Hêzên YPS’ê li Colemêrgê wesayîteke leşkerî rûxand

Hêzên YPS’ê ragihand ku 23’ê Sibatê dema wesayîtek zirxî ya bi tîpa Kîrpî li ser rêya Şemzînan-Gever a Colemêrgê re derbas dibû, rûxandine.

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê ku daxuyaniyek nivîskî parve kir ev agahî da: “Şeva 23’ê Sibatê saet di 20:30’an de hêzên me yên YPS/YPS JIN li ser rêya Şemzînan-Gever a Colemêrgê di dema ku wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî derbas dibû mayînek teqandine. Di encama teqîna mayînê de wesayîta zirxî bi temamî tê rûxandin. Di vê çalakiyê de bi zelalî 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. Piştî çalakiyê endamên me bi sax û silametî gihiştine navendên xwe.”