HPG'ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir

HPG'ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir. Di çalakiyên ku pêk hatine de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, hejmareke zêde çek û alavên leşkerî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir.

HPG’ê got, “Berxwedana destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ku bi ruhê fedayî yê Apoyî pêk hat, di meha Sibatê de jî bê navber dewam kir. Meha Sibatê ku tê de Komploya Navneteweyî pêk hat û ji bo gelê Kurd weke "Roja Reş" tê nirxandin, bû meheke ku têkoşîna li dijî komployê zêde bû. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê her wiha meha Sibatê weke meha mezinkirina girêdana xwe ya bi Rêber Apo re, bi hemû hebûna xwe îdeolojiya Apoyî bi jiyanî kirin û bi şêwaz, tempo û uslûbê Apoyî ku di her şert û mercî de serkeftinê esas digire, pêşwazî kirin. Di pratîkê de bi xwe xurtkirin û gihandina gerîlatiya serkeftî re, rexnedayîna hevrêtiya kêm a li pêşberî Rêbertî dide. Li ser vê bingehê di şert û mercên zehmet ên zivistanê de jî bi helwesteke kûr a rexnedayînê, baweriyeke mezin, bi îrade, hêrsa li dijî komployê û bi zanebûna erkên xwe yên serdemê hewl da ku bi erka xwe rabe."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Di meha Sibatê de gerîla serketinên nû li operasyonên şoreşgerî yên di dema dawî de bi pêş xistiye zêde kir. Gav bi gav di şêwazê de kûr bûye, di taktîkê de pispor bûye, bi îlhama ku ji îdeolojiya Apoyî girtiye afrîneriya xwe derxistiye pêş û performanseke bilind nîşan daye. Gerîla ku bi doktrîna şerê şoreşgerî, avabûna gerîla ya modernîteya demokratîk û ruhê fedaî yê Apoyî ku rastbûna xwe îspat kiriye, bi xistina hedefên dijmin re bûye hêzeke bê rawestan. Ev asta ku gerîlatiya azadiyê ya Kurdistanê gihiştiye, careke din nîşan daye ku polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger û rejîma faşîst a AKP-MHP'ê wê encamê negire û hêviya azadî û baweriya gelê me ya ji bo serketinê hê bêhtir mezin kiriye.

Di meha Sibatê de bi operasyona şoreşgerî ya serkeftî re 17 çalakiyên gerîla hatin pêkanîn. Di van operasyona şoreşgerî û çalakiyan de 1 jê serpel 41 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne. Di têkoşîna meha Sibatê de hevrêyê me Şervan Varto gihîşt şehadetê. Li gel ku çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk hewl dide ku têkçûna mezin a artêşa Tirk a dagirker veşêre, di heman demê de der barê windahiyên gerîlayan de her roj nûçeyên derew serwîs dike. Lê belê di meha Sibatê de ji bilî Şehîd Şervan Varto ti windahiyên gerîla çênebû. Wê meşa şoreşgerî ya hevrêyê me Şervan Varto ku xwedî wêrekiyeke mezin, ruhê fedaî û şiyanên serkeftî yên milîtaniya Apoyî bû, her tim weke mînak bê girtin û wê bîranînên wî werin vejandin û teqez wê armancên wî werin pêkanîn. Em li ser navê hevrêyê xwe Şervan Varto soza ku me daye hemû şehîdên xwe careke din dubare dikin.

Bîlançoya şer a meha Sibatê bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Êrîşên bi balafirên şer: 211

Êrîşên bi helîkoptêrên şer: 5

Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 1

Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 10

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên giştî yên gerîla: 18

KUŞTÎ Û BIRÎNDARÊN DIJMIN

Dagirkerên hatine cezakirin: 41

Serpelên ku hatine cezakirin: 1

Dagirkerên birîndar bûn: 3

AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Cebilxane: 1

Cihê keşfe: 1

Konteynir: 7

Çeper: 15

Sîstema raderê: 3

Kamerayên mobesse: 10

Kamerayên mobesse yên termanl: 2

Sîstema muharebê: 1

Çekên A4: 2

Bombeavêjên bi zincîr: 1

AMÛRÊN KU DERB LI WAN HATE XISTIN

Kepçe: 4

ÇEK Û ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DESTESERKIRIN

Tifinga sekvaniyê KNT-76: 1

Çeka nîv otomatîk a BKC: 5

Lûleyê çeka BKC: 1

Fîşekên BKC: 300

Çeka bombeavêj B7: 2

Çeka bombeavêj a yekane: 1

Çeka MPT-55: 8

Şarjora çeka MPT-55: 8

Tifingê bi bombe: 2

Demançe: 1

Dûrbînên termal: 8

Dûrbînên şevê: 4

Dûrbînên rojê: 1

Dûrbîna çekê: 11

Amûra destnîşankirinê ya çekê: 2

Cîhaza muhabere ya mezin: 1

Batarya cîhaza mûhabere: 1

Komê leşkerî: 2

Cîhazê ragihandinê: 4

Fîşeka îşaretê: 3

Sensor: 2

Wênegir: 3

Bombeyê destan: 2

Panêla enerjiyê ya rojê: 2

Kameraya Mobesse: 2

Powerbank: 7

Pîlê şarj digire: 1

Teleskop: 1

Çente: 1

Telefon: 3"