HPG: 2 dagirker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker dema ku li qada Sîdayê êrîşî çeperên berxwedanê kirine, hêzên gerîla li dagirkeran dane û di şer de 2 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da:

Herêma Zapê;

Di 9’ê Gulanê saet 06:10 û 10:15’an de dagirkeran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê FM kirin, hêzên me ji bo xwe parastinê li dagirkeran dan.

Di 9’ê Gulanê saet 14:00 û 15:00’an de dagirkeran êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê kirin, hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran dan û di vî şerî de 2 dagirker hatin kuştin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kiriye;

Di 9’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 8, 9 û 10’ê Gulanê de qûntarên Girê Zengil ên Garê, derdora Dola Meranê û gundê Sêdarê 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 9 û 10’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê du caran bi helîkopterên êrîşê, 9 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”