HPG: Artêşa Tirk sûcên şer didomîne

Hêzên Parastina Gel ragihand ku, artêşa Tirk li Çemço li hember çeperên berxwedanê yên gerîlayan bi çekên qedexekirî êrîşan dike.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di 27’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin:

- Artêşa dewleta Tirk a dagirker roja 27 'ê Çileyê hewl da çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi kepçe û dozeran hilweşîne.

- Di 26 û 27’ê Çileyê de qada ava Lolan a Xakurkê û Deşta Kafya ya Garê 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

- Di 26 û 27’ê Çileyê de herêmên Girê Şehîd Kamûran û Geliyê Lolan ên Xakurkê, herêma Çemço ya nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin. "