HPG: Şehîd wê pêşengiya me bikin

HPG'ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Ew ê bi şehadeta xwe û bi ked û fedekariya xwe ya di nava refên gerîla de jî pêşengiya me bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek weşand:

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di sala 2020’an de ku yek ji wan salên ku êrîşên qirker û mêtinger ên li dijî têkoşîna azadiya gelê me zêde bûbû, gerîlayên azadiya Kurdistanê di xeta berxwedanê de ya ku bi hezaran şehîdan bi hewldanên xwe yên bêhempa heta roja îro anîne, israr kir. Gerîlayên azadiyê bi îradeya Apoyî êrîşên dagirkeran têk bir. Di sala 2020’an de ku lehengiyeke mezin hate jiyîn, hevrêyên me Evrîm û Devrîm di 13’ê Cotmehê de, hevrê Hogir û Jîr di 7’ê Cotmehê de, hevrêyên me Tîrêj û Givara jî di 19’ê Cotmehê de li qadên cihê şehîd bûne.

Ji ber şehadeta hevalên me yên fedakar  ên ku kedeke mezin di nav refên gerîlayan dan, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê û ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Evrîm Botan

  Nav û paşnav: Aysel Ocal

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Nazmiye - Sadûn

  Dîrok û cihê şehadetê:  13’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Devrîm ÇAvreş

  Nav û paşnav: Zeynep Kûday

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Meryem - Menduh

  Dîrok û cihê şehadetê:  13’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Hogir Qamişlo

  Nav û paşnav: Huseyîn Ahmed

  Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

  Navê dê û bav: Hiyam - Zenûn

  Dîrok û cihê şehadetê:  7’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Jîr Baz

  Nav û paşnav: Mazlûm Demîr

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Meryem - Abdulvahît

  Dîrok û cihê şehadetê:  7’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Tîrêj Botan

  Nav û paşnav: Firat Baysoy

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Ayşe - Nîmet

  Dîrok û cihê şehadetê:  19’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Gîvara Behrî

 Nav û paşnav: Ronî Xelîl

  Cihê jidayikbûnê: Hesekê

  Navê dê û bav: Nalîn Îdrîs

  Dîrok û cihê şehadetê:  19’ê Cotmeha 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

EVRÎM BOTAN

Hevrêya me Evrîm li gundê welatparêz Xavista yê navçeya Şaxê ya Wanê ji dayik bû. Ji derdora wê tevlêbûna nav gerîla pêk hatiye û xizmên me yên di nav refên gerîla de şehîd bûne. Hevrêya me Evrîm di biçûkatiya xwe de li gund û zozanan gerîla dîtiye û cara pêşîn tevgera me ya azadiyê ji nêz ve nas kiriye. Ji şêwazên jiyan, hevrêtî û têkiliyên gerîlayên ku dîtibû bandor bû. Ji ber vê yekê xeyala wî ya tevlîbûna nava refên gerîla bû. Hevrêya me Evrîm bi dîtina sadebûn û durustiya di şêwaza jiyana gerîla de fêm kir ku weke jin ancax di nava refên gerîla de tama azadiyê dike. Ji ber vê yekê fêm kir ku ew tenê dikare xwe di nava refên gerîla de bibîne. Ji ber ku xizmên wê yên nêzîk tevlî nava refên gerîla bûne vî tiştî bandor li ser hevrêya me Evrîm jî kiriye û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîla bûye.

Hevrêya me yê ku dema destpêkê tevlî gerîla bû demekê li herêma Şaxê ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Evrîm berê perwerdehiya Şervanên Nû dît û piştre jî Perwerdehiya Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî û perwerdehiya çekên giran dît û di taktîkên şerê gerîla de bi lez xwe kûr kir. Di vê pêvajoyê de bi perwerdehiya bîrdozî ya ku girtiye tevlîbûna wê ya hestyarî veguheriye tevlîbûneke hişmendî. Bi perwerdehiya ku dît, xwe, zayenda xwe û rastiya me ya giştî baştir fêm kir. Ji analîza Rêbertiya me ya azadiya jinê gelekî bandor bû. Di vê perwerdehiya analîzan de bi kûrûnên ku jiyabû, pîvanên jina azad hê zêdetir eşkere kir. Weke gerîlayeke pêşeng a YJA Starê, hevrêya me dixwest li dijî êrîşên qirkirin û qetlîamê yên li ser gelê me têbikoşe û gelê me ber bi pêşerojeke azad ve bibe. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gelê me, yekser cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt. Hevrêya me Evrîm a ku demeke dirêj li dijî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe da, bi têkoşîna xwe tola bi hezaran jinên ku li bazarên koleyan hatin firotin û qetilkirin, hilanî. Hevrêya me ya ku di şerê dijwar de carekê bi giranî birîndar bû, dîsa bi biryar û îradeyek mezin li ber xwe da û li cihê ku lê mabû têkoşîna xwe domand. Hevrêya me ya ku bi kûrahiya xwe ya bîrdozî û hem jî bi ezmûna xwe ya leşkerî karîbû bibe fermandareke jêhatî ya YJA Starê, piştî ku erka xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dawî kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî ku vegeriya çiyê, li Akademiya Şehîd Berîtan a jina azad beşdarî perwerdeya bîrdozî û leşkerî bû û  pratîka xwe ya şerê demdirêj nirxand. Hevrêya me ji bo pêşketinên bihêztir bi dest bixe û xwe bigihîne kesayeta fermandariya pêşeng a serdema nû, pêngaveke şoreşgerî kiriye.Hevrêya me ya ku di xeta azadiya jinê de xwe pêş ve bir û bû fermandara YJA Starê ya ku di taktîkên şer ên serdema nû de bûye pispor. Hevrêya me ya ku ewil çû herêma Heftanînê, yekser cihê xwe di nav eniyên şer de stend. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyên li qada Heftanînê, peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih anî. Bi lehengiya xwe ya di şer de hêz û moral dida hevrêyên xwe û hem weke hevrê û hem jî weke fermandar erkên xwe bi cih anî.

Hevrêya me piştre derbasî herêma Metîna bû û li wir erka xwe ya leşkerî berdewam kir, di 13’ê Cotmeha 2020’an de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku heval Evrîm ji me re hiştiye, bigihînin serfiraziyê.

DEVRÎM ÇAVREŞ

Hevrêya me Şoreş li Silopyaya ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora ku lê dijiya xwedî hişmendiyeke kûr a welatparêziyê bû hevrêya me Devrîm ji ciwaniya xwe ve firsend dît ku partiya me nas bike. Dema ku dijmin êrîşên xwe zêdetir kir û gerîla bi çalakiyên xwe gelê me parast, vî tiştî bandoreke mezin li ser heval Devrîm kir. Ji ber vê heyraniya wê ya ji bo gerîla zêdetir bûye. Çend caran li çiyayê Cûdî rastî hevrêyên me hatiye û jiyan, têkilî û qîmeta ku hevrêyên me dida gelê me dîtiye dîtiye û van tiştan bala wê kişandiye. Tevlîbûna xizmên wê yên di nava gerîla de û şehadeta yek ji xizmên wê yên milîs bûye sedem ku heval Devrîm lêgerîna xwe zêde bike. Hevrêya me Devrîm ku hê beriya tevlî nava refên gerîla bibe, li ser Rêbertiya me rawestiya, rojekê piştî ku di xewna xwe de Rêbertî dît, di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêya me Devrîm ku di sala 2015’an de ji bo parastina gelê me li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir, piştî perwerde û pratîkeke demkurt a li Avaşînê, nêzî 5 salan li dijî DAIŞ’ê şer kir û gelê me parast. Hevrêya me Devrîm ku tola êrîş û qetlîamên çeteyan ên li dijî jinan weke yek ji xebatên xwe yên herî sereke nîşan da, bi hêrseke mezin tola bi hezaran jinên ku bi şerên bi lehengî hatin qetilkirin hilanî. Hevrêya me ku bi beşdarbûna di gelek pêngavan de di têkbirina çeteyan de rol lîst, di vê pêvajoyê de xwe di warê leşkerî de pêş xist, tecrubeyên girîng bi dest xist û bi vî rengî bû fermandareke jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me piştî ku erka xwe ya di şerê li dijî çeteyan de bi awayekî serkeftî pêk anî, vegeriya çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Devrîm yek ji hevrêyên me ye ku bi tecrubeyên ku di şer de bi dest xistiye û bi pêşketina xwe ya di xeta jina azad de ruhê fermandariya serdema nû temsîl dike, li qada Metîna erka xwe ya şoreşgerî berdewam kir. Hevrêya me Devrîm a ku yek ji armanca wê ya herî mezin ew e ku di bin banê Hêzên Taybet de kûrahiyên ku jiyaye ber bi têkoşîneke bi fêdetir ve bi rê ve bibe, bi vê yekê xwest bi pêkanînên bi bandortir jiyana xwe ya fedaî nîşan bide. Hevrêya me ya ku di 13’ê Cotmeha 2020’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, tevî ku nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne, bi helwesta xwe ya jiyanê bû fedakar û bûye milîtaneke ku hemû hevrêyên wê, wê wekî mînak bibînin.

HOGIR QAMIŞLO

Qamişlo bajarê berxwedanê yê Rojavayê Kurdistanê, ji rojên destpêkê ve xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derketiye û bi hezaran zarokên leheng tevlî nav têkoşîna me kiriye. Hevrêyê me Hogir di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû, bi pêkanîna Şoreşa Azadiyê ya Rojava re dest bi naskirina tevgera me ya azadiyê kir. Welatparêziya kûr a malbatê û geşedanên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hişt ku rêhevalê me Hogir cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigire. Pêşî ji bo parastina gelê me li hemberî êrîşên çeteyan ên li ser Rojava, tevlî yekîneyên berxwedanê bû. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê û bi dilsoziya xwe ya kûr a ji bo gelê me, di demeke kin de di nava refên têkoşînê de xwe bi pêş ve bir û bi tevlîbûna di gelek çalakî û pêngavan de erka xwe ya şoreşgerî bi cih anî. Bi cesaret û tevlêbûna xwe ya bê xem di çalakiyan de pêşengî ji hemû hevrêyên xwe re kir û bi serkeftinên xwe bû şervanekî mînak. Her çiqas di vî şerî de ji her du lingên xwe bi giranî birîndar bibû jî, bi lez û bez birînên xwe derman kir û cihê xwe di eniyên berxwedanê de girt. Di şerê dijwar de hevrêyê me Hogir ê ku erka parastina gelê me bi cih anî, hewl da felsefeya Apoyî ya îlhama Şoreşa Azadiyê ya Rojava fêm bike. Hevrêyê Hogir jî dixwaze bibe milîtanekî Apoyî û dizane ku herî baş li çiyayên Kurdistanê, di nava refên gerîla de dikare vê bike. Hevrê Hogir ê ku di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a qirker êrîşeke mezin li dijî gelê me û Tevgera me pêk anî, tevlî nava refên gerîla bû, li hember van êrîşan di destpêkê de helwesta xwe diyar kir û di berxwedanê de israr kir.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla dibe, her tim heyraniya xwe ya ji bo xwezaya bi heybet a çiyayên Kurdistanê tîne ziman. Hevrêyê me yê ku diyar kir ew ê jiyana xwe ya gerîlatiyê ya bi xwezayê ve girêdayî ye, ji jiyana madî dûr ketiye, her roja ku derbas dibû ruhê xwe û cîhana xwe ya watedar pêş dixe. Di rêwîtiya xwe ya ber bi heqîqetê de ku bi tevlîbûna nava refên gerîla dest pê kir, her dem dest ji perwerdehiya xwe berneda û di demeke kin de bû milîtanekî Apoyî yê jêhatî û xwedî tecrube. Hevrêyê me Hogir zane ku weke milîtanekî Apoyî li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me yên li gelek herêmên Kurdistanê bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêwîst e bersivê bide, dizane ku ji bo vê pêwîste xwe di nava gerîla de perwerde bike. Hevrêyê me yê xwedî tecrubeyeke girîng a leşkerî ye, ji bo xwe di taktîkên gerîla û têgihiştina serdema nû de kûr bike kedeke mezin daye. Hevrêyê me yê ku bi dilgermî dixwest di şaxê sabotajê de ku di pêşxistina şerê me yê azadiyê de cihekî girîng digire, bi vê armancê perwerdeya sabotajê dît. Hevrê Hogir ku bi serkeftina xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, di dawiya perwerdeyê de bi mayîna li akademiyan erka perwerdekirina hevrêyên xwe girt ser xwe. Hevrêyê me yê ku her roja ku derbas dibû tiştên ku hîn dibû zêdetir pêş dixist, bi dehan hevalên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me yê ku bi kelecan û hezkirineke mezin pêşketina hevrêyên xwe dişopand, di vê pêvajoyê de gelek tişt ji hevrêyên xwe fêr bû. Hevrêyê me Hogir ku bi kesayeta xwe ya fedakar û dilê xwe yê tijî evîna hevrêtiyê bandoreke girîng li hemû rêhevalên xwe hişt, dema ku li ser erka xwe bû di êrîşa dijmin de bi şehadeta xwe tevlî karwanê nemiran bû. Em hevrêyê wî em ê mîrateya berxwedanê ya hevrêyê xwe Hogir biparêzin û teqez xeyala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.

JÎR BAZ

Hevrêyê me Jîr li gundê Peyanis ê Colemêrgê di malbateke welatparêz û girêdayî axa xwe de ji dayik bû. Gelek ji malbat û xizmên hevrêyê me Jîr tevlî nava refên gerîla bûne û kurê mamê wî Afat Colemêrg-Hozan Demîr şehîd bûye. Ji ber ku hevrêyê me Jîr di nava malbateke wiha de mezin bû têkoşîna gerîla ji nêz ve dît, ji ber welatparêziya malbatê rastî zext û êrîşên dijmin hat, partiya me PKK’ê ji temenê xwe yê biçûk ve nas kir. Zext û êrîşên dijmin çiqas zêde bûne, dilsoziya hevrê Jîr a ji bo welatê me Kurdistanê û partiya me PKK’ê zêdetir bûye. Di vê wateyê de weke ciwanekî Kurd rêya rast a li dijî dijmin şer kirin dît. Ji ber ku malbata wî derbasî navenda Colemêrgê kiriye, piraniya jiyana xwe li Colemêrgê derbas kiriye. Hevrê Jîr ku ji bo bersivdana êrîşên dijmin ên li ser gelê me di nava xebatên ciwanan de cih girt, bi şikandina polîtîkaya qirkirinê ya dijmin re rê li ber ciwanên Kurd vekir ku cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin û hem jî pêşengiya pêşxistina xwerêveberiyê kir. Di destpêka jiyana xwe ya têkoşînê de bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bi nêzîkatiya xwe ya rast di xebatên ku tê de cih girt, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Jîr ku bi serkeftina xwe ya di xebatan de gelê me kir hêzeke rêxistinkirî, bala dijmin jî kişand û mixabin dîl ket destê dijmin. Hevrêyê me Jîr ê ku zindanên ku dijmin bi armanca şikandina îradeyê û dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşînê afirandiye, veguherandiye navendeke perwerdehiyê û bi helwesta xwe bersivek xurt daye dijmin. Hevrêyê me Jîr ku bi qasî 3 salan di zindanên mêtîngeriyê de ma, di vê pêvajoyê de xwe perwerde kir, ji bo fêmkirina rastiya Partî û Rêbertiyê lêhurbûnên kûr kirine û li ser vê bingehê rêya têkoşînê diyar kir. Di wê baweriyê de bû ku divê bi şêwaz û beşdariyeke ku bikaribe bersivê bide daxwazên gelê me yên azadiyê têkoşînê bike û piştî ku ji girtîgehê derket, di sibata 2014’an de ji bo bersivê bide Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me, berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên ku bi salan xeyal dikir û di nava refên gerîla de cih girt.

Hevrêyê me Jîr ku li ser herêma Xakûrkê tevlî nava refên gerîla bû, li vir perwerdeya xwe ya yekemîn dît. Bi perwerdehiya ku dît re di demeke kin adapteye jiyana çiya bû. Hevrêyê me Jîr ê ku xwedî ezmûneke rêxistinî ye, ji bo ku di warê leşkerî de zêdetir xwe perwerde bike, ji bo bibe gerîlayekî profesyonel, hewl da. Ji sala 2015’an û vir ve li hemberî êrîşên tasfiyeyê yên ku dijmin li dijî gelê me û Tevgera me pêşxistiye, di nava lêgerîna bersiv û çalakiyan de ye. Hevrêyê me yê di vê lêgerînê de bi ser ket, li herêma Xakûrkê beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me yê ku bi fedekarî û bi lehengî beşdarî van çalakiyan bû, bû milîtanekî ku hemû hevrêyên xwe wê ji xwe re mînak bigirta, piştre bû fermandar û dest bi pêşengiya hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Jîr ê ku ji çalakiya li dijî dijmin heta amadekariyên binesaziyê, ji çêkirina tunelên şer di nava gelek xebatên ku xwerêveberî û bawerî hewce dike de cih girtiye, yek ji hevrêyên me ye ku erkên serdemê girtiye û pêk aniye. Hevrêyê me, ku bi qasî 5 salan li herêma Xakûrkê şoreşgertî kiriye, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin û ji bo armanc û xeyalên gelek hevrêyên şehîd ên bi wan re têkoşiya û gihîştine şehadetê pêk bîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku armanca wî ya herî mezin e misoger bike û xwe bigihîne sibeha azad a ku gelê me hêjayî wê ye, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir.

 Li ser vê bingehê di çarçoveya projeya ji nû ve avakirina gerîla de tevlî perwerdeya leşkerî û bîrdozî bû. Di pêvajoyeke ku dijmin bi bikaranîna teknolojiyên serdemê xwest Tevgera me tasfiye bike, li gorî nirxandina Rêbertiya me ya “Teknîka herî mezin mirov bi xwe ye” nêzîk bûye û lêhurbûn kiriye. Di vê wateyê de di taktîkên gerîlla yên serdema nû de kûrbûnek çêkir û di bikaranîna van taktîkan de pispor bû. Hevrêyê me Jîr ku ji ber jêhatiya xwe ya bilind di taktîk û teknîka leşkerî de û di felsefeya Rêber Apo de xwe di aliyê bîrdozî de kûr kiriye, bûye fermandarekî pêşeng, bi tevlîbûna xebatên akademiyê tevlî perwerdehiya gelek hevrêyên xwe bûye. Kêlî bi kêlî bi pêşketina her hevrêyek xwe re eleqedar bû û di heman demê de xwe pêşde dibir. Hevrêyê me Jîr ku di jiyana şoreşê de xwedî meşek bê navber bû, di tevahiya jiyana xwe de bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, fedekar, durust û biryardar, weke milîtanekî pêşeng ê ku hemû hevrêyên xwe ji xwe re mînak girtin, gihişt şehadetê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê armanc û xeyala hevrê Jîr pêk bînin.

TÎRÊJ BOTAN

Gelê me yê Cizîra Botan ku bîrdariya zindî ya gelê Kurd bi çanda xwe ya qedîm a hezar salan e, ji dîrokê heta niha bi dehan caran rastî êrîşan hat, rastî komkujiyan hat, ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin, lê ti carî li ber mêtîngeran stûyê xwe xwar nekir û di jiyaneke bi rûmet de li ber xwe da û israr kir. Gelê me îro li Cizîra Botan bi serbilindî li dijî hemû komkujî, êrîşên dagirkeriyê, desteserkirin û qirkirinê li ber xwe dide, bi gerîlayên li lûtkeyên çiyayan ku weke parêzvanê xwe dizane û bawer dike ku wê bi berxwedana gerîla re bigihêje azadiyê. Ji bo vê jî bi hezaran zarokên xwe yên herî bi qîmet şandin nava refên gerîla.

Hevrêyê me Tîrêj di malbateke welatparêz de li Cizîra Botan a ku kevneşopiyeke berxwedanê ya ewqasî kûr lê heye, hatiye dinê. Hevrêyê me Tîrêj ji zarokatiya xwe ve bi destanên lehengiya hevrêyê me Seyfettîn Baysoy ê di salên 1990’î de şehîd ket, mezin bû. Ji ber vê yekê her tim gerîla meraq dikir û di nava lêgerîna wê de bû. Ji ber hevrêyê me li navenda berxwedana me Cizîrê ji dayik bûye û mezin bûye, bûye sedem ku ji nêz ve tevgera me nas bike. Hevrêyê me yekemîn çalakiyên şoreşgerî bi beşdarbûna di berxwedanên ciwanan ên li kolanên Cizîrê de ku dijmin bi awayek rutin êrîş û êşkence pêk tîne, dest pê kir û di vê pêvajoyê de rastiya dijmin baştir fêm kir. Hevrêyê me yê ku hêrsa wî ya li hemberî dijmin her diçû mezintir dibû, bi ser ket û di vê têkoşînê de cih girt û ji hemû ciwanên Kurd re bû mînak.

Hevrêyê me Tîrêj di pêvajoyeke ku dijmin di çarçoveya “Plana Hilweşînê” de ji sala 2015’an û vir ve êrîşî gelê me dike û dixwaze siyaseta qirkirinê bigihîne encamê, tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê bû û bi awayekî aktîf li dijî dijmin şer kir. Di pratîka xwe ya şerê dijwar a nêzî 4 mehan de li dijî dijmin gelek çalakiyên serkeftî pêk anîn. Hevrêyê me Tîrêj ku li Cizîrê gelek şoreşgerên giranbuha nas kir, ku li wê derê berxwedanên dîrokî û destanî hatin jiyîn û dijmin derbên mezin xwar, bi berxwedan û şerê fedaî yê van hevrêyan gelekî bandor bû. Difikirî ku ji bo tola van hevrêyan hilîne û bîranînên wan rast biparêze divê têkoşîna xwe mezin bike û li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Tîrêj ku tevlîbûna nava refên gerîla û hevdîtina bi jiyana çiyayî re weke ji nû ve zayîna xwe pênase dike, xwe ji bandora jiyana kapîtalîst rizgar kir û di nava refên gerîla de roj bi roj bi jiyana azad re bûye yek. Bi perwerdehiyên ku didît re, xwe, gelê me û têkoşîna me hîn kûrtir nas kir, her ku nas kir û fêm kir, bi têkoşînê ve girêdayî bû û roj bi roj asta tevlîbûna xwe zêde kir. Berdewamiya êrîşên dijmin ên li ser herêmê û belavbûna wê li tevahî welat, hişt ku hevrêyê me Tîrêj bi awayekî çalaktir beşdarî têkoşînê bibe. Hevrêyê me ji erk û berpirsyariya milîtaniya Apoyî haydar bû, hem ji bo bersivê bide hêviyên gelê me yên azadiyê û hem jî tola hevrêyên xwe yên li ber çavên wan bi awayekî hovane hatin qetilkirin hilîne, derbasî herêma Zapê bû. Hevrêyê me yê ku li gelek qadên cuda a herêma Zapê pratik kiriye û li herêmê maye, bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm û fedekar hurmeta hemû hevrêyên xwe girtiye. Hevrêyê me yê ku li herêma Zapê beşdarî her pêngava amadekariyên şer bû, di avakirina tunelên şer de ku îro berxwedanên destan lê tên jiyîn, cih girt. Ji ber vê yekê hevrêyê me Tîrêj jî kedeke mezin da herêma Zapê ku îro mînakên lehengiyê yên mezin tê jiyîn. Dîsa bi beşdarbûna di gelek çalakiyên li dijî dijmin de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi awayekî herî rast bi rê ve bir û di vê wateyê de rêbaza herî rast a têkoşînê nîşanî hevrêyên xwe da. Hevrêyê me Tîrêj ê ku erka fermandariya tîmê girtiye ser milê xwe di organîzekirina gelek çalakiyan de cih girt û ji bo serkeftina van çalakiyan kedeke girîng da. Hevrêyê me Tîrêj ku bi sekna xwe ya şênber, dilnizm û şerker di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, di 19’ê Cotmeha 2020’yan de di êrîşa dijmin de şehîd bû û erka xwe ya pêşengiyê di lûtkeyê de bi dawî kir.

GÎVARA BEHRÎ

Bi dehan sal in gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya xwe ya ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û bi hezaran zarokên hêja ku li nava refên gerîla zêde kirine, pêşengiya şoreşa Kurdistanê dikin. Gelê me yê Rojava ku ji bo Kurdistana azad bi hezaran ewladên xwe yên leheng feda kirin, îro jî li dijî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê, sekna xwe ya azadiyê bi israr didomîne û li hemberî her cure êrîşan sînga xwe dike mertal. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser her du Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, bi hezaran ciwanên Rojava di nava refên berxwedanê de cih digirin û bi berxwedana xwe roj bi roj gelê me nêzî azadiyê dikin.

Hevrêyê me Gîvara li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî ciwantiya xwe bû, bi taybet li Hesekê şahidê gelek şer û pevçûnan bû. Hem bû şahidê êrîşên çeteyên DAÎŞ û hem jî yên rejîmê û li hemberî van êrîşan berxwedana leheng a hêzên azadiyê yên li Rojava ku felsefeya Apoyî esas girtibûn, dît. Hevrêyê me Gîvara ku ji berxwedan û têkiliyên hevrêtiya şervanan gelek bandor bûye, ji bo tevlî van hêzên azadiyê bibe xeyalên mezin ava kirine. Bi taybetî rastiya Rêber Apo ya ku ji hêzên azadiyê yên Rojava îlham jê girtiye û weke rêber hatiye qebûlkirin meraq dike û hewl dide vê rastiyê fêm bike. Her ku dixwend û lêkolîn dikir felsefeya Rêbertiyê baştir fêm dikir û dixwest vê felsefeyê bike bingeha jiyana xwe. Hevrêyê me Gîvara ku bi girêdaneke bêsînor a bi felsefeya Rêbertiyê ve girêdayî ye, di demeke ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me herî zêde hat dijwarkirin û bi deh hezaran mirovên me neçar ma ji warê xwe yê ku bi salan lê jiyaye bê derxistin de, difikirî ku divê weke Kurdekî ciwan berpirsyartiyên xwe yên li hemberî gelê me bicih bîne. Hevrêyê me Gîvara bi baweriya ku ev yek bi tevlîbûna nava refên gerîla dibe, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Gîvara piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi heyecan û coşa jiyana azad a ku xeyal dikir tevlî jiyanê bû û zû adapteye jiyana gerîla û çiya bû. Bi perwerdeyên ku dîtî re armanc kir ku di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibe û di hunera leşkerî de xwe bi pêş ve bibe û bibe gerîlayekî jêhatî. Ji bo vê jî bi cidiyeteke mezin nêzî perwerdehiyê bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me Gîvara ku di demeke kin de bû pêşengê jiyanê, asta lêhurbûna ku jiyabû bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da ku erkên xwe yên şoreşgerî bi tevahî pêk bîne. Hevrêyê me ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşniyar kiribû ku biçe herêma Zapê. Ev pêşniyar hate qebûlkirin û derbasî herêma Zapê bû. Hevrê Gîvara ku di yekemîn pratîka xwe ya li qada Zapê de tevlîbûneke kedkar, fedakar û bi israr nîşan da, hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me yê ku ev awayê tevlîbûnê kir şêwazê jiyanê, tevî ku demeke kurt li herêma Zapê bû, dest bi pêşengiya hawîrdora ku lê bû kir. Di vê wateyê de di temenê xwe yê ciwan de helwesta fermandarekî bi hêvî nîşan da. Mîna gelek hevrêyên xwe yên li herêma Zapê, bi awayekî aktîf beşdarî amadekariya tunelên şer bû ku bû şahidê berxwedan û lehengiyeke mezin û xwedî kedeke girîng bû. Hevrêyê me Gîvara ku bi kesayetiya xwe ya bi kelecan, moral û di heman demê de dilnizm bûye çavkaniya hêzê ji bo hevrêyên xwe, di 19’ê Cotmeha 2020’an de li gel hevrêyê me Tîrêj di êrîşa dijmin de gihiştiye şehadetê. Weke hevrêyên wî em soza ku em ê xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin dubare dikin.”