HPG: Şehîdên Zagrosê bi minet bibîr tînin!

HPG a 5 gerîlayên li Şemzînanê şehîd bûne bibîr anî got: “Soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên leheng bi serketinê tacîdar bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên sala 2018’an li Şemzînan şehîd bûbûn eşkere kir. HPG’ê li ser gerîlayan û têkoşîna wan ev agahî parve kirin:

“Di şerê li herêma Herkî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg de ku 9’ê Tîrmeha 2018’an di navbera hêzên me û artêşa Tirk rû dayî û dîsa êrîşên esmanî de hevrêyên me Delîl, Eser, Harûn, Rûken û Viyan şehîd bûbûn.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Delîl Bahoz
Nav û Paşnav: Nurettîn Mustafayî
Cihê Jidayikbûnê: Maku
Navê Dayikê-Bav: Besra – Mûstafa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şemzînan/9’ê Tîrmeha 2018’an

***

Nasnav: Eser Erdal
Nav û Paşnav: Fatma Bor
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Akîse – Suleyman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şemzînan/9’ê Tîrmeha 2018’an

***

Nasnav: Harûn Adar Gabar
Nav û Paşnav: Şaban Saginç
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Muslume – Hosrov
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şemzînan/9’ê Tîrmeha 2018’an

***

Nasnav: Rûken Êrîş Avent
Nav û Paşnav: Eylem Bartin
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Delal – Halît
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şemzînan/9’ê Tîrmeha 2018’an

***

Nasnav: Viyan Yilmaz
Nav û Paşnav: Gullu Tînîç
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Nadîrşah – Resûl
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şemzînan/9’ê Tîrmeha 2018’an

 

HEVRÊ DELÎL

Hevrêyê me Delîl li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê û bi çanda Kurd a berxwedêr a qedîm mezin bûye. Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî polîtîkayên qirker a dewleta Tirk a li ser gelê Kurd her demê di nava berxwedanê de ye, tim di nava berxwedanê de aktîf cih girtiye û berdêl daye, bi raman felsefeya Rêber Apo li dijî sîstema mêtingerî û dagirkeriyê li gel hemû parçeyên Kurdistanê de ketine nava berxwedaneke bê emsal. Hevrêyê me Delîl ê bi çandeke xurt ku bi hemû şêwaza berxwedan û şoreşê bûyî yek mezin bûyî, ketina ser vê rêyê rûmetê ji bo xwe weke erkekê dibîne. Hevrêyê me Delîl ê demeke dirêj li Zagrosan gerîlatiyê dike, her demê di serketinê de xwe kilîd kiriye, lehengiyek din li Zagrosan zêde kiriye. Xwe di felsefeya îdeolojiya Rêber Apo de kûrkiriye, di pratîka gerîlatiyê de bûye milîtanekî fedayî yê pêşeng. Hevrê Delîl di pratîka xwe ya 8 salan a li Zagrosan bi keda xwe ya bê emsal, bûye xwedî destaneke dîrokî. Hevrê Delîl di gelek çalakiyan de ku derbên xurt li dagirkeran daye cih girtiye,  hemû erkên xwe bi serketî bi cih aniye. Bûye şopdarê fermandarê nemir ê Zagorosan Reşîd Serdaran û erkên xwe yên dîrokî di astekî herî bilind û bi baweriyeke mezin bi cih aniye. Hevrê Delîl wê her demê di nava lehengên Zagrosê de cihê xwe di nava têkoşîna me de bigire.

HEVRÊ ESER

Hevrêya me Eser ku li derdoreke welatparêz, kedkar û di tevgera azadiyê de gelek berdêlên xwe hene mezin bûyî pergala mêtingeriya qirker a dewleta Tirk ji nêz ve nas kiriye û hê bi ciwanî li dijî pergala qirker têkoşiyaye. Hevrêya me Esad ku li zanîngehê bûyî hedefa nîjatperest li dijî kirinên faşîstî yên dewleta Tirk a qirker, wê rastiyê dibîne ku têkoşîn divê li nav refên gerîla be û 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêya me Eser ku ji çandeke kedkar û çiyayî tê li ser îdeolojiya Rêber Apo kûr bûye û di hêla pratîkê de armanc kiriye ku bibe gerîlayekî zîrek. Di demeke kurt de bi Zagrosan re bûye yek û bûye gerîlayekî pêşeng. Bi çarçoweya paradîgmaya jina azad a Rêber Apo xwe ji nû ve afirandiye, ûye şopdara Zîlan û li ser xeta heqîqetê meşiyaye. Hevrê Eser fedaîtiya Apoyî jiyanî kiriye, kiriye çalakî, pratîk û li Zagrosan bi vîneke polayî li dijî dagirkeran şer kiriye. Li dijî dagirkerna di gelek çalakiyan de pêşengî kiriye, her demê bi cidîbûn û fedekariyeke mezin li pewir û berpirsyariyên xwe xwedî derketiye û bi serkeftineke mezin bi cih aniye. Bi Zagrosan re bûye yek, bi vîneke polayî pêşengî li berxwedanê kiriye. Hevrêya me Eser bi ked û berxwedana her demê wê weke sembola azadiya jinê di nav têkoşîna me de bijî.

HEVRÊ HARÛN

Hevrêyê me Harûn li cografayeke ked lê pîroz e û bi kedê mirov heyî de dibe li nav malbateke welatparêz jidayik bûyî zilma dewleta Tirk a faşîst ji kûr ve hîs kiriye, serê xwe li ber pergala mêtingeriyê netewandiye û têkoşiyaye. Hevrêyê me Harûn ku têkoşîna şehîdan bandor lê kirî û ji bo ku vê têkoşînê bidomîne hay ji berpirsyariyên xwe yên dîrokî heyî, bi biryareke radîkal tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Harûn ku bi kedkarî û fedakariya xwe tê zanîn çanda kedkar û berxwedêr bi felsefeya Rêbertî re dike yek bi dilsoziyeke mezin li berpirsyariya xwe ya dîrokî xwedî derdikeve. Li ser rêça şehîdan bi dilsozî û rihê milîtaniya fedayî ya Apoyî bi peywir û berpirsyariyên xwe rabûye û hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftineke mezin bi cih aniye. Hevrêyê me Harûn bi rihê milîtaniya fedayî ya Apoyî kedeke zêde daye û her carê di nav têkoşîna me de wê weke sembola kedê were bibîranîn.

HEVRÊ RÛKEN

Hevrêya me Rûken li Geverê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye, hê bi ciwanî dibe dilxwazê têkoşîna azadiyê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Kurdan dibîne. Li dijî dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî êrîşê tîne ser hemû nirxên me û hewl dide ku hebûna Kurdan ji holê rake hay ji rastiya têkoşînê çêbûye, bi fikra ku ev peywira dîrokî ya her Kurdî ye, ji bo ku ji faşîzmê hesab bipirse û berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne tevlî nav refên gerîla bûye. Bi daxazeke mezin di pêvajoyên perwerdehiyê de pir guherîye, li ser îdeolojiya Rêber Apo kûr bûye û bûye fermandarke zîrek a gerîla. Di têkoşîna gerîla de de bi peywirên cihê rabûye, 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşa komkuj biriye ser gelê me yê Êzdî, di nav wan komên pêşî gerîla de bû ku çûbûn Şengalê û di berxwedaniya Şengalê de peywira pêşengiya jinê bi rengekî serkeftî bi cih aniye.Li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û hişmendiya tarî bi vîneke qeyîm sekiniye, ji bo ku dijî dewleta Tirk a faşîst ku organîzatorê çeteyên DAÎŞ'ê bû, şer bike, berê xwe daye çiyayan. Hevrêya me li dijî artêşa dagirker bi vîneke polatî li ber xwe daye, bi têkoşîn û kesayata xwe ya milîtaniya fedayî ya Apoyî, rêya me ber bi serfiraziyê ronî kiriye. Hevrêya me Rûken weke milîtaneke pêşeng a tevgera azadiyê wê tim têkoşîna me ronî bike.

HEVRÊ VIYAN

Hevrêya me Viyan li malbateke welatparêz jidayik bûyî, li nav çandeke berxwedêr teşe girtiye, bi bîreweriya welatparêziyê helwesta li dijî zilmê, li Kurdistanê rêgeza sereke û peywira bingehîn a welatparêziyê ye. Hevrêya me Viyan bi vê bîrewerî û berpirsyariyê mezin bûye.Zilma dewleta Tirk a mêtingeriya qirker a li ser Kurdan ti caran qebûl nekiriye, li dijî dagirkerî û pergala mêtingeriyê, hîs kiriye ku têkoşîn bivenevê ye û ji ber vê 2014'an tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêya me di demeke kurt de di jiyana xwe ya gerîlatiyê de pir li xwe zêde kiriye, ji bo ku li ser felsefeya Rêber Apo û îdeolojiya rizgariya jinê kûr bibe pir hewl daye. Hevrêya me Viyan bi eşqeke mezin ji çiyayên Kurdistanê hez kiriye, di xebatên pratîk de bûye xwedî serkeftinên mezin. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi peywirên cihê rabûye û hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftineke mezin bi cih aniye. Hevrêya me Viyan bi keda xwe, bi temsîla jina azad û bi helwesta milîtaniya fedayî ya Apoyî, dastana lehengiyê di demeke kurt de pêk aniye û bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê daniye.

Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û sond dixun ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bi serfiraziyê tacîdar bikin.''