HPG: 10 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin

Di 17 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî da:

"Artêşa Tirk a sûcdarê şer nêzî 6 meh in bi bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî ne, çekên kîmyewî, balafirên şer, helîkopterên êrîşê, obus, hawan û tankan bi deh hezaran carî êrîş bir ser Qadên Berxwedanê. Li Qadên Berxwedanê berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker li gel êrîşên xwe yên li dijî hiqûqa şer nekarî berxwedana hêzên me bişikîne ku bi wêrekiyeke bilind û îradeya Apoyî li ber xwe didin. Artêşa Tirk a dagirker ji hêzên me yên bi taktîk û rêbaza gerîlatiya modernîteya demokratîk ên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger derbê dixwe, giraniyê dide ser bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî. Bi vî rengî sûcên şer dike.

Di 17 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek jî hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 25 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 29 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

4'ê Cotmehê saet di 06:30, 07:00, 17:00 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger şeş caran bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Agir xistin. Di heman demê de saet di 10:00 û 15:20'î de du caran bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de hate tespîtkirin ku 4 dagirker hatine cezakirin.

4'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, hêzên me bi sabotajê li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Agir. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. 5'ê Cotmehê saet di 05:30'î de li hemberî dagirkerên ku careke din berê xwe dabûn çeperên şer çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de 2 dagirker bi giranî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

4'ê Cotmehê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê, çeperên dagirkeran bûn hedefa tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê. Di vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin, 2 dagirker hatin cezakirin.

4'ê Cotmehê saet di 09:30'î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a li Xakurkê bû hedefa çalakiya bi çekên giran.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

3'ê Cotmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

3'ê Cotmehê saet di 15:35'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên lid erdora çeperên şer xistin. Di encamê de dagirkerek birîndar bû.

4'ê Cotmehê saet di 17:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Cotmehê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê da dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Cotmehê saet di 20:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

4'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Felat bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 20 caran hatin bombekirin.

4'ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û çeperên şer ên li Şehîd Agir ê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

4'ê Cotmehê li Garê zeviyên Gundê Gûzê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê FM û Girê Amediyê 29 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

4'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço bi obus, hawan û tankan bi dehan caran hatin bombekirin.

4'ê Cotmehê drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriya.

4'ê Cotmehê li Xakurkê qadên Goşînê, Girê Berbizinê û Hornê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.

LI CIHÊ KU ÊRÎŞ LÊ HATE KIRIN, HÊZA ME NÎNE

Di hin saziyên çapemeniyê yên Başûrî de hate ragihandin ku 4'ê Cotmehê li navçeya Şarbajar a Silêmaniyeyê dewleta Tirk êrîşeke hewayî kiriye û hate îdîakirin ku di wesayita êrîş lê hatiye kirin 2 PKK'î hene. Li cihê ku êrîş lê hatiye kirin hêza me nîne û divê bê zanîn ku ti eleqeya xwe bi me re nîne."