HPG: Şehîdên Metînayê bi sekna fedaî bûne mînak

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Ev hevrêyên me bi sekna xwe ya fedaî bûn mînak. Em ê ti carî têkoşîna van fedaiyên Apoyî nîvco nehêlin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku ji 25'ê Gulanê û pê ve li qada Girê Hakkarî ya herêma Metînayê da destpêkirin, hevrêyên me Hêzil, Laşer, Seren, Şerzan û Siyabend bi rêbaza fedaî derbên mezin li dagirkeran xistin û şehîd bûn. Van fedaiyên Apoyî yên hêja bi sekna xwe ya fedaî û kûrahiya di hevrêtiyê de bûn mînak. Em soz didin ku têkoşîna wan ti carî nîvco nehêlin û her tim dilsozê bîranîna wan bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Hêzil Rizgar
Nav paşnav: Nazliye Hesen
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-bav: Suheyla-Mehemed Atûn
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Gulana 2022 / Metîna

Nasnav: Laşer Agîd
Nav paşnav: Ebûbekir Şîmşek
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Safiye-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Gulana 2022 / Metîna

Nasnav: Seren Nehîr
Nav paşnav: Hulya Kaya
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hanîfe-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2022 / Metîna

Nasnav: Şerzan Kûrt
Nav paşnav: Ferhat Eşiyok
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Nezmiye-Kasim
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2022 / Metîna

Nasnav: Siyabend Avesta
Nav paşnav: Mûhammed Xelîl
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Elya-Xelîl
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Gulana 2022 / Metîna

HÊZIL RIZGAR

Hevrêya me Hêzil li Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe hîn di zarokatiyê de tevgera azadiyê nas kir. Hevrêya me Hêzil her ku mezin bû mîna malbata xwe cihê xwe di nava têkoşîna şoreşê de girt. Destpêkê tevlî karên ciwanan ên şoreşgerî bû, piştre ku rastiya dijmin baştir nas kir, hestên wê yên azadiyê mezintir bûn. Piştî ku dît, ji nan û avê bêhtir pêwîstî bi azadiyê heye, mîna lehengên Kurdistanê yên di vê oxirê de xwe feda kirine, xwest ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Sala 2014'an di Berxwedana Kobanê ya Destanî de piştî ku kekê wê hevalê Rizgar Hesen şehîd bû, ji bo çeka wî li erdê nehêle berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Hêzil xwe bi kedê afirand û di serî de Qendîl li gelek qadên têkoşînê ma. Li her qada ku lê bû ked û hewldaneke mezin da. Ji perwerdekirina şervanên nû heta bi amadekirina çeperên şer, ji karên stratejîk ên bi baweriyeke mezin heta bi yekîneyên jinê yên xweser li gelek qadan serketin danî ber xwe. Hevrêya me Hêzil ku bi xwestekeke mezin bi azadiya jinê ve hate girêdan, ji bo nîşandana îradeya jinê, ji bo rêxistinkirina xwe, girîngî da pêşengiya ji têkoşînê re û ji xwe re kir armanca herî mezin ku xwe bigihîne vê astê. Li ser vê bingehê xwe ji aliyê îdeolojîk, felsefîk û civakî ve perwerde kir, şareza kir. di heman demê de bi baldariyeke mezin nêzî hunera leşkerî bû, ji bo bibe fermandareke YJA Star a şareza hewl da. Bi serketî tevlî akademiya leşkerî bû, di pratîkê de jî bû fermandareke jêhatî. Hevrêya me Hêzil ji wê yekê bawer kir ku tenê bi rêbaza fedaî tevlîbûn li Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê dikare bê kirin, piştre jî derbasî nava Hêzên Taybet bû. Bi baweriya ji xwe, bi kesayetiya xwe bi daxwaz û baweriya bi serketinê di nava Hêzên Taybet de gihîşt asteke girîng. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker mêtinger ên li ser Başûrê Kurdistanê weke milîtaneke YJA Starê ya fedaî û fermandareke tîm a bi tevger tevlî pêvajoyê bû. 27'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi ruhê bilind ê êrişê bi fedaîtî bi ser dijmin ve çû û fermandarî ji wê çalakiyê re kir ku 18 dagirker hatin cezakirin. Tevî hevrêyê xwe Laşer bi lehengî şer kir û şehîd bû. Weke fermandara YJA Starê ya fedaî ya têkoşîna sala 2022'an cihê xwe di nava dîroka têkoşîna me de girt.

LAŞER AGÎD

Hevrêyê me Laşer li herêma Serhedê li gundê Tîrkevankê yê bajarê Mûşê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Sasonê li nava gund ji dayik bû, bi çanda civakî ya qedîm a gelê Serhedê mezin bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jiz arokatî ve nas kir. Hevrêyê me Laşer ku li Stenbolê lîse xwend, hem weke kedkarekî xebitî hem jî weke welatparêzekî çi ji dest hat kir. Ji sala 2006'an û pê ve bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan ên şoreşger bû û 7 salan kar kir. Li Bedlîsê dema diçû dibistanê di heman demê de karên ciwanan jî meşand. Lê belê tevlîbûna bi vê rêbazê ji xwe re têr nedît û sala 2013'an biryar da ku bibe Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê. Li eyaleta Amedê tevlî nava refên me bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya şervanên nû wergirt û li Heftanînê dest bi pratîkê kir. Sala 2014'an dema ku çetetiya DAÎŞ'ê bi destê dewleta Tirk êrişî Şengal û Kobanê kir, mîna gelek milîtanên Apoyî ew jî derbasî Kobanê bû. Cihê xwe di nava Berxwedana Kobanê ya destanî de wergirt û li vir bi giranî birîndar bû. Piştî ku tedawî bû, di têkbirina faşîzma DAÎŞ'ê de bi rola xwe rabû. Weke Apoyiyekî leheng ku wezîfeya xwe ya dîrokî temam kir, sala 2016'an derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Hin wezîfeyên girîng pêk anî û piştre derbasî nava karên çapemeniyê bû, demekeê jî ev kar meşand. Li Akademiya Mazlûm Dogan perwerde wergirt û asta xwe ya feraset, hişmendî û îradeyê ya Apoyî xurt kir. Bi tecrûbeya ji akademiyê wergirt, meşa xwe ya şoreşê xurt kir. Hevrêyê me Laşer baweriya xwe bi wê yekê anî ku êrişên dewleta Tirk a qirker mêtinger tenê bi berxwedaneke fedaî dikarin bêne têkbirin û biryar da tevlî Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me Laşer ku ji sûîqestê heta sabotajê û çekên giran di gelek mijaran de pispor bû, bi jîrbûn û kesayetiya xwe ya bi meraq li nava Hêzên Taybet zû bi pêş ket. Li ser xeta fedaî şareza bû û bi vî rengî tevlî pêvajoyê bû. 27'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî dema ku tevî hevrê Hêzil bi ruhekî bilind ê êrişê bi fedaîtî bi ser dijmin ve çû di çalakiya ku 18 dagirker lê hatin cezakirin de bi lehengî şehîd bû.

SEREN NEHÎR

Hevrêya me Seren li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku hin ji ferdên malbata wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, di heman demê de ji ber ku ji malbata wê tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû, vê yekê bandoreke xurt li hevrêya me Seren kir. Li dijî zilma dewleta Tirk û li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên ku li gelê Kurd têne ferzkirin, gelekî bi hêrs bû. Weke jineke Kurd, rewşa jinê ya li nava civaka kevneşop ku bêstatu ye, tê eciqandin, kir ku bikeve nava nakokî û lêgerînan. Baweriya xwe bi wê anî ku bi rengê xwe hebe, li nava civakê divê xwedî statuya mafê xwe be û azad be. Tevî ku lîse bi rengekî serketî qedand, fêhm kir ku dibistanên dewleta Tirk nikare bibe bersiv ji lêgerîna wê re û ji bo pêngaveke azadiyê biavêje li Herekolê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Seren bi bandora dilnizmî, parvekirin û têkiliyên sade yên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê, bêteredût tevlî nava jiyana azad bû. Hevrêya me Seren derbasî herêma Zapê bû û li vir dest bi pratîkê kir. Dema ku çetetiya DAÎŞ'ê êrişî Şengal û Rojava kir, derbasî Rojava bû. Hevrêya me Seren tevlî gelek çalakiyên li dijî faşîzma DAÎŞ'ê bû, bi wêrekiya bilind û daxwaza têkoşînê gelek serketin pêk anî. Pratîka şer bi kûrahî bi cih anî, di leşkeriyê de şareza bû û di bikaranîna gelek çekan de şareza bû. Sala 2019'an tevlî berxwedana bi rûmet a li Serêkaniyê bû û li dijî çeteyan û artêşa Tirk a faşîst şer kir. Li dijî polîtîkayên belavkirinê yên neo Osmanî yên dewleta Tirk, ji bo rawestandina siyaseta qirkirina gelê Kurd, ji bo derbên herî giran li dagirkeran bixe derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêya me Seren zû hînî jiyana li çiyê bû û hem karibe tecrûbeyên xwe yên leşkerî bi hevrêyên xwe re parve bike, hem jî bibe xwedî rêbaza fermandariyê ya YJA Starê ya dema nû, li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû. Weke fermandara serdema nû beşdarî karên Biryargeha Navendî bû û bi kesayetiya xwe ya kedkar ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Hevrêya me Seren diyar dikir ku divê bi fedaîtî tevlî pêvajoyê bibin û tolhildana mezin ji dijmin hilînin. Da ser şopa hevrêyê me Çirav ku kurê xalê wê bû û sala 2016'an li Sêrtê şehîd bû. Lewma biryar da ku tevlî nava Hêzên Taybet bibe. Bi tevlîbûna xwe ya bêfikar, bi enerjiya xwe ya bêdawî, bi kesayetiya xwe ya bi meraq û bi hestên xwe yên bilind li nava Hêzên Taybet zû bi pêş ket. Li ser şopa Zîlanan meşiya û bû jineke Kurd a azad a fedaît. 25'ê Gulanê dema ku êrişa dagirkeriyê li ser Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî çêbû, hevrêya me Seren jî bi rêbaza tîmên bi tevger derbên giran li dijmin xist. Hevrêya me Seren 28'ê Gulanê li Girê Şehîd Şoreş di çalakiya serdegirtinê de ya dijî dagirkeran, cihê xwe di nava baskê êrişê de girt. Bi wêrekiya xwe ya mezin, biryardariya xwe ya serektinê û hesta xwe ya mezin a tolhildanê, bi ser dagirkeran ve çû û 3 dagirker ceza kir. Di şer de bi Zîlanî şer kir û bi lehengî şehîd bû. Weke jineke Kurd a fedaî û leheng cihê xwe di nava artêşa şehîdên nemir de girt.

ŞERZAN KÛRT

Hevrê Şervan li navçeya Sirûcê ya Rihayê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Heval Şerzan dema ku zarok bû, bavê wî ji aliyê dewleta Tirk hate girtin û zextên li ser malbatê jî zêde bû. Malbat neçar dimîne ku koçî Dîlokê bike. Hevrê Şerzan di vî temenî de zilma li ser malbatê û êşa dûrketina ji warê xwe ji dil hîs dike. Piştî demekê bavê wî ji zindanê derdikeve lê dewleta Tirk dîsa bavê wî digire. Di dema dibistanê de rayedarên dewleta Tirk li ser wî cihêkariyê dike û ew jî berdêla Kurdbûnê dide. Fêm dike ku di nav pergala dewleta Tirk de cih ji Kurdên azad û xwedî rûmet tune. Hevrê Şerzan xwendekarekî serkeftî ye û beşa felsefeyê qezenc dike. Li zanîngehê dikeve nav koma xwendekarên welatparêz.  Di sala 2010’an de dema ku hevalê wî yê zanîngehê Şerzan Kûrt ji aliyê polîsên faşîst hate qetilkirin, ew jî biryara xwe dide. Ligel ku zanîngeh qedandiye di sala 2012’an de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibe, navê hevalê xwe Şerzan Kûrt werdigire û sozê dide ku wê wî di têkoşîna xwe de bide jiyîn. Hevrê Şerzan sê salan li qada Qendîlê têdikoşe û piştî tecrubeya li vir ji bo li dijî faşîzma DAÎŞ’ê şer bike, diçe qada Şengalê. Ew tevlî gelek çalakiyên li dijî çeteyan bûye û birîndar bûye. Lê tu carî dev ji têkoşînê berneda û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk aniye. Wî parastina Şengala azad dewrî YBŞ’ê kir û hatiye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li Akademiya Hakî Karer perwerde dibe û bala xwe dide ser tarza fermandariya serdema nû û tevlî qadên xebatên yên nû bûye. Piştî ku ev xebat jî bi serkeftî pêk anî di sala 2020’an de derbasî qada Metînayê bû û peywir stendiye. Wekî fermandarê tîma gerok wî pêşengtî ji pêvajoyê re kir û di 25’ê Gulanê de li êrişa li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî de şehîd bû.

SIYABEND AVESTA

Hevrê Siyabend li Kobanê ya ku çirûska pêşîn a Şoreşa Azadiyê ya Rojava pê ketiye û bi berxwedana destanî navê xwe li her dera dinyayê daye bihîstin, ji dayik bûye. Hevrê Siyabend di nav malbateke welatparêz de mezin bûye û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye. Atmosfera şoreşê bandor li ser wî kiriye û di sala 2013’an de tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Xalê wî di Berxwedana Kobanê de şehîd bû û vî tiştî bandoreke mezin li ser wî kir. Wî jî biryar da ku bibe kadroyekî tevgera azadiyê. Li Rojavayê Kurdistanê tevlî gelek çalakiyan bûye û bi cesaretê xwe yê bilind derbên giran li çeteyan aye. Li Şehba û Efrînê birîndar bûye lê qet meşa xwe ya şoreşê nedaye sekinandin. Hevrê Siyabend li Efrînê tevlî Berxwedana Serdemê bûye û helwesta fedaî ya heval Avesta Xabûr bandoreke mezin li ser kiriye û navê xwe kiriye Siyabend Avesta. Ji ber serkeftin û qehremaniya di çalakiyan de xelat stendiye.  Heval Siyabend dizanibû ku dewleta Tirk a mêtinger û qirker ji bo Kurdistan û gelên herêmê bûye belayeke mezin û biryarê dide tevlî nav refên HPG’ê bibe. Bi tecrubeya mezin û hêrsa li hemberî mêtingeran li çiyayên Kurdistanê dest bi pratîkê dike û dibe. Hevrê Siyabend di asta fermandarê tîma gerok de tevlî pêvajoyê dide û li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi ruhekî bilind ê êrişê têkoşiyaye. Di 29’ê Gulanê de bi ruhekî fedaî yê Apoyî çûye ser 9 cenazeyên dagirkeran. Heval Siyabend bi vê çalakiya xwe bûye mînaka cesaretê bilind û qehremaniya milîtaniya Apoyî. Hevrê Siyabend wê bi helwest, cesaret û fermandariya xwe her dem rê nîşanî me bide.

Hevrêyên me Hêzil, Laşer, Seren, Şerzan û Siyabend bi tarzeke fedaî çûn ser dijmin û kirine ku dijmin ji cihê xwe nelive. Malbatên hêja yên hevrêyên me Hêzil, Laşer, Seren, Şerzan û Siyabend di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."