Hiqûqnas: Divê destûreke bingehîn a Kurdan hebe

Ji beşdarên şêwra neteweyî parêzer Hejar Kakaî got, pêwîstiya Kurdan bi hevpeymanekê heye. Pisporê hiqûqa navneteweyî Dr. Osman Îsmaîl jî got, "Pêwîstiya me bi destûreke bingehîn heye ku ji bo me hemûyan derbasdar be."

Hiqûqnasên beşdarî Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê bûn bal kişandin ser pêwîstiya bi destûreke bingehîn a gelê Kurd û gotin, kongreya neteweyî dikare bi roleke bi vî rengî rabe. Parêzer Hejar Kakaî û pisporê hiqûqa navneteweyî Dr. Osman Îsmaîl ji ANF'ê re li ser vê mijarê axivîn.

'JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIVÊ KES LI BENDA TIŞTEKÎ NEMÎNE'

Hejar Kakaî destnîşan kir, ku piştî şerê li dijî DAIŞ'ê divê Kurd xwedî bernameyeke hevpar bin û anî ziman, şertê bingehîn ê vê yekê pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Kakaî diyar kir, ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî divê Kurd li benda partiyeke siyasî nesekine û got, "Ji aliyê leşkerî ve bi qedandina şerê dijî DAIŞ'ê re lazim e Kurd bibin yek û hêza xwe nîşan bidin. Ji bo vê jî lazim e yekîtiya neteweyî tavilê pêk were. Di dema avakirina yekîtiya neteweyî de êdî dem nîne ku kes li benda partiyeke siyasî bisekine. Eger hinek tevlî nabe û alerjiya xwe ji yekîtiya neteweyî heye, wê demê divê KNK hewldanên xwe bidomîne û li ser rêya xwe bimeşe."

'PÊWÎSTÎ BI HEVPEYMANEKE NÛ HEYE'

Kakaî got, "Li gel guhertinên heta niha li Rojhilata Navîn bûne, wê guhertinên mezintir bibin" û da zanîn, pêwîstiya gelê Kurd bi hevpeymaneke nû ya bi gelên bi hev re dijîn heye. Kakaî wiha dewam kir: "Mînak; li Rojavayê Kurdistanê piştî şerê DAIŞ'ê wê guherînin mezin derkevin holê. Ev guherîn wê bandorê li Bakurê Kurdistanê jî bike. Îro hem li ser rûyê erdê, hem jî li gelemperiya cîhanê Kurd di asteke baş de ne. Ji bo ev yek ji aliyê siyasî ve jî bibe serketine, lazim e em bibin yek. Li gorî vê yekê, li erdnîgariya ku Kurd lê dijîn pêwîstî bi hevpeyvaneke nû ya nava xwe û gelên bi hev re dijîn, heye."

'DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN A DI SER HER KESÎ RE BE, HEBE'

Pisporê hiqûqa navneteweyî Dr. Osman Îsmaîl jî destnîşan kir ku pêwîstî bi destûreke bingehîn a ji bo hemû Kurdan diyarker be, heye. Îsmaîl diyar kir, kongreya neteweyî dikare bi vê rolê rabe û got, "Yekîtiya neteweyî diviyabû zûdeyî bihata kirin. Lê em îro dereng nemane. Ji bo siberoja Kurdên li çar parçeyan û li derveyî welat, pêwîstî bi projeyeke hevpar heye. Divê em jî xwedî destûra bingehîn bin. Ji ber ku doza Kurdî ne mijareke ku rojekê hal bibe. Pêwîte destûra me ya bingehîn hebe ku di ser hemû kes, partî û rêxistinan re be û her kes pê ve girêdayî bin. Lê belê ji bo pêkhatina vê, divê ewilî em yek bin."