HPG: 18 tîmên taybet û leşkerek hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Riha, Mêrdîn û Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Di çalakiyan de 18 tîmên taybet û leşkerek hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiyên li Riha, Mêrdîn û Colemêrgê eşkere kir.
LI ÇELÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 27'ê Cotmehê saet 18:30 de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Serzer ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de çepereke dijmin hate rûxandin û leşkerekî dijmin hate kuştin."

WESAYITA TÎMÊN TAYBET BI TEMAMÎ HATE RÛXANDIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, "Hêzên me Bi çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever   27'ê Îlonê li wesayiteke polîsên tîmên taybet ên li ser rêya Riha-Semsûrê xistin. Ji devereke nêz ve derb li wesayitê hate xistin û wesayita dijmin bi temamî hate rûxandin, di encamê de 4 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

DI ÇALAKÎ Û ŞER DE 14 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Di 20'ê Cotmehê de li qada navbera navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û navçeya Wêranşarê ya Rihayê artêşa TC a dagirker dest bi operasyonê kir. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navbera gundên Erbetê û Simakê yên Dêrikê li wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî xistin. Wesayita zirxî ya bû hedefa derbên giran bi temamî hate rûxandin. Hêzên me li herêma operasyonê gelek caran bi leşkerên dijmin re şer kirin û gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Di çalakiyê û şer de bi giştî 14 tîmên taybet hatin kuştin. Di şer de 3 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn piştî ku eşkere bûn wê bi raya giştî re bên parvekirin."