HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şehîdên me yên leheng ku bi bawerî û biryardariyeke mezin bi ser dijmin ve meşiyan, mohra xwe li serdemê xistin û bûn afirînerên rasteqîn ên nirxan."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî da:

"Dewleta Tirk a qirker di sala 2016'an de derfetên xwe yên leşkerî, siyasî û aborî hemû seferber kir û êrîş bir ser gelê me û hêza wê ya pêşeng partiya me PKK'ê. Li dijî van êrîşan, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê, berxwedaneke dîrokî kirin û bersiv dan. Dewleta Tirk a dagirker ku hesabê wê yekê dikir; bi êrîşan wê karibe îradeya partiya me bişikîne û teslîm bigire, li bin guhê îradeya milîtanên Apoyî ket ku bi zor û zehmetiyên mezin hate afirandin. Gerîlayên Kurdistanê bi sedan çalakî lidar xistin û derbên giran li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de ku milîtanên fedaî yên Apoyî bi ked û hewldaneke mezin kirin, bêguman gelek hevrêyên me yên hêja şehîd bûn. Şehîdên me yên leheng ku bi bawerî û biryardariyeke mezin bi ser dijmin ve meşiyan, mohra xwe li serdemê xistin û bûn afirînerên rasteqîn ên nirxan. Di vê serdema ji berxwedana destanî de hevrêyê me Botan Bêlatî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyê me Şerzan Agirî li herêma Serhedê û hevrêyê me Zagros jî li herêma Cûdî li dijî dijmin têkoşîneke bêeman meşandin û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Botan Bêlatî
Nav paşnav: Cengîz Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nadiye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şerzan Agirî
Nav paşnav: Yakûp Aslan
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Fehîme-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Serhed

Nasnav: Zagros
Nav paşnav: Mervan Taşdemîr
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Cûdî

BOTAN BÊLATÎ

Hevrêyê me Botan li gundê Bêlatî yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxan ji dayik bû. Di salên 1990'î de gundê Bêlatî di çarçoveya şerê qirkirinê yê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd de hate şewitandin, gundî jî neçar man koçî navenda bajêr bikin. Malbata hevrêyê me Botan jî ji ber ku malbateke gelek gerîla û şehîd jê hebûn, timî bû hedefa êrîşên dewleta Tirk a qirker. Li gel zext û zilmê jî ji têkoşîna xwe ya bi rûmet venegeriya. Hevrêyê me Botan hîn di zarokatiyê de PKK nas kir û bi çîrokên destanî yên lehengên me yên şehîd bûne, mezin bû. Bi ciwantiyê re berpirsyariya têkoşîna bi rûmet hilda ser milê xwe. Hevrêyê me Botan li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên destgîrkirin, girtin û tepisandinê, berê xwe da çiyê û sala 2013'an bi rengekî çalak tevlî nava refên nava gerîla bû.

Hevrêyê me Botan li Zagrosan dest bi meşa gerîlatiyê kir, di demeke kurt de guhertinên mezin di kesayetiya xwe de pêk anî û bû gerîlayekî şareza. Li dijî êrîşên bêexlaqî yên dewleta Tirk a qirker ên li hemberî gel û nirxên me, îdîaya tolhildanê ya mezin li her derê nû kir û kêlî bi kêlî têkoşîneke xurt meşand. Hevrêyê me Botan di demeke kurt de di her mijarê de xwe bi pêş ve bir, di perwerdeyên partiyê de ji aliyê branşên leşkerî û îdeolojîk ve her tim xwe kûr kir. Hevrêyê me Botan têgihişt ku li nava PKK'ê milîtaniya li ser bingeheke rast bi kûrbûna li ser felsefeya jiyanê û îdeolojiya Rêber Apo dibe ku ruh dide berxwedan û jiyanê. Lewma pêşketina li ser xeta fedaî û kûrbûna îdeolojîk ji xwe re kir yek ji armancên mezin. Hevrêyê me Botan ku di dema çalakiyê de ya ku şehîd bû, fermandarê baskê bû. Gotinên xwe yên dawî jî bi vî rengî bû: 'Me çeperên dijmin ji holê rakir, em bi pêş ve diçin'. Bi vî ruhê fedaî û daxwaza têkoşînê hêza gerîla ya ku têk naçe fedaîtiya Apoyî bi şênberî raxist pêş çavan. Çîroka berxwedana destanî ya hevrêyê me Botan wê ji hevrêyên xwe re timî bibe talîmata serketinê. Hevrêyê me Botan ku li Zagrosan bi sekna xwe ya fedaî dihate naskirin, wê weke yek ji lehengên nemir ê Zagrosan bê bîranîn.

ŞERZAN AGIRÎ

Hevrêyê me şerzanli navçeya Avkevir a Agiriyê ku weke qadeke girîng a berxwedanê ya dîroka Kurdsitanê tê naskirin, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdorê û mezinbûan bi destanên Berxwedana Çiyayê Agirî, hestên welatparêziyê bi hevrêyê me Şerzan re timî li pêş bû. Bi taybetî baweriya xwe pê anî bû ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê wê gelê me teqez bi ser bixîne. Ji bo vê jî kete nava lêgerîna têkoşînê. Dema ku li Zanîngehê dixwend, tevlî nava karên ciwanan bû. Hevrêyê me Şerzan di vê pêvajoyê de partiya me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Her wiha bi nirxandin û ji nêzîkatiyên ku şahidî jê re kir, rûyê qirker ê dijmin nas kir. Her ku rastiya dijmin nas kir, biryardarî û daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê jî mezin kir. Ji ber ku hevalên zarokatiyê yên hevrêyê me Şerzan ji aliyê dijmin ve hatin şehîdxistin, hevrêyê me Şerzan ji bo xwedîderketina li bîranîna hevalên û hilanîna tolê ya ji dijmin, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû, bi avantaja ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike di nava pratîkê de ma û di demeke kurt de veguehrî gerîlayekî şareza. Pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê di nava şer de hîn bû, ev rewş jî bû sedem ku gavên girîng biavêje. Ji bo hilanîna tola hevalên xwe yên zarokatiyê di her kêliyê de xwe kûr kir ku derbê li dijmin bixe. ji ber vê yekê timî bi hevrêyên xwe re nîqaş kir ku taktîkên çalakiyan ên dewlemend biafirîne. bi encamên ji van nîqaşan wergirtî li dijî dijmin gelek çalakî pêk anî. Hevrêyê me Şerzan ku xwe li pêşberî Rêberê me û gelê me timî berpirsyar didît, ti carî xwe têr nedît. Lewma ji bo têkoşînê hîn bêhtir mezin bike, her tim hewl da. Hevrêyê me Şerzan li eyaleta Serhedê li gelek qadan têkoşiya, gelek zor û zehmetî bi sekna xwe ya bi îrade ji holê rakir. Bi samîmiyeta xwe ya hevrêtiyê, bi durustiya xwe ya tevlîbûnê li nava hevreyên xwe bû cihê hurmetê, bû milîtanek ku timî dihate xwestin pê re kar bê kirin. Piştî pratîka serketî ya du salan, ji bo nirxandina pêvajoya pratîkê, ji bo xwe di mijara gerîlatiya serdema nû û îdeolojiya Apoyî de kûr bike, demekê di bin sîwana eyaletê de beşdarî nava karên akademiyê bû. Di pêvajoya akaddemiyê de pratîka xwe bi berfirehî nirxand. Tespîta wê yekê kir ku di tevlîbûna xwe de ji aliyê îdeolojîk bêhtir aliyê hestewarî li pêş e û li ser felsefeya Rêber Apo xwe bêhtir kûr kir. Her wiha taybetmendiyên kesayetiya çewt ên ku dijmin li nava kesayetên Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd ava kiriye, bandora van taybetmendiya a li ser xwe bi samîmî nirxand û hewl da ji holê rake. Hevrêyê me Şerzan ji bo saleke nû ya têkoşînê xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xurt kir û di 6'ê Cotmeha 2016'an de di operasyona dijmin a li qada Kirê Tûtax ê herêma Tendurekê de bi fedaî şer kir, kir ku gelek leşkerên dijmin bêne cezakirin. Di êrîş û şerê giran de heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir, şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.

ZAGROS

Hevrêyê me Zagros li bajarê welatparêz ê Serhedê li Mûşê li nava malbateke welatparêz û dilsozê çanda xwe ji dayik bû. Ji ber ku derdora lê mezin bû taybetmendiyên Kurdîtiyê diparast û ji bo vê têdikoşiya, hevrêyê me Zagros jî di nava vê rastiya têkoşînê de mezin bû. Ji zarokatiyê ve bala hevrêyê me Zagros çû ser partiya me û hêza wê ya pêşeng gerîla. Her tim dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Dema ku mezin bû û hate temenê ku karibe têbikoşe, di sala 2013'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li herêma Botanê wergirt, ji şerê bi dehan salan ê gerîlatiyê tecrûbe wergirt û bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Zagros ku perwerdekirina xwe ji xwe re kir yek ji armancên sereke, her ku di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir, bandora neyînî ya sîstemê ya li ser kesayetiya xwe yek bi yek avêt û hîn bêhtir bû yê xwe. Her ku li cewhera xwe vegeriya pê hesiya ku hîn bêhtir azad dibe. Lewma ti carî xwe ji perwerdekirina xwe venegirt, her tim pêşketin ji xwe re kir esas. Ji sala 2015'an û pê ve ku êrîşên dijmin destpê kirin, li herêma Cûdî li dijî dijmin kete nava têkoşîneke çalak. Piştî ku dijmin li Berxwedana Xwerêveberiyê komkujî li gelê me kir, hevrêyê me Zagros li hemberî vê yekê gelekî bi hêrs bû. Ji bo tola komkujiyên li gelê me hatin kirin hilîne, tevlî gelek çalakiyan bû. Ji bo Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve bi her awayî têkoşiya, nesekinî û li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Zagros ku bi hevrêtiya xwe ya cewherî û rêbaza xwe ya tevlîbûna fedaî timî bû milîtanekî pêşeng, 28'ê Mijdara 2016'an li herêma Cûdî li dijî operasyona dagirkeran heta nefesa xwe ya dawî şer kir û gihîşt şehadetê. Weke hevrêyê wî, em soz didin ku ala şoreşê ya ku hevrêyê me Zagros radestî me kiriye bi rengekî ku hêjayî şehîdên me yên hêja bibin bi ser bixînin.

Hevrêyên me Botan, Şerzan û Zagros ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi Bakurê Kurdistanê li dijî siyaseta qirkirin û dagirkeriyê di xeta berxwedanê de ked, hewldan û fedakariyeke mezin kirin, şer kirin û şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Botan, Şerzan û Zagros bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."