HPG: Çekek Topê ya 57'an hate îmhakirin

Di şer de ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker qewimî, çekek topê ya 57'an hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

19'ê Nîsanê saet di 12:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser Qada Berxwedanê ay Girê Cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û di encamê de şer qewimî.

20'ê Nîsanê saet di 08:30, 10:00 û 10:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û obusan êrîş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de şer qewimî.

20'ê Nîsanê saet di 10:00 û 10:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê kir. Hêzên me yên YJA Starê ji bo xwe biparêzin bersiv dan û şer rû da. Di encamê de çekek topê ya 57'an hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

20'ê Nîsanê li Sîdayê çeperên me yên berxwedanê carekê bi çekên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

20'ê Nîsanê li Metînayê qadên berxwedanê yên Girê Çarçêl, Golka û Girê Amediyê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19 û 20'ê Nîsanê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 68 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."