HPG: Di 24 saetan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê, ragihand ku di çalakiyên li Colemêrêg nava 24 saetan hate lidarxistin de, 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin.

LI GEVER Û ŞEMZÎNANÊ GELEK ÇALAKÎ HATIN KIRIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, 3’yê Îlonê li navçeyên Çelê û Şemzînan a Colemêrgê û 4’ê Îlonê li navçeya Geverê li dijî artêşa Tirk çalakî hatine lidarxistin.

Şervanên hêzên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) a ku bi awayek çalak beşdarî nava pêngavên me dibe, 3’yê Îlonê saet 14:40’an li Girê Şikêrê Spî yê girêdayî Şemzînanê li dijî çeperên dijmin çalakiyek lidar xistin. Di encama lêdana xurt a çeperên dijmin de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

Hêzên artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan bombe kiriye.

Şervanên TŞYG di heman rojê saet 13:30’an de, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Petrût a girêdayî Çelê çalakiye lidar xistin. Di çalakiya bi awayeke xurt kon û çeperên dijmin ên li gir hate xistin de, 2 çeper, çeperek çeka MG3 tam otomatîk hate rûxandin. Di vê çalakiya de ku dijmin di çapameniya xwe de îdîa dike ku leşkerk hatiye kuştin, 7 leşker hatine kuştin, hejmarek nezelal a leşkeran jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk a dagiker kû piştre bi helîkopterên tîpa Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirin saet 18:00’an bi balafirên şer, obus û hewanan qad bomberdûman kiiye.

Hêzên me heman rojê, saet 15:00’an li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Girê Şehîd Ronahî yê girêdayî Şemzînanê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya bi awayeke xurt kozikên dijmin hatin lêxistin de, têkildarî kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

4’ê Îlonê (îro) saet 09:00’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên mêtînger ku li Girê ŞEhîd Rehîme û Şehîd Zerdeş ên li devera Oremar a Geverê bi cih bibûn çalakiye lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi xurtî hate lêxistin de, têkildarî kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyên zelal nehate bidesxistin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê derdorî xwe û qad bi awayeke giştî bi çekên giran, obus, hewan ketober bombe kir.

OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK

Artêşa Tirk a dagirker, 2’yê Îlonê saet 17:00’an li taxa Şapatan a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyonek dabû destpêkirin. Polîsên tîmên taybet di oparasyonê de bombeya destan avêtine nava baxçeyê malekê. Operasyon heman rojê saet 19:00’an bê ku encamek bigire vekişiyaye.

Artêşa Tirk a dagirker 31’ê Tebaxê operasyona li gundê Êlê yê girêdayî bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê dabû destpêkirin 3’yê Îlonê di saetên şevê de bê ku encamek bigire vegeriyaye.