HPG'ê 5 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê bi daxuyaniyekê, 5 gerîlayên par li Xakurkê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 29'ê Tîrmeha 2019'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevrêyên me Artêş, Bager, Demhat, Leşker û Simko şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav. Artêş Welat Goyî

Nav paşnav: Gabar Şengul

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Gulîzar-Mîrza

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Artêş – Gabar Şengul

Nasnav: Bager Adar

Nav paşnav: Rifat Adar

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Perîşan-Kadîr

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Bager – Firat Adar

Nasnav: Demhat Nerdûş

Nav paşnav: Çetîn Akin

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Pakîze-Ashat

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Demhat – Çetîn Akin

Nasnav: Leşker Roj

Nav paşnav: Şahap Îrçîn

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Hatem-Alaadîn

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Leşker – Şahap Îrçîn

Nasnav: Simko Kerboran

Nav paşnav: Nîhat Baysal

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Munevver-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Simko – Nîhat Baysal

Hevrêyên me Artêş, Demhat, Leşker, Bager û Simko her yek ji herêmên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn, di nava malbatên welatparêz de mezin bûn û di her qada jiyanê de zext û zilma dewleta Tirk a kujer dîtin. Hevrêyên me pêkanînên faşîst û qirker ên dijmin ên li dijî gelê Kurd ti carî qebûl nekirin, ketin nava lêgerîna li rastî û azadiyê û li ser vê azadiyê dîtin ku têkoşîneke esasî li çiyayên Kurdistanê dikare bê meşandin.

Hevrêyên me ku di demên cuda de tevlî nava refên gerîla bûn, di xeta Rêbertî de bûn fedayiyên Kurdistanê û heta kêliya dawî li dijî êrişên dagirkeriyê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Li her qada têkoşînê bi fedakariyeke mezin berpirsyarî dan ser milê xwe, kûrbûna di bîrdoziya Rêbertî de ji xwe re kirin karê esasî û li gorî şert û mercên demê rêbaz û taktîkên gerîlatiya serdemê afirandin. Hevrêyên me Artêş, Demhat, Leşker, Bager û Simko li her qada lê man bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi pêşengiya xwe her tim bûn ew hevrê ku bibin mînak.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan a azadiyê bi ser bixînin."