HPG: 5 leşker hatin kuştin, derb li 2  helîkopteran hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Îdirê di çalakiya gerîla de ya 1'ê Gulanê herî kêm 5 leşker hatine kuştin, derb li du helîkpoteran hatiye xistin.

Li gorî daxuyaniya nivîsî ya HPG'ê, gerîlayan di çarçoveya "Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî" de li Îdirê çalakiyeke berfireh kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li eyaleta Serhedê didome, 1'ê Gulanê bi roj saet 12:20'î li navçeya Başan a Îdirê, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke berfireh pêk anîn. Hêzên me konvoya dijmin a li ser rêya Qereqola Aydinlarê bû, bû hedefa hêzên me. Hêzên me ji cihekî hêz li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî xistin û ji ber derbên giran wesayita Kîrpî nekarî biçe. Hêzên dijmin ên xwestin dest li qada çalakiyê werbidin, bi 2 helîkopterên bi tîpa Atakê êrîş kirin, lê hêzên me derbên xurt li her du helîkopteran xistin. Ji ber derbên lê hatin xistin, yek ji van helîkopteran neçar ma bi lez xwe li Qereqola Aydinlarê deyne. Aqûbeta helîkoptera din nehate hînbûn. Li ser vê yekê artêşa TC a dagirker bomberdûmaneke gişran li qada çalakiyê û derdora wê kirin. Piştre jî ji herêmê vekişiya."

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk agahî hatin dayin û hate gotin, bomberdûmanê xisar li bax û baxçeyên gundiyan kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, " Hate tespîtkirin ku di çalakiyê de bi giştî 5 leşkerên dijmin hatine kuştin, lê tê texmînkirin ku hejmara windahiyên artêşa TC a dagirker zêdetir e. Hêzên me di vê çalakiyê de zerar nedîtin.

1'ê Gulanê (doh) balafirên şer ên artêşa TC a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin. Li gorî vê yekê;

Nîvro saet navbera 11:00-14:30 qada Xanturê ya Heftanînê, saet 12:20'î qada Mam Reşo ya Avaşînê, saet navbera 22:00-23:00 jî derdora gundên Bokriskan, Enzê, Sulê, Qomta, Kuzine, gelê Bedrana, Girê Savaş, Girê Hîva, qadên Kortek, Karox û Kalatuka yên Qendîlê hatin bombekirin.

Ji ber bomberdûmanê zerar negihiştin hêzên me. Lê belê xisar li bax û baxçeyên gundiyên Qendîlê bû."