HPG: Artêşa Tirk 150 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker di navbera 7 û 9’ê Kanûnê de herî kêm 150 caran çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên kîmyewî bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Operasyona dagirkeriya berfireh a ku artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Nîsanê li dijî berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê daye destpêkirin, bi ser neketiye û negihiştiye armanca xwe. Artêşa dagirker a ku nikare xwe ji çalakiyên bi bandor ên gerîla biparêze û derbeyên giran dixwe, sûcên şer didomîne û çekên kîmyewî bi kar tîne. Her çendî ku artêşa Tirk bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne, bi belgeyan hatiye îspatkirin jî wezîrê şerê taybet Hûlûsî Akar bi durûtî sûcên xwe yên şer red dike jî, artêşa faşîst li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne. Di 7, 8 û 9’ê Kanûnê de tenê çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê herî kêm 150 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker; 5 caran bi balafirên şer, 10 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker jî hatin cezakirin.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê

9’ê Kanûnê saet 11:00 û 13:10’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, dagirker ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Roja 9’ê Kanûnê di navbera saet 08:10-10:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 3 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

9’ê Kanûnê saet di navbera 13:30 û 16:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên gerok 4 caran bi çekên giran li dijmin dane.

9’ê Kanûnê danê êvarê dema ku helîkopterên Skorsky xwestin leşkeran deynin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên gerok 2 caran li helîkopterê dan. Piştî lêdanê helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye

Ji 7’ê Kanûnê heta 9’ê Kanûnê çeperên şer ên Şehîd Botan ên Qada Berxwedanê ya Çemçoyê herî kêm 150 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî çeperên şer ên Şehîd Botan hê jî didomin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 9’ê Kanûnê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û herêma Rostê ya Xakurkê 5 caran bi balafirên şer haine bombekirin.

Di 9’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye û Girê Cûdî 10 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 9’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediye, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Bihar bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

BELAVOKÊN LI GEVERÊ HATINE BELAVKIRIN NE AÎDÎ HÊZÊN ME NE

HPG’ê diyar kir ku belavokên li Geverê hatine belavkirin ne aîdî hêzên wan e û got, “Li herêma Geverê ya Colemêrgê, navê HPG’ê hatiye bikaranîn û navê hin kesên li herêmê hatiye dayîn, belavokên bi sernavê “Operasyona Bihara Payîzê ji bo bîranîna Şehîd Memyan û Şehîd Rozerîn” hatin belavkirin. Em diyar dikin ku daxuyaniyên mijara gotinê ne aîdî hêzên me ne, bi şêwaza xebatkarên şerê taybet hatine nivîsandin û divê gelê me baweriyê bi van belavokan neyne.”