HPG: 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê de 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 mobese û konekî leşkerî jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Artêşa Tirk a dagirker ku sûcê şer dike, li hemberî gelê me polîtîkayên qirkirinê dimeşîne û li hemberî van polîtîkayan jî gerîlayên azadiya Kurdistanê wekî astengiyeke mezin dibînin. Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna metodên şer ên qirêj dixwaze encamekê bistîne. Ji 14’ê Nîsanê û vir ve dema ku operasyona dagirker hatiye destpêkirin û vir ve, bi hezaran caran  bombe û çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de qedexe ne, hatine bikaranîn. Di 21’ê Cotmehê de jî artêşa Tirk a dagirker sûc kiriye, çeperên şer 6 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî û 4 caran jî bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi bi obus, tank û çekên giran bombe kiriye.

Li hemberî vê dagirkeriyê hêzên me jî berxwedana xwe ya dîrokî didomînin û derbê li dagirkeran dixin. Di çalakiya hêzên me de 6 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûne, 2 kamerayên mobeseyê û konekî leşkerî hatiye îmhakirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ne

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 21’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 21’ê Cotmehê de saet di 18.00’an de li qada Şêxzade ya Xakurkê du pergala kameraya mobeseyê ya ku dagirkeran li qadê bi cih kiribûn, ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 22’ê Cotmehê saet 08:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger ve ji du aliyan bi çalakiyeke koordîne ya gerîlayan li dagirkeran dane. Milê çalakiya yekem; komeke dagirker bi çekên ferdî gulebaran kirin û 4 dagirker ceza kirin. Aliyê duyemîn a çalakiyê jî bi çekên navîn yên otomatik konek dagirkeran derb kir û kon hat rûxandin. Di vê çalakiya bi bandor a hêzên me de ku ji nêz ve bi taktîka vedizînê hate lidarxistin de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û konê leşkerî hate rûxandin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 21’ê Cotmehê de çeperên şer ên li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û çeperên şer ên Şehîd Felat ên li qada Berxwedanê ya Sîda 6 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 21’ê Cotmehê de derdora Ava Zapê 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

Di 21’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Çemço û Saca bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 21’ê Cotmehê de li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê balafirên keşfê geriyan.

Di 21’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bi kepçe û dozeran hewl da çeperên şer ên li qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.”