HPG: 9 leşkerên Tirk li Eyaleta Serhedê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çarçoveya "Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî" de ku li Eyaleta Serhedê dest pê kiriye, 9 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li navçeya Başan a Îdirê û navçeya Bazîd a Agiriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dest pê kiriye, hêzên me roja 4'ê Nîsanê saet 10:20'î li dijî konvoya leşkerî ya artêşa TC a dagirker a li ser rêya tabûra Tujikê çalakî kirin ku tabûr li herêma navbera navçeya Başan a Îdirê û navçeya Bazîd a Agiriyê ye. Ji cihekî nêz ve derb li hemû wesayitên di konvoyê de hate xistin û di encamê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa cemse hate rûxandin û derbên giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra û wesayiteke bi tîpa amarok hatin xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di vê çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kobra ji bo destwerdanê hatin herêmê û hêzên me li wan jî dan. Di vê çalakiyê de ku derb li her du wesayitên zirxî hate xistin, leşkerekî ku çeka A4 a li ser wesayiteke bi tîpa Kobra bi kar dianî, bi sûîqestê hate kuştin.

Di encama çalakiyan de 9 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir."