HPG'ê 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîla û sivîlekî li Amedê roja 1'ê Sibatê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser şehadeta 2 gerîla û sivîlekî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê 1'ê Sibatê du gerîlayên HPG'ê û sivîlek li qada Apê Mûsa ya navçeya Amedê Lîceyê di navbera Biryas û Kele de dikevin kemîna artêşa Tirk û şehîd dibin. Hat ragihandin ku gerîlayên bi navê Eylul Amed, Botan Ferqîn û sivîlê bi navê Weysî Çelîk di vê kemînê de şehîd dibin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Eylul Amed
Nav û Paşnav: Murat Uçer
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Navê Dayîkê-Bav: Ayşe - Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 1'ê Sibata 2018 / Amed

Nasnav: Botan Farqîn
Nav û Paşnav: Velî Taşkiran
Doğum Yeri: Amed
Navê Dayîkê-Bav: Fesîhe – Mehmet Zekî
Cîh û Dîroka Şahadetê: 1'ê Sibata 2018 / Amed

Di dewama daxuyaniyê de li ser şehîdan ev agahî hatin dayin:

"Hevalê me Eylul Amed (Murat Uçer) sala 1985'an li navçeya Amed Erxeniyê ji dayîk bûye. Mîna her zarokên li Kurdistanê hê di temenê biçûk de hînî rastiya dijmin dibe. Di nava malbateke ji aliyê dayîkê ve Tirkmen û aliyê bav ve Kurd e mezin dibe. Hevalê me Eylul hê di temenê biçûk de Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye û di nav xebatên ciwan û çapemeniyê de cih girtiye. Hê di temenê gelekî ciwan de gelek caran ji aliyê dijmin ve hatiye girtin û dijmin êşkence lê kiriye. Êşkenceyê çavên wî ne tirsandine, berevajî vê, bawerî û dilsoziya wî ya ji têkoşînê re xurtir bûye. Ji bo ku li hember polîtîkayên qirkirin û tinekirina Kurd a dewleta Tirk a faşîst bi awayekî hê zêdetir çalak têbikoşe, sala 2002'an tevlî refên gerîla bû.

Heval Eylul di demeke kurt de hînî gerîlatiyê dibe û di qada eskerî de dibe fermandarekî jêhatî. Bi berpirsiyariyeke mezin nêzî her erka xwe dibe. Heval Eylul li qadên Xinêrê, Qendîl, Amed, Zagros û Zapê di pratîkê de maye û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî herî baş pêk anî ne. Hevalê me Eylul nûnerekî ruhê ciwan ê tevgera Apocîi bû. Saf, pak û ji dil tevlîbûn nîşan dida û şervan û fermandarê şêrê azadiyê bû hevalê me Eylul. Herî dawî Rêveberiya Eyaleta Amedê dimeşand. Mîna lêgerê maneya mezin dest bi meşa xwe ya azadiyê kiribû û ti carî di vê meşê de ti carî çavên wî netirsiyan an jî westiya. Hevrê Eylul bi sekna xwe, rûkeniya xwe aramî dida hevrêyên xwe û di qadên lê pratîk meşandiye de bi sekna xwe hêz daye hevrêyên xwe û tirs daye dijmin.

Hevalê me Botan Farqîn (Velî Taşkiran) li navçeya Amedê Ferqînê ji dayîk bûye. Hevalê me Botan di nav malbateke welatparêz de mezin dibe û sala 2008'an tevlî refên azadiyê dibe. Hevalê me Botan di zaroktiya xwe de faşîzma dewleta Tirk û rastiya dijmin nas dike û ew jî weke heval Eylul zû tevlî refên têkoşînê dibe. Piştî tevlî refên azadiyê dibe dikeve nav lêgerînên mezin, dibe yek ji şervanên aktîf ku dijmin gelekî ji wan ditirse. Di gelek çalakiyan de çalakî bi awayekî aktîf birêve birine û darbeyên giran li dijmin dane. Di nava têkoşînê de hertim bi moral, heyecan û dînamîk bû. Hevalê me Botan heta keliya ku şehîd ket jî bi hezkirineke mezin xwedî li têkoşîna azadiyê derketiye û xebat meşandine.

Ji ber van wendahiyên me yên bi êş di serî de malbatên Uçer, Taşkiran û malbata Weysî Çelîk re em sersaxiyê dixwazin û dibêjin serê hemû gelê Kurd sax be. Em soza xwe dîsa nû dikin ku heta em îdealên hevrêyên xwe yên nîvco maye tamam bikin û Kurdistana azad ava bikim, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."