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di temenê ciwantiyê de rastiya dijmin nas kir û ji bo azadiya gelê Kurdistanê di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû. Ji dema tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve bi sekna xwe ya fedayî û fedakar a di nava jiyanê de bû moraleke mezin ji hevrêyên xwe re. Hevrê Simko çanda xwe ya dîrokî ya kûr û çanda şoreşgerî kir yek û li her qada têkoşînê bi kedeke mezin tevgeriya. Hevrê Simko xwe bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî perwerde kir û bû yek ji hevrêyên me ku bi ruhê serketinê yê dema nû tevgeriya. Li qada Bakur bi rengekî çalak li dijî dijmin şer kir û bû milîtanekî girêdayî îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo. Heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya û bi rengekî bê eman li ber xwe da. Di serî de malbata welatparêz a hevalê me yê şehîd bûye bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin."