HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek, radarek, mobeseyek û konek hate îmhakirin. Dagirkeran 17 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş kirin.

HPG’ê got “Di çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker birîndar bûne. Di heman demê de  çeperek, radarek, mobeseyek û konekî leşkerî hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 17 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî û bi dehan caran jî bi tankan bombe kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û êrîşan ev agahî da:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 20’ê Cotmehê saet di 03.00’an de tîmên me yên gerok li dagirkerên li dora çeperên  şer ên Şehîd Aryen a Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane.

Di 20’ê Cotmehê de saet di 07.30’an de tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sacayê dane.

Di 20’ê Cotmehê de saet di 08.00’an de dagirkeran dema ku xwestine li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê pergala kamerayê ya mobeseyê bi cih bikin, hêzên me bi sabotajê li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û pergala kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin.

Di 20’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên gerok bi çekên giran 3 caran li dagirkeran dane. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê

Di 20’ê Cotmehê de saet di 13.30’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a Xakurkê dane. Di vê çalakiyê de çeperek û pergaleke radarê hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaşa Maraş de;

Di 20’ê Cotmehê saet di 08.30’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane û 2 dagirker birîndar kirine.

Di 20’ê Cotmehê de saet di 17.30’an de tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane û konekî leşkerî hate îmhakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 20’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 5 caran bi bombeyên qedexe û 5 caran jî bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.

Di 20’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Yûnûs a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, çeperên şer ên Şehîd Agir ên li Qada Berxwedanê ya Sacayê û çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 7 caran hatine bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kirine.

Di 20’ê Cotmehê de Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi dehan caran bi tankan bombe kirine.

Di 20’ê Cotmehê de li ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê geriyane.

Di 20’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagireker li Qadên Berxwedanê ya Girê FM û Girê Hakkarî ji bo dagirkeriyê rê çêkiriye.

Di 20’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bi kepçe û dozeran xwestiye çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê hilweşîne.”