HPG: Artêşa Tirk di 24 saetan de 42 caran êrîş kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 10’ê Nîsanê de 42 caran êrîşî çeperên berxwedanê kiriye û gerîlayan bersiva êrîşan daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku çeperên berxwedanê yên li Zap û Metîna hatin bombekirin.

Di daxuyaniyê de derbarê êrîşan de ev agahî hatin dayîn:

1. Li herêma Zapê

Di 10’ê Nîsanê saet 14:00, 17:20, 19:00’an de ji aliyê artêşa TC a dagirker ve li dijî çeperên me yên berxwedanê yên Sîda êrîş hatine kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û 3 caran şêr çêbûye.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 10’ê Nîsanê de herêmên Golka û Girê Çarçêl ên Metîna du caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 10’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Girê Çarçêl a Metîna, Çemço û Sîda 37 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”