HPG: Li Mersînê 10 polîs hatin kuştin, 19 polîs birîndar bûn

HPG'ê çalakiya 17'ê Cotmehê ya li Mersînê, ku li dijî wesayita polîsan hate kirin, li xwe girt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku di encamê de 10 polîs hatin kuştin, 19 polîs jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser çalakiyê ev agahî hatin dayin:

"17'ê Cotmehê saet di 17:20 de yekîneyeke me li xaçerêya Dîkenlî Yol a Bûlwara Okan Merzecî ya navçeya Yenîşehîr a Mersînê, di dema derbasbûna wesayita servîsa polîsan de çalakiyeke sabotajê kir. Di çalakiyê de 10 polîs hatin kuştin 19 polîs jî birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî pêk anî, bi rengekî serketî vegeriya baregeha xwe."