HPG: Dewleta Tirk li ser navê nêçîrvaniyê sîxuran dişîne Heftanînê

Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk li ser navê nêçîrvanî û darvaniyê sîxuran dişîne herêma Heftanînê. Fermandariya Eyaletê diyar kir heta daxuyaniyeke duyemîn wan nêçîrvanî li herêmê daye sekinandin.

Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk li ser navê nêçîrvanî û darvaniyê sîxuran dişîne herêma Heftanînê. Fermandariya Eyaletê diyar kir heta daxuyaniyeke duyemîn wan nêçîrvanî û darvanî li herêmê daye sekinandin.

Di daxuyaniya Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Wekî tê zanîn dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jî dewleta Tirk a faşist bi armanca qirkirin û tunekirina gele me û gerîllayê azadiya Kurdistanê serî lê her cure rêbazen qirêj dide. Yek ji wan rêbazên karê îstîxbarat û sîxuriyê ya li qadên gerîlayan e. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku vê yekê pêk bîne mixabin hîn kesayetên bêrûmet bi kar tîne. Bi qasî ku me zelal kiriye û agahiya me jê çêbûye, di van demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker di bin navê nêçîrvanî, darvanî bi hincetên cûrbecûr kesên ku kiriye sîxur dişîne heremê û bi rêka van kesan dixwaze di derbarê rêheval û baregehên me de agahiyan werbigire. Ji bo ku em bikaribin pêşî li van xebatên dijminê gelê Kurd bigirin, em Fermandariya Eyaleta Heftanînê nêçîrvantiyê li hemû heremê qedexe dikin. Heta agahiyeke duyemîn divê tu kes li herêmên ku wekî heremên leşkerî tên zanîn, neçe nêçîrê. Ji bo ku şaşitî çênebin divê gelê me yê welatparêz yên li gundewarên heremê mexdûr nebin, divê bi tu awayî li herêmên leşkerî neçin nêçîrê. Ger ku ji ber şert û mercên zivistanê pewîstiya komkirina daran hebe, divê kesê ku dixwaze biçe daran, teqez serî li saziya têkîliyên gel ya Eyaleta Heftanînê bixe û bi destûr û belge bikeve heremê. Em hêvî dikin ku gele me yê welatparêz yê gundewarên herema Heftanînê wê ji bo pûçkirina polîtîkayên dijmin ji hevalan re bibin alîkar û di vê çarçoveyê de tevbigerin.”