HPG: Dagirkeran bi çekên qedexekirî û balafirên şer bombebaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi balafirên şer, carekê jî bi çekên qedexekirî bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. 18 caran bi obus, tank û çekên giran êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a mêtinger ên li ser hêzên gerîla ku di pozîsyona parastinê de ne, zêde bûne.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

6'ê Gulanê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

4, 5, 6 û 7'ê Gulanê li Garê derdora gundên Ergenê, Zêvkê, Şêranê, Yekmalê û gundê Şelazê yê Metînayê, her wiha Girê Biharê 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6 û 7'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM'ê û Girê Amediyê 18 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hilweşîne."