Hêzên YPS’ê gelek hêzên taybet û leşker kuştin

Li Sûrê hêzên dewletê yên ku êrîşî taxan dikin rastî berxwedana YPS'ê tên û hate diyar kirin ku di pevçûnan de gelek tîmên taybet û leşker jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Li Sûrê hêzên dewletê yên ku êrîşî taxan dikin rastî berxwedana YPS'ê tên û hate diyar kirin ku di pevçûnan de gelek tîmên taybet û leşker jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Li Taxa Hasirliyê, 2 zarokên ku li hewşa mala xwe dilîstin ji ber parçeyên bombeya hêzên dewletê birîndar bûn.

Li navçeya Sûr a Amedê ku ev 54 roj in li hemberî êrîşên tevkujiyê berxwedaneke dîrokî ya gel tê pêşxistin, îro êrîşên hêzên dewletê li taxên Hasirli, Cemal Yilmaz û Bazara Mastfiroşan zêde bû. Li hemberî êrîşên bi tank, top û çekên giran ên hêzên dewletê, hêzên YPS'ê jî bersiv dan û pevçûnên tund qewimîn. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana hêzên YPS'ê bişkînin, ji Dibistana Seretayî ya Mardînkapi, Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf û derdora Birca Bizinê, nav taxan gulebaran dikin. 
Li Sikaka Karadenîzê û derdorê, gelek mal di encama topbaranê de xira bûn û kavilên van malan jî bi kepçeyên zirxî ji taxê têne barkirin. 

KEPÇEYA ZIRXÎ ÎMHA BÛ 
Hate diyar kirin ku di pevçûna navbera hêzên YPS'ê û hêzên dewletê de, gelek leşker û tîmên taybet jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hate ragihandin ku di encama êrîşê YPS'ê de, kepçeyeke zirxî jî îmha bûye. 

2 ZAROK BIRÎNDAR BÛN 
Li Taxa Hasirliyê gelek mal ji ber bombebarana hêzên dewletê şewitî û du zarokên ku li hewşa mala xwe dilîstin, ji ber parçeyên bombeya hêzên dewletê birîndar bûn. Zarok, ji aliyê welatiyên li taxê ve hatin dermankirin. 

Li Sûrê ku 54 roj in berxwedaneke bêhempa ya mirovahiyê tê meşandin, av û elektrîk jî hatine qutkirin. Malbat, li gel hemû êrîşan jî mal û taxên xwe terk nekirin lê zadê wan jî her ku diçe kêm dibe. Gelê Sûrê diyar kir ku heya dawiyê ewê berxwedan xwe bidomînin û banga hevgirtina bi berxwedana Sûrê kirin.