HPG'ê 5 gerîlayên li Metînayê şehîd bû, bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Dilgeş, Reşît, Harûn, Mazlûm û Xebat bi bîr anî ku Nîsana 2019'an li Metînayê şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 5 gerîlayên di Nîsana 2019'an de li Metînayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "26'ê Nîsana 2019'an di êrîşên dijmin ên li ser herêma Metînayê de milîtanên pêşeng ên gelê me hevrêyên me Dilgeş, Reşît, Harûn, Mazlûm û Xebat şehîd bûn."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Van hevrêyên me yên leheng ji bo serxistina têkoşîna azadiyê ya gelê me di demên herî zehmet de wezîfe û berpirsyariyên girîng dan ser milê xwe, bi têkoşîna xwe kirin ku serketinên girîng bêne bidestxistin. Bi sekna xwe ya zelal a li nava têkoşînê û tevlîbûna bêteredût, ji hevrêyên xwe hemûyan re bûne mînak. Hevrêyên me Dilgeş, Reşît, Harûn, Mazlûm û Xebat bi şehadeta xwe jî wê pêşengiyê ji me re bikin û her tim ji bo me bibin hinceta serketinê.

Di salvegera şehadeta wan de em şehîdên xwe yên qehreman hevrêyên xwe Dilgeş, Reşît, Harûn, Mazlûm û Xebat bi rêz û minet bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û tevahiya gelê me yê welatparêz re dixwazin."

Têkildarî agahiyên li ser nasnameya şehîdan daxuyaniyê wiha dewam kir:

Nasnav: Dilgeş Dilovan
Nav paşnav: Cengîz Kina
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asli-Fehîm
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Nîsana 2019 / Metîna

Nasnav: Reşît Serdar Mêrdîn
Nav paşnav: Resûl Kûrt
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Munîre-Seyîtxan
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Nîsana 2019 / Metîna

Nasnav: Harûn Serhed
Nav paşnav: Cîhat Bel
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Beyaz-Medenî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Nîsana 2019 / Metîna

Nasnav: Mazlûm Dogan
Nav paşnav: Bûrhan Emre
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Qumriyê-Bîlal
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Nîsana 2019 / Metîna

Nasnav: Xebat Batman
Nav paşnav: Cemîl Soylemez
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Ayten-Kenan
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Nîsana 2019 / Metîna

Têkildarî jiyan û têkoşîna gerîlayên ku şehîd bûne di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

DILGEŞ DILOVAN

"Hevrêyê me Dilgeş li Geverê ku bi welatparêzî û serhildana xwe bûye sembol, ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi hay ji nasnameya xwe ya civakî û çanda Kurdistanê ya qedîm mezin bû. Hevrêyê me Dilgeş nasnameya xwe ya civakî zû nas kir, weke ciwanekî Kurd ê cewherî mezin bû. Heta zanîngehê xwend û beşa karsaziyê qezenç kir. Di dema zanîngehê de kete nava lêgerîna fikrî, bi hestên xwe yên welatparêziyê tevgera Apoyî di asta îdeolojîk de xwend û lêkolîn kir. Hevrêyê me Dilgeş ku gelekî kete bi bandora îdeolojî û felsefeya Apoyî, biryar da bibe milîtan û şoreşgerekî Apoyî. Li ser vê bingehê destpêkê tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû û piştre jî beşdarî nava karên xweparastinê bû. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk tevlîbûneke xurt kir, lewma jî zû bala dijmin kişand û gelek caran hate destgîrkirin. Şopandin û zextên dijmin gelek jî be hevrêyê me Dilgeş bi jêhatîbûna xwe her tim dijmin têk bir û karên xwe yên şoreşê dewam kir.

Di sala 2012'an de ku yek ji serdemên girîng ên Şerê Gel ê Şoreşgerî bû tevlî nava refên gerîla bû û têkoşîna xwe li çiyê dewam kir. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû, pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê hîn bû û beşdarî nava jiyana partiyê bû. Hevrêyê me Dilgeş ku xwedî danhevî, hişmendiya şoreşgerî û daxwazeke xurt a tevlîbûnê bû, gelekî zû bi pêş ket. Dema ku çeteyên bermahiyên El Qaîdeyê êrîşeke giran bir ser gelê me yê mezlûm ê li Rojavayê Kurdistanê, di sala 2013'an de ku li Serêkaniyê berxwedaneke destanî hate kirin, li dijî çeteyan tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me Dilgeş ku şoreşgerekî sekin pê nediket, kete nava pêvajoyeke xurt a berxwedanê, bi alîkariya gelê me yê li Rojava beziya, di têkbirina êrîşên qirkirinê de bi rola xwe rabû. Di têkoşîna dijî çeteyan de sê caran birîndar bû, lê belê her carê birîna xwe zû pêça û ji nû ve tevlî eniya şer bû.

Ti carî qîma xwe bi tevlîbûna heyî û serketinên biçûk neanî, li ser xeta Apoyî her tim berê xwe da serketinên mezin û li gel serketinên xwe yên leşekrî her wiha giranî da ser qada îdeolojîk û hewl da xwe bi pêş ve bibe. Ji bo asta tevlîbûna xwe bilind bike û hîn bêhtir tevkariyê li têkoşîna me bike, beşdarî nava karên leşkerî yên hesas bû. Ji bo li ser xeta fedaîtiyê bibe xwedî meşekê, gelekî hewl da. Di vî karî de ku pêwîstî bi danheviyeke xurt a îdeolojîk, rêxistinî, hêza teorî, afirînerî, veşartîbûna kûr û biryardariyeke mezin hebû, bi sekn, tevlîbûn û pratîka xwe xwe ispat kir. Li her cihî kar bi serketî bi cih anî û bala hevrêyên xwe kişand, bû xwedî meşeke serketî. Bi tevlîbûn û sekna xwe baweriyeke mezin da hevrêyên xwe, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Di sala 2017'an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Dilgeş bi salan dixwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, bi kêfxweşiya ku gihîşt armanca xwe, derbasî Botanê bû. Hevrêyê me Dilgeş herêma Botanê zû nas kir, zû hînî gerîlatiya Bakur bû û bi qasî gerîlayekî bi tecrûbe yê Botanê çalak bû. Hevrêyê me Dilgeş bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecanî, kete nava lêgerîna pêngavan. Karên girîng kir û di asteke bilind de kêrhatî bû. Li ser bingeha pêwîstiyên têkoşîna me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir tevlî kar bû. Hevrêyê me Dilgeş li her qada ku lê ma bi berpirsyarî û pêşengiyê rabû, ji fermandariya tîm heta bi fermandariya herêmê wezîfe kir. Herî dawî di kar de di asta herî bilind de wezîfedar bû. Hevrêyê me Dilgeş ku timî hewl dida li ser xeta Apoyî serketî be, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi kenê xwe yê ji dil, bi dilê xwe yê hestewar, bi hişmendiya xwe ya rewşenbîrî û tecrûbeya xwe, hevrêyên xwe li dora xwe civand. Hevrêyê me Dilgeş ku bawerî, kelecan û tevlîbûn li nava hevrêyên xwe belav kir, bi wesîle ku gelek ciwan tevlî nava refên partiyê bibin.

Hevrêyê me Dilgeş li Metînayê dema li ser karê xwe bû, di 26'ê Nîsana 2019'an de di êrîşa dijmin de tevî komek ji hevrêyên xwe şehîd bû. Hevrêyê me Dilgeş bi şoreşgeriya xwe ya bêrawestan, bi tevlîbûna xwe ya bilind ku timî serketin diafirand, bi sekna xwe ya milîtaniya fedaî ya li ser xeta Apoyî ji me hevrêyan û ciwanên Kurdistanê re wê bibe mînak.

REŞÎT SERDAR

Hevrêyê me Reşît Serdar li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Li hemberî sîstema cerdevaniyê nerazîbûneke mezin nîşan da ku dewleta Tirk a qirker mêtinger ji bo gelê Kurd û gerîla ji hev qut bike û Kurdistanê bê Kurd bihêle ava kir. Ji ber ku malbata hevrêyê me Reşît Serdar û gundiyên wan cerdevaniya bêrûmet a li wan dihate ferzkirin qebûl nekirin, gundê wan ji aliyê dewleta Tirk ve bi rengekî hovane hate şewitandin û valakirin. Ji ber vê yekê jî bi malbatî di sala 1994'an de koçî Amedê kirin. Hevrêyê me Reşît ji ber vê yekê li Amedê li nava civateke ku hişmendiya Kurdîtiyê û hestên welatparêziyê xurt bû, mezin bû. Tevî malbata xwe hem karê aborî meşand hem jî xwend. Hevrêyê me Reşît weke ciwanekî Kurd ku ji roja jidayikbûnê û pê ve zilma dewletê dît, haya xwe ji nasnameya xwe ya civakî, êşên gelê xwe çêbû û gihîşt wê baweriyê ku divê têbikoşe. Li ser vê bingehê kete nava lêgerînê. Ji ber ku hevalên wî yên nêz şehîd bûn, hevrêyê me Reşît li dijî dijmin gelekî bi hêrs bû. Êşa mezinbûna dûrî gund û warê xwe, şewitandina gundê xwe, belavbûna gundiyên xwe, zilma dewleta Tirk a ku li wan dikir, ti carî ji bîr nekir. Hevrêyê me Reşît ji bo zarokatiya ku dewleta Tirk jê dizî, ji bo nasnameya xwe û jiyana azad ji nû ve bi dest bixe, ji bo tola êşa gelê xwe hilîne sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Reşît li Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li vir tevlî perwerdeya destpêkê bû û tecrûbe bi dest xist. Piştî ku di gerîlatiyê de bû xwedî tecrûbe, ji bo pisporbûyînê di taktîkên leşkerî de kûr bû, ji bo vê jî li dibistana operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî tevlî perwerdeyê bû û bû gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Reşît piştre tevlî nava karên li Biryargeha Navendî bû, li vir karên hesas bi baldarieyke mezin û cidiyeteke xurt bi cih anî. Hevrê Reşît ku dixwest bibe gerîlayekî pispor û şoreşgerekî şareza, ji bo serketinê bi rengekî fedakar tevlî bû. Hevrê Reşît ji bo her kêliyê bi têr û tijî bijî, kedeke mezin da, hewl da ya herî baş bike û timî xwe deyndarê Rêbertî û gelê xwe hîs kir. Ji bo xwe timî kir mijareke rexnedayinê ku li ser xeta Apoyî ji aliyê îdeolojîk ve bi têrkerî şareza nebûye, lewma jî di xeta rêxistinî û îdeolojiyê de hewl da timî xwe kûr bike. Serketinên xwe yên pratîkî ji bo xwe têrker nedît, timî hewl da serketinên hîn mezin bi dest bixe. Hevrê Reşît îdîa û pîvana xwe ya tevlîbûnê ku ji xwe re kir esas bi vî rengî anîbû ziman: 'Felsefeya Rêbertî ya pariyek, kincek, tevgera azadiyê gihand vê astê. Her kadro dikare vê fêhm bike. Divê em jî vê felsefeyê fêhm bikin, divê em hebûna ku ji nava nebûnê hatiye afirandin, bi hezaran şehîdên xwe ji bîr nekin ku em gihandine vê astê. Mafê me kesî tune ye ku xwîna şehîdan li gorî xwe bi kar bîne. Ez bi xwe vê felsefeyê ji xwe re dikim esas û bi rê dikevim. Weke milîtanekî tevgera azadiyê, dikarim bibêjim ku ji her wezîfeya tevgerê re amade me. Weke kadroyekî tevgerê bawerim ku ez ê di pêvajoya bê de bibim bersiv, tevlî bibim û bersiva ji min tê xwestin pêk bînim. Ez zanim ku di dema derbasbûyî de bi têrkerî nebûm bersiv. Rexnedayina vê didim û bawerim ku ez ê pêvajoya bê di asta tê xwestin de pêşwazî bikim. Diyar dikim ku ji her wezîfeya rêxistinê re û ji her devera wezîfeyê re amade me'.

Hevrê Reşît bi eşqa têkoşînê, bi coşa şoreşê û hişmendiya wezîfeyê tevlî kar bû, li her qadê bi berpirsayrî rabû. Bi jêhatîbûn û kesayetiya xwe ya kedkar pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ti carî sekin ji xwe re qebûl nekir û her tim ber bi pêş ve meşiya. Dema ku bi tevlîbûn û berpirsyariyeke bi vî rengî li ser kar bû di 26'ê Nîsana 2019'an de di êrîşa dijmin de tevî komek ji hevrêyên xwe şehîd bû. Armanca 'Li Kurdistana Azad bi Rêberê Azad û jiyana azad' ku armanca hevrêyê me Reşît bû wê ji aliyê hevrêyên wî ve bê pêk anîn û timî bê bîranîn.

HARÛN SERHED

Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê, di demeke kurt de bandor li qada Serhedê kir, xelkê me yê Serhedê ku bi hesreta azadiyê ye, hêviya xwe ya azadiyê li nava partiya me dît û bi xurtî pê ve hate girêdan. Ne tenê pê ve hate girêdan, di heman demê de ewladên xwe yên herî leheng tevlî têkoşînê kir û bi dayina berdêlên giran tevlî têkoşînê bû.

Hevrêyê me Harûn li Qereyazî ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Serhedê ye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat, xizm û derdora wî welatparêz bûn hevrê Harûn jî ji zarokatiya xwe ve firsend dît ku partiya me nas bike. Hevrêyê me kesekî xwedî meraq bû û ji bo ku rastiya partiya me û Rêber Apo ji nêz ve fêm bike, dest bi lêkolînan kiriye. Di van lêkolînan de rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Her wiha li hemberî dijmin hêrseke wî ya mezin çêbû. Ji ber wî fêm kir ku ji bilî têkoşîna li dijî vî dijminê qirker tu rêyeke din tune. Piştî ku kurê mamê wî Alî Dirêj Serhed –Mazlûm Bel tevlî nava refên gerîla bû, ew kete bin bandora vî tiştî  û biryar da ew jî tevlî nav refên gerîla bibe. 

Di sala 2015'an de dema ku têkoşîna me û êrîşên dijmin dijwar bû, ew ji herêma Erziromê tevlî nav refên gerîla bû û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir dest bi perwerdehiya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Hevrêyê me yê ku pir di bin bandor xwezaya bi heybet a çiyayên Kurdistanê ma, roj bi roj hînî jiyana gerîla û çiyayan bû. Ligel temenê xwe yê ciwan bi kesayetiya xwe gihiştî bi cîddiyet li ser her xebatê sekiniye û ji xeynî serkeftinê tu pîvaneke din qebûl nekiriye. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeyê derbasî qada Metîna bû, heta kêliya ku gihişt şehadetê li vir di nav pratîka têkoşînê de ma. Hevrê Harûn ê ku di gelek xebatên ku disîplîn, pêbawerî û girêdan hewce dike cih girt, bi pratîka xwe ya serkeftî baweriya hevrêyên xwe wergirt. Bi leza xebata xwe ya bilind û jîrbûna xwe, di xebatan de wekî mîsyona pêşengtiyê tevgeriyaye. Hevrêyê me geşedana îdeolojîk û leşkerî wekî hedefên xwe yên sereke diyar kiriye û bi kûrbûn û keda xwe di kesayetiya xwe de guhertinên mezin pêk aniye. Şehadeta kurê mamê wî hevrê Elî Dirêj ku di sala 2017’an de di tevlîbûna gerîla de bi bandor bû, ne tenê hevrêyê me Harûn gelekî bandor kir, hêrsa wî ya li hember dijmin jî zêde kir. Hevrê Harûn zane ku di şexsê hevrê Elî Dirêj de dilsoziya bi şehîdan re û zindîhiştina bîranînên wan ancax bi bilindkirina têkoşînê pêkan e.

Ji ber tarza xwe ya dîsîplîn, cîddî û afirîner hemû hevrêyên wî Harûn wekî mînak didîtin. Hevrê Harûn ji ber baweriya ku daye tevgera me, tevlî nav xebatên stratejîk bûye. Di xebatên nû de tecrubeyên girîng stendiye û bûye milîtanekî ku hêvî jê dihat kirin. Hevrê Harûn ku bi van taybetmendiyan rêz û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir, di 26’ê Nîsana 2019’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em hevrêyên wî em soz didin ku em ê têkoşîna milîtanê leheng ê Serhedê, bi serkeftinê tacîdar bikin.

MAZLÛM DOGAN

Hevrêyê me yê Mazlûm li Colemêrgê di malbateke ji eşîra Giravî ya welatparêz de hatiye dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz in û herêma ku lê dijî, yek ji qadên berxwedanê yên girîng ên têkoşîna me ye, partiya me PKK di zarokatiya xwe de nas kir. Dîsa ji ber ku gerîlayê azadiyê li qadên têkoşînê yên çalak dijî, ew bûye heyranê gerîlayan. Wî ji xwe re kiriye hedef û armanc ku rojekê tevlî nav refên gerîlayan bibe û bib milîtanekî têkoşîna azadiyê ya gelê me. Ji ber ku bû şahidê pêkanînên qirkirinê yên dijmin ku li ser gelê me dikir û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê di hemû hucreyên xwe de hîs kir, xwest têkoşîna xwe hîn zêdetir bike. Hevrêyê me yê ku dizane ev yek bi tevlîbûna têkoşînê ya di nava refên gerîla de pêkan e, ketiye nava lêgerînên bi vî rengî. Kurê mamê wî şehîd Çekdar Giravî – Sezer Emre di serî de, ji ber ku ji nav xizmên wî gelek kes tevlî nav refên gerîlaya bûye, vî tiştî bandor li ser heval Mazlûm jî kiriye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê yên bi pêşengiya dewleta Tirk a qirker, li Şengal û Kobanê êrîşî gelê me kir, ji bo tolhildanê heval Mazlûm biryar daye ku tevlî nav refên gerîlayan bibe û di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bû.

Hevrêyê me yê ku ji qada Metîna tevlî gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe ya gerîla li vir dît. Bi perwerdehiya ku dît, rastî û dîroka gelê me, lewma jî ya xwe fêr bû. Di vê pêvajoyê de polîtîkayên asîmîlasyon û îmhayê yên dewleta Tirk a qirker li ser gelê me pêş xistiye, baştir fêm kir. Ji ber vê wî bi biryardariyeke mezin şer kir û bandorên dijmin ên li ser kesayetiya xwe zû ji ser xwe avêt.  Her ku vegeriya cewhera xwe, bi jiyana gerîlatî û çiya re adapte bû û bi heyecan tevlî nav xebatan bû. Bi taybet ji ber eleqeya xwe ya li qada leşkerî û êrîşa dijmin a li ser gelê me û destkeftiyên li her qadê ku gelê me lê têdikoşe, di hunera gerîlatiyê de xwe kûr kiriye. Hevrêyê me Mazlûm ku hewl dida gerîlatiya serdema nû bi hemû pîvan û hûrgiliyên wê hîn bibe, bi vê giraniya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me yê ku di felsefeya Rêbertiyê de kûr bû û bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo, berê xwe da qadên şer. Di gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Metîna de cih girt û bi cesaret û fedakariya xwe di van çalakiyan de pêşengî ji hevalên xwe re kir.

Hevrêyê me Mazlûm ku bi helwesta xwe ya zelal a di îdeolojiya Apoyî de û her wiha bi pratîka xwe ya serkeftî ya gerîlatiyê, di gelek xebatên stratejîk de cih girt û bi tevlîbûna xwe ya bi dîsîplîn û afirîner a di van xebatan de bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Mazlûm ku di 26’ê Nîsana 2019’an de di êrîşên dijmin de şehîd bû, wê hem bi şehadeta xwe û hem jî bi têkoşîna xwe pêşengiya me bike.

Gelê me yê Êlihê ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê heta roja me ya îro bi dilsoziyeke bênavber û bi berdêlên giran xwedî li partiya me PKK’ê derketiye. Li hemberî her cure êrîş, zext, êşkence û komkujiyên dijmin ti carî ji helwesta xwe tawîz nedaye û nasnameya xwe ya welatparêziyê parastiye. Dema pêwîst bû bi serhildanên herî bi heybet û dema pêwîst bû bi sedan zarokên xwe yên leheng xistiye nav refên gerîla û bersiv daye êrîşên dijmin. 

XEBAT BATMAN

Hevrêyê me Xebat di nava malbateke wiha welatparêz de, li Hezoyê ji dayik bûye. Ji ber ku derdora ku malbata wî û ew lê dijî welatparêz e, hîna di temenê biçûk de partiya me PKK’ê dibîhîze. Ji ber ku malbata wî koçî Stenbolê kir, her çendî neçar maye ku ji Kurdistanê dûr bikeve, her tim dilê wî li xaka ku lê ji dayik bûyî bû û xeyal dike ku rojekî teqez vegere Kurdistanê. Hevrêyê me Xebat demekî di dibistanên sîstemê de dixwîne, ji bo bikare tevkariyê li debara malbata xwe bike neçar maye ku di temenê zarokatiyê de bixebite. Lewma di temenek zû de ked fêm kiriye. Hevrêyê me Xebat di temenê ciwan de dibe kesek têgihiştî û ji ber heqîqet û kedkariya xwe ji aliyê mirovên derdor ve hatiye hezkirin û rêz jê re hatiye nîşandan. Hevrêyê me di demên ku dixebite de bûyerên li derdora wî diqewimin fêm dike û dagirkeriya dijmin a li Kurdistanê û siyasteta qirkirinê ya li hemberî gelê me lêpirsîn kiriye. Di van lêpirsînên xwe de  fisend dibîne têkoşîna ku partiya me PKK li dijî dagirkeriyê dide, ji nêztir ve nas bike û fêm bike. Hevrêyê me Xebat fêm kir ku partiya me ji bo gelê me tê wateya azadiyê û weke ciwanek bi rûmet fikiriye ku divê di nava refên têkoşînê de be. Li ser vî esasî di sala 2017’an de ku yek ji demên herî zêde li dijî dagirkeriyê şerê azadiyê hatiye meşandin e, xeyala xwe ya vegera li Kurdistanê pêk anî û di Newrozê de ku cejna azadiyê ya gelê me ye, tevlî nava refên gerîla dibe.

Hevrêyê me Xebat piştî tevlî nava refên gerîla dibe, di carên destpêkê de di aliyê fêrbûna jiyana çiya de hinek zorî dikêşe, lê bi saya bawerî û îradeya xwe ya Apoyî di demek kurt de fêrî jiyana çiya û gerîla dibe. Bi tevlîbûnek bi kelecan û coş pêşengiyê ji hevrêyên xwe re dike, weke mîlîtanek Apoyî hewl daye ku mîsyonê xwe bîne cih. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku dîtiye rastiya Rêber Apo û şehîdan fêm kir û li hemberî vê rastiyê pir bandor bûye. Hevrêyê me Xebat kariye vê bandoriya xwe veguherîne lêhêrbûnek kûr; gelê me, dîroka me û xwe baştir nas kir. Hingî ku xwe çareser kir hîn zêdetir tevlî jiyanê bûye û di her wateyê de dest bi pêşengiyê kiriye. Hevrêyê me piştî perwerdeyê tevlî xebatên pratîk dibe, li vir li aliyekê bi kedkarî fedakariya xwe derdikeve pêş û li aliyê din jî lêkolîn û xwepêşxistinê didomîne. Ji ber van taybetmendiyên xwe bûye mîlîtanek ku hemû hevrêyên wî rêz nîşan didin. Hevrêyê me bêyî rawestan û bi enerjiya xwe her kar dimeşand û tevlî xebatan bûye ku cidiyet, bawerî, dilsozî û disîplînê dixwaze. Di pratîka xwe ya serkeftî ya van xebatan de û bi çêkera xwe ya xwepêşxistinê, bûye mîlîtanek Apoyî ku hemû hevrêyên wî, wî ji xwe re mînak digirin.

Hevrêyê me Xebat ku 26’ê Nîsana 2019’an di êrîşa dijmin de şehîd dibe, wê bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakar û dilnizm û sekna xwe ya di îdeolojiya Apoyî de, timî pêşengiyê ji me re bike."