HPG'ê 5 gerîlayên ku li Amedê şehîd bûbûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên nasnameyê yên 5 gerîlayên ku 3 û 8'ê Hezîranê li bejehiya Amedê di şer û bombebaranê de şehîd bûbûn, ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniyên 11 û 16'ê Hezîranê de ragihandibû ku li bejahiya Amedê 5 gerîla şehîd bûne. Di daxuyaniya nû de agahiyên nasnameyên yên gerîla û têkilî jiyana wan a gerîlatiyê agahî hate dayin û sersaxî hate xwestin. 
Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

''Di daxuyaniya xwe de ya 15'ê Hezîranê me bi raya giştî re par ve kiribû ku artêşa TC'ê ya dagirker 7'ê Hezîranê li Licê ya Amedê li ser gundê Lîcokê operasyonek daye destpêkirin û 8'ê Hezîranê ji ber bombebaranê 2 hevalên me şehî bûne. Di vê bombebaranê de agahiyên sicîlê yên hevalên me Ciwan (Osman Gulen) û Rojhat (Mehmet Yoldaş) ku şehîd bûne wiha ne;

Navê Kod: Cıwan Lîcê
Nav û Paşnav: Osman Gulen
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Feride - Nezir
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8 Hezîran2019 / Amed

Navê Kod: Rohat Amanos
Nav û Paşnav: Mehmet Yoldaş
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Gulîşan - Kemal
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 8 Hezîran2019 / Amed

Hevrê Ciwan ku dilsoziya xwe û welatparêziya xwe ji wê xaka ku lê bûye û mezin bûye standî, li Licê ya Amedê hatiye dinê. Xisletê xwe yê berxwedêr ji xaka berxwedanê standiye, kedkar, dilsozê hevrêyan bûye û her wiha karê ku ketî ber bi cih aniye, gelek berpiryarî daye ser milê xwew û di peywiran de tim bi şêwaza serkeftinê nêz bûye. Xwe daye wê ku di felsefeya Rêbertî de xwe perwerde bike, xwe ji nû ve biafirîne û bibe fedayiyê gel, bûye şervanekî wêrek ê jiyaneke birûmet û di dîrokê xwe de cihê xwe standiye. Bi helwesta xwe ya ku li bara gel xwedî rêgez û destkeftinîxwaz bûye yek ji wan gerîlayê Amedê ku jê hatiye hezkirin. Bi kelecaniya ku li xaka bûyî gerîlatiyê ike, di hemû gavên têoşînê de, bi fedekarî û bi giyanekî bê hesab gihaye xeta milîtanî ya Rêber Apo. Tolhildana hevrêyê me Ciwan, ku her gavê bi wê biryarariyê bû ku bi Rêber Apo re be, wê bi geşkirina asta şêwaa şerê fedayî be ku şertên xebata azad a Rêber Apo ava bike.

Hevrê Rohat ku li Erganî ya Amedê jidayik bûyî, êrîşên pergalê yên li ser nirxên gelê Kurd qebûl nekiriye û jiyaneke birûmet tercîh kriiye, 2006'an tevî nav refên azadiyê bûye. 2014'an derbasî Eyaleta Amedê bûye, ku şer lê geş bû. Di jiyana têkoşînê de li hemû derdoran jê hatiye hezkirin û şopa xwe li ser hevrêyê xwe hiştiye, gihaye heqîqeta ku bibe hevrêyê hevrêyan. Çi bepirsyariyên ku rêxistinê danê serkeftin daye ber xwe, bi xisletê xwe yê berxwedêr xwe daye peywirên rêxistine. Li ser felsefeya Rêber Apo kûr bûbû, dilsoz, dirûst, kedkar bû û ji bo vê hevrêyên wî jê re yê li pêş ê jiyanê digotinê. Weke zaroyê dilsoz û sirûştî yê dayika pîroz, bi jidiliya xwe di jiyanê de bûye temsîla wê ku mirov çawa bi jinê re dibe hevrê. Ji gava ku tevlî nav refan bûyî, haveynê PKK'ê fedaîbûnê di xisletê wî digere û bi ser dikeve ku bibe şervanê fedayî yê Rêber Apo. Di hemû qadên jiyanê de giyanê fedayî jiyane û daya jiyîn. Bi kesayatiya ku xwe dayî her gav ji me re nirx hiştine, tolhildana vî gerîlayê dilêr wê bibe sedema jiyana me.


Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 11'ê Hezîranê, me bi raya giştî re par ve kiribû ku 2'yê Hezîranê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Şehîd Serxwebûn a  Licê ya Amedê operasyonek daye destpêkirin. 3'yê Hezîranê piştî şer û bombekirinê bi 3 hevalên me têkiliyen me qut bûbûn. Hevrêyên me Mahîr (Ibrahîm Çelîk), Rêber (Abdullah Turhan) û Serhildan (Omer Demîr) ku têkiliyên me qut bûbûn, şehîd bûne.

Agahiyên sicîlê yên hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne;

Navê Kod: Mahîr Andok
Nav û Paşnav: Îbrahîm Çelîk
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Munevver – Fehmî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Hezîran2019 / Amed

Navê Kod: Reber Amed
Nav û Paşnav: Abdullah Turhan
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Sultan – Şaban
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Hezîran2019 / Amed

Navê Kod: Serhıldan Mazî
Nav û Paşnav: Omer Demîr
Cihê Bûyinê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Husnugull – Mehmet Halit
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Hezîran2019 / Amed

Hevrêyê me Mahîr Andok li Licê ya Amedê hatiye dinê, ku Licê ji civîna pêşî ya partiya me ve ku bi dilsoziya bi şehîdan hatiye damazirand û heta niha tim xwedî sîsika welatparêziyê ye. Hevrê Mahîr ku di nav malbateke welatparêz de mezin bûyî, beriya ku tevlî nav refan bibe jî, her peywira ku ketî ser milê wî, bi bihistyariyeke mezin bi cih aniye, pêşengî ji ciwanan re kiriye. Rastiya şer a Kurdsitanê zû fêhm dike û bi îdîaya ku bibe fedaiyê Rêber Apo, 2012'an tevlî nav refên gerîla dibe. Di nav gerîla de jî tim ev îdîaya xwe parastiye, bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirandiye, bi aliyê xwe yê dirûst, kedkar, wêrek û dilsoz tim li pêş bûye. 2016'an diçe çiyayên Amedê yên ku pir jê  hez dike, bi moral û kelecaniya ku soza tolhildanê ya  fermandarên leheng ê Amedê Şehîd Numan û  Şehîd Rêber bistîne dikeve rê.  Li çiyayên Amede jî her demê şêwaza fedaî dide ber xwe, tim çalak û wêrek bûye. Hevrê Mahîr di tevaiya jiyana xwe ya têkoşînê de hêrsa xwe ya li dijî dijmin tim tûj kiriye û hezkirina xwe ya li gel mezin kiriye. Hevrêyê me yên leheng ku ku hezkiriyê Amedê bû, bi hezkirina xwe heta dawiyê bi eşq jiyaye. Em sond dixwin ku baweriya bi rojên xweş ên bi tavê, ji xwe re bikin motîvasyona şer, her kêliya wî tevî nav kêlîka xwe bikin û serfiraziyê mîsoger bikin.

Hevrêyê me Rêber Amed di demeke wiha de ku dagirker êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd pir zêde dikin, biryar li ser dide ku tevlî nav refên gerîla bibe. Hevrêyê me Rêber ku 2018'an li çiyayên azadiyê cihê xwe digire, rêça welatparêz a Licê ya Amedê tîne çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Rêber ku êrîşên îmhayê yên li ser gelê Kurd qet qebûl nekirî,  bi hemû enerjiya xwe li nav refên gerîla kedeke mezin daye. Hevrê Rêber ku pir zû li xwe dayî, li eniyên pêş ên eşr derbên giran li dijmin dane. Hevrê Rêber li hemû qadên xebatê bi rista pêşengiyê çûye ser peywirên xwe, ji hevrêyên xwe re jî bûye mînak. Hevrê Rêber ku bi dilê xwe yî ciwan hêrsa wî li dijî dijmin rabûyî, li Eyaleta Amedê dema têkoşîna li dijî dijmin, bi qehremanî li ber xwe daye û tevlî nav refên şehîdan bûye.

Hevrêyê me Serhildan Mazî ku li Mêrdînê hatî dinê, 2015'an piştî ku li Kurdistanê şer geş dibe tevlî nav refên gerîla dibe. Di deme wiha ku faşîzma TC'ê êrîşên hovane dibir ser gelê me, hevrêyê me Serhildan dikeve nav têkoşîna aktîv, bi wêrekî û pêbawerîbûnê derdikevep pêş. Hevrêyê me Serhildan ku bi pakî, kêfxweşî û helwesta xwe ya biryarar pir bandorê li ser hevrêyên xwe dike, bûye mînak. Hevalê me Serhildan ku bi şervaniya xwe tê naskirin, hemû peywirên ku daye ser milê xwe bê kêmasî bi cih aniye û li dijî dijmin bi fedaî şer kiriye. Hevrê Serhiladan, bûye yek ji wan hevrêyê me yê leheng  ku li Licê ya Amedê li dijî faşîmê heta kêliya dawî têkoşîneke çalak kiriye.

Em sond dixwin em ê alaya têkoşînê yên hevrêyên xwe yên ku 3 û 8 Hezîranê li Licê ya Amedê şehî bûne bilind bikin, bi biryararî li ser rêya azadiyê ku şehîdên me ava kiriye, bi biryardarî bimeşin. Di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd, bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be.''