HPG: Dagirkerek hate cezakirin, termalek û mobeseyek hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîla de leşkerekî dagirker ê dewleta Tirk hate cezakirin. Di çalakiyan de termalek û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate rûxandin. Derb li çeperekê hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin, pergaleke kameraya termal û ya mobeseyê hate rûxandin. Di çalakiyan de derb li çeperekê hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê

16’ê Kanûnê saet 15:30’an de, dema ku dagirker ber bi çeperên ber şer ên berxwedanê ya nêzî herêma Çemçoya Şêladizê ya Amêdiyeyê ve hatin, hêzên me bi taktîka sabotajê li dagirkeran dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

16’ê Kanûnê saet di 08:30, 10:30 û 11:30’an de li derdora gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên me yên gerok 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dan. Saet 14.00’an careke din bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

16’ê Kanûnê saet 16.00’an de pergaleke kameraya termal û ya mobeseyê ya ku dagirkeran li qadên berxwedanê yên gerîla yên li derdora gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên gerok ve hatin rûxandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 16’ê Kanûnê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û herêma Ava Lolanê ya Xakurkê 4 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 16’ê Kanûnê de Girê FM, Sîda û Qada Berxwedanê ya Çemço bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”