HPG: 32 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin, wesayîtek hate îmhakirin

Gerîla derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên gerîlayan de 32 dagirker hatin cezakirin, dronek û wesayîtek hatin îmhakirin û derb li 2 helîkopteran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da:

“Berxwedana ku hêzên me bi cesaret û biryardariyeke serfiraziyê ya mezin dikin, bênavber didome. Artêşa Tirk nikare tu encamê bistîne û her carê tevgera xwe ya dagirker berfirehtir dike, li hemberî hêzên me çekên kîmyewî bi kar tîne û dixwaze li qada şer di warê taktîk de ji vê rewşa zehmet derkeve. Li ser vî esasî di 4’ê Tîrmehê de tevgera xwe ya dagirker a li rojavayê Zapê ber bi xeta Girê Amêdiyê berfirehtir kiriye, li hemberî çeperên şer û tunelan çekên kîmyewî bi kar aniye. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî qadên berxwedanê 6 çekên kîmyewî yên cihê bi kar aniye, çeperên şer jî 22 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kiriye. Di heman demê de qadên berxwedanê 28 caran bi balefirên şer, 36 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obusan hatiye bomberdûmankirin. Tîmên me yên gerok ji Botanê heta Zagrosê, ji Metîna heta Zapê çalakiyên xurt kirine. Di van çalakiyan de 32 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker birîndar bûne, wesayîteke leşkerî ya Transît û dronek hatiye îmhakirin, derb li dron û 2 helîkopteran hatiye xistin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Diljîn û Şehîd Şervan Êrkendî ya Egîdên Botanê de;

Di 27’ê Hezîranê de dagirkeran xwestine bi wesayîteke Transît ji qada Besta ya Botanê biçin Girê Tenûrê. Hêzên me yên YJA Starê ev dagirker xistine bin kontrola xwe û saet di 07.30’an de bi sabotajê li wan dane. Di vê çalakiyê de wesayît îmha bûye û 6 dagirkerên di nav de hatine cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê birine.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê;

Di 4’ê Tîrmehê de hêzên me li Qada Berxwedanê ya Werxelê ketine ser şopa dagirkeran û saet di 09.15’an de hêzên me bi taktîka sabotajê li dagirkeran dane. Hêzên me piştre bi bombeyên destan û çekên şexsî li dagirkeran dane û çûne ser dagirkeran. Heta saet 13.00’an hêzên me 5 caran li dagirkeran dane, 7 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 4’ê Tîrmehê ji şev heta 5’ê Tîrmehê destê sibehê li dora çeperên şer ên Şehîd Têkoşer di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran çêbûye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 4’ê Tîrmehê de saet di 08.00 û 08.10’an de dagirkeran dema ku xwestine ber bi çeperên şer ên Şehîd Umîd ve werin hêzên me yên YJA Starê du caran bi sabotajê li dagirkeran dane û 2 dagirker bi giranî birîndar bûne.  Saet di 08.30 û 10.00’an de dema ku dagirker dîsa tevgeriyane hêzên me dîsa bi sabotajê li dagirkeran dane. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker neçar mane astekê vekişin.

Di 4’ê Tîrmehê saet 04:00’an de 2 dronên keşfê yên li ser herêma Berxwedanê ya Çemço ji aliyê hêzên me ve bûne hedef.. Di encama vê çalakiyê de dronek hate xistin û dronek hate derbkirin.

Di 4’ê Tîrmehê de dagirkerên ku xwestin bi wesayîtên zirxî li Qada Berxwedanê ya Çemço bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin.

Di 4’ê Tîrmehê saet 15.00’an de dagirkerên ku xwestine ber bi çeperên şer ên li herêma Kokerê ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî hatin hedef girtin û li wan hatî xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 4’ê Tîrmehê saet 06:15’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatine hedefgirtin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 4’ê Tîrmehê saet 12:30’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatine hedef girtin û li wan hatiye xistin.

Di 4’ê Tîrmehê saet 23:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirker bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek jî hate cezakirin.

Di 4’ê Tîrmehê saet 09:45’an de dagirkerên ku xwestin daran li Qada Berxwedanê ya Girê FM bibirin bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

4’ê Tîrmehê saet 17:00’an artêşa TC’ê ya dagirker bi obus û hawanan Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bombe kir. Saet 18:10’an qad 17 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Saet 21:30’an 4 helîkopterên êrîşê yên li ser navçeya Amediyê ya Dihokê hatin qad bombe kirin û 31 caran dagirker daxistin Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê. Di van daxistina dagirkeran de hêzên me mudaxeleyî helîkopteran kirin û 2 Skorsky derb kirin. Dagirkerên ku saet di 00:30’an de ji hewayê danîne qadê, ji aliyê tîmên me yên bitevger ve ji du baskan ve bi taktîka vedizînê li wan hatiye xistin. Li vir di encama lêdanên ji nêz ve yên baska yekem û duyemîn ên çalakiyê de bi giştî 10 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên hatin cezakirin bi 2 helîkopteran ji herêmê hatin derxistin. Di dema daxistinan de 5 caran bi taktîka sabotajê dagirker hatin hedefkirin û 5 dagirkerên din hatin cezakirin.

5’ê Tîrmehê saet di 05:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hatiye xistin û 1 dagirker hatiye cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 4’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Şikefta Birîndara, Şehîd Umîd û Kokerê 22 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Hat diyarkirin ku artêşa Tirk a sûcdar 6 cureyên çekên kîmyewî li Qadên Berxwedanê bi kar anîne. Yekem; bêhnek a şewitandinê belav dike, ya duyemîn; herikîneke giran û hêdî heye, ya sêyemîn; bêhna dermanê spîkirina cilan û klorê belav dike, çaremîn; ew dişibe gaza bîberê ku rû û çavan dişewitîne, ya pêncem; rengê wê gewr e û tameke şîrîn di dev de dihêle, şeşemîn; bêhna fêkiyan dide.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

Li Qadên Berxwedanê tevgera balafirên keşfê ya dijwar didome.

Di 4’ê Tîrmehê de ji qereqolên sînor Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM, Dola Şehîd Têkoşer, Şikefta Birîndara, Kurojahro, Kokerê, Çemço û Werxelê bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran ji qereqolên sînor hatin bombekirin.

Di 3’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Amediyê, Werxelê, Şikefta Birîndara û Kurojahro 36 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 3’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Şikefta Birîndara û Kurojahro 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”