HPG'ê 2 şehîdên Heftanînê bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Heftanînê di êrişên hewayî de şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîdan, xelkê Botanê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"15'ê Tîrmeha 2020'î artêşa Tirk a dagirker êrişeke giran a hewayî li herêma Heftanînê kiribû. Li qada Bektoryayê, di êrişa hewayî ya li ser girê Şehîd Gelhat, hevrêyê me Koçer şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Koçer Sîîrt
Nav paşnav: Ferhat Yayle
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fatim-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

Hevrêyê me Koçer li Sêrtê li nava malbateke welatparêz û koçer ji dayik bû. Li nava derdoreke ku bi koçeriyê debara xwe dikir, hem li erdnîgariya Kurdistanê geriya hem jî di nava wê xwezayê de mezin bû, mîna Kurdekî çiyayî mezin bû û di heman demê de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nas kir. Li nava civaka me ya koçer ku ji qirêja sîstema modernîteya kapîtalîst dûr maye, hevrêyê me Koçer li nava civateke wiha mezin bû û navê xwe ji cewhera xwe wergirt. Hevrêyê me Koçer bi cewhera xwe ya pak di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber ku ciwanekî Kurd ê çiyayî bû li nava gerîla qet zor û zehmetî nekişand, zû bû gerîlayekî şareza. Bi têgihiştina xwe ya ji xwezaya Kurdistanê û serweriya li bejahiyê,, bi taybetmendiya xwe ya gelêrî, di pratîkê de ji hevrêyên xwe hemûyan re bû alîkar. Tevî ku li dibistanên sîstemê qet nexwendibû, xwe di nava jiyanê de perwerde kir û piştî ku tevlî nava refên gerîla bû hewl da di îdeolojî û felsefeya Apoyî de xwe kûr bike. Bi vî rengî xwe şareza kir. Hevrêyê me Koçer ku hem di teoriyê de hem jî di pratîkê de bû gerîlayekî şareza, bi hunera xwe ya fermandariyê bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî. Bi rengekî çalak tevlî pêngavên rizgarkirinê yên li dijî faşîzma DAÎŞ'ê bû, pêşengî jê re kir û du caran birîndar bû. Her carê jî bi eşq û daxwazeke mezin ji nû ve li wezîfeya xwe vegeriya. Herî dawî cihê xwe di nava Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de girt. Li Heftanînê tevlî çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Ji bo şarezatiya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk û bicihanîna taktîkên wê gelekî hewl da. Li qada Bektoryayê dema ku li ser erka xwe bû şehîd bû.

6'ê Cotmeha 2020'î li qada Bektorya ya Heftanînê, di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Laşer şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Laşer Rojhat
Nav paşnav: Umît Îlbî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Feyrûz-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Cotmeha 2020 / Heftanîn

Hevrêyê me Laşer li gundê Repîn ê navçeya Qilabanê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Laşer ku bi çanda welatparêziyê ya gelê Botanê mezin bû, di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû. Bilindahî û hêza manewî ya xaka lê ji dayik bû li her kêliya jiyana xwe belav kir û bi vî rengî jiya. Bi serbilindî, wêrekî û biryardariya xwe bû ewladekî Botanê yê hêjayî gelê xwe. Li nava refên gerîla bi samîmiyeta xwe, bi tevlîbûna xwe ya bêteredût, bi kedkarî û jêhatîbûna xwe her li pêş bû. Hevrêyê me Laşer her kêliya jiyanê bi wate û hezkirineke mezin jiya. Di têkiliyên hevrêtiyê de sadebûn û xwezayîbûn ji xwe re kir esas, di dilê hevalên xwe hemûyan de cihekî mezin girt. Ji bo bibe milîtanekî xurt ê xeta Apoyî gelekî hewl da, bû şervanekî bêeman ê vê xetê. Ji bo tevlîbûna xwe ya li partiyê bêhtir çalak bike, ji bo asta biryardariya xwe bilind bike, hevrê Laşer cihê xwe di nava fedayiyên Kurdistanê de girt. Bi mîsyona fedayîtiyê nêzî her wezîfeyê bû û ji bilî serketinê encameke cuda qebûl nekir, xwe fedayî azadiya Rêber Apo û azadiya welatê me Kurdistanê kir. Li Heftanînê ku cihê dawî yê wezîfeya wî bû bi vê biryardariyê derbên giran li dijminê mêtinger xist. Hevrêyê me Laşer li qada Bektoryayê şehîd bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Botanê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng bi ser bixînin."